Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 13:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 Hʼal-zewac hʼemûyarʼa nav-namûsî be û cî-nivîn hʼelal be, çimkî Xwedê wê dîwana çʼeʼvder û zinêkʼara bike.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

4 Bila her kes bi hurmet li zewacê binêre û bila nivîna zewacê bêleke be. Çimkî Xwedê wê dîwana fuhûşkar û zînakaran bike.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

4 Һʼал-зәԝащ һʼәмуйарʼа нав-намуси бә у щи-ньвин һʼәлал бә, чьмки Хԝәде ԝе диԝана чʼәʼвдәр у зьнекʼара бькә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 بِلا ژِن و مِراتیه لاره همو کَسه حُرمَت هَبیت و بِلا لِوینا ژِن و مِراتیه پاک بِتَ خُدان گِرِن، چون گو خدا دیه جَزایا به ناموسی و زِنایه بِدَتَ.

Gade chapit la Kopi




Îbranî 13:4
33 Referans Kwoze  

Awa kirêd binyatʼa însên eʼyan in: Bênamûsî, hʼeramî, toltî,


çʼeʼvê xirab, mêrkujî, serxweş, kûçʼiksantî û çi ku mîna van in. Ez niha werʼa dibêjim, çawa ku min pêşda jî werʼa gotibû, ku yêd van tişta dikin, Pʼadşatîya Xwedê war nabin.


Çima hûn nizanin ku yêd neheq wê Pʼadşatîya Xwedê war nebin? Nexapin! Ne bênamûs, ne pʼûtpʼarist, ne zinêkʼar, ne jinêd hevrʼa dibin rʼobet, ne mêrêd hevrʼa dibin rʼobet,


Hûn vê yekê zanibin ku tʼu qav, yan hʼeram, yan timakʼar (ku pʼûtpʼarist e) Pʼadşatîya Mesîh û Xwedêda war nabe.


Berdestî gerekê mêrê jinekê be, qenc malxêtîyê li zarʼ û mala xwe bike.


Bira malxêtîyê rʼind li mala xwe bike, zarʼêd xwe gurʼa xweda her alîyava maqûlîyêda mezin ke.


Awa yê dergîstîya xwe distîne, qenc dike, lê yê ku wê bikʼir dihêle, hê qenc dike.


Lê se-kûçʼik, sêrbaz, bênamûs, mêrkuj, pʼûtpʼarist û her kesê ku derewa hʼiz dike û derewa dike, ewê derva bimîne.


Gerekê berpirsîyar bêlekʼe be, mêrê jinekê be, zarʼêd wî bawermend bin, yêd ku bona avîtîyê yan jî bona neguhdarîyê nekʼetine nava dev-dirana.


Awa ez dixwazim ku jinebîyêd cahil mêr kin, zarʼa bînin û malkir bin, wekî zimên nekine devê neyara.


Ew meriv hʼal-zewacê didine hildanê, ji wan xwarina paşda didine girtinê, kʼîjan Xwedê ew bona bawermend û rʼastînaskirîya eʼfirandine, ku bi rʼazîbûnê bixwin.


Çimkî gerekê em hʼemû jî li ber dîwana Mesîh bisekinin, wekî her kes weke wan eʼmelêd qalibê xweda kirî bistîne, çi ku kiribe, qencî yan xirabî.


Gelo îzina me tʼune em kʼulfeteke bawerîyêda tʼevî xwe bigerʼînin, çawa şandîyêd din, birayêd Xudan û Petrûs dikin.


Awa serwêr gerekê bêqusûr be, mêrê jinekê be, xwegirtî, aqilda giran, maqûl, mêvanhʼiz, hînkirinêda serxwe be,


Haş ji xwe hebin, nebe ku yek çʼeʼvder yan dinêhʼiz be mîna Esaw, ku bona zike nan nixurtîya xwe firot.


Ji qavîyê birʼevin! Hʼemû gunêd mayîne ku meriv dike, ji bedenê der e, lê ewê ku qavîyê dike, miqabilî bedena xwe guna dike.


Bira nebe ku yek wê yekêda ji eʼsiltîyê derê û namûsa xûşk-birarʼa bilîze. Xudanê bona van hʼemû tişta hʼeyfê ji meriva hilde, çawa me ev yek pêşda werʼa got û bi meʼrîfetî tʼemî li we kir.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite