Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 13:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 Guhdarîya rʼêberêd xwe bikin û gurʼa wanda bin. Ewana bona rʼuhʼê we xewê ji çʼeʼvê xwe dikin, çimkî wê bona we cabdar bin. Bira ew wî şixulê xwe eşq û şa bikin, ne ku bi ofe-ofê, çimkî ew yek kʼarê nade we.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

17 Bi ya rêberên xwe bikin û ji gotina wan dernekevin. Çimkî ew wek ên ku wê hesab bidin, berevaniya canê we dikin. Guh bidin wan, da ku ew vê yekê ne bi nalîn, lê bi dilxweşî bikin. An na, wê ji bo we bê kêr be.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

17 Гӧһдарийа рʼебәред хԝә бькьн у гӧрʼа ԝанда бьн. Әԝана бона рʼӧһʼе ԝә хәԝе жь чʼәʼве хԝә дькьн, чьмки ԝе бона ԝә щабдар бьн. Бьра әԝ ԝи шьхӧле хԝә әшԛ у ша бькьн, нә кӧ бь офә-офе, чьмки әԝ йәк кʼаре надә ԝә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 ژه سَرُکه خو اطاعته بِگَن و بِن اَمره واندا بِن؛ چون گو گوهه وان سَر جانه وَیَ و دِبی حسابه بِدَن. بِهلِن اَو وه شُله بِ کَیف خوشیه بِگَن نه بِ نالینه، چون گو اَوَ سَر خِیرا وَ نینَ.

Gade chapit la Kopi




Îbranî 13:17
34 Referans Kwoze  

Ew berpirsîyarêd ku serwêrtîyê rʼind dikin, bira dubare hêjayî qedir bin, îlahî ewêd ku xeberdan û hînkirinêda dixebitin.


Rʼêberêd xwe bîr bînin, yêd ku werʼa xebera Xwedê gotine. Dîna xwe bidine axirîya eʼmirê wan û çʼeʼv bidine bawerîya wan.


Usa jî cahilno, gurʼa mezinada bin. Û hûn hʼemû jî, li ber hev şkestî bin, xulamtîyê hevdurʼa bikin, çimkî nivîsar e: «Xwedê miqabilî kʼubar-babaxa ye, lê kʼeremê dide şkestîya».


Niha miqatî xwe û tʼemamîya wî kerê pêz bin, ku Rʼuhʼê Pîroz hûn ser berpirsîyar kʼifş kirine. Şivantîyê civîna Xwedê bikin, ya ku Wî bi xûna Xwe qazinc kir.


ku hûn gurʼa yêd usada bin, usa jî gurʼa wan hʼemûyada, yêd ku tʼevî şixulê vê xebatê dibin.


Awa delalîyêd minno, çawa ez nava weda bûm hûn tʼimê guhdar bûn, niha hê gelekî guhdar bin, gava ne nava weda me. Bona xilazbûna xwe bi xof û tirs bixebitin, ku wê yekê bigihînine sêrî,


Awa bona xatirê navê Xudan ewî bi tʼemamîya eşqa dilê xwe qebûl kin. Qedirê yêd mîna wî giran bigirin,


Awa ji me her kesê bona xwe cabê li ber Xwedê bide.


Heger yek guhdarîya gotinêd meye vê neʼmêda neke, wî rʼaçʼeʼv kin û hevaltîyê wîrʼa nekin, ku şerm bike.


Silavê bidine hʼemû rʼêberêd xwe û cimeʼta Xwedê. Ewêd ku ji Îtalyayê ne, we silav dikin.


Niha xûşk-birayêd mine şîrin û hʼeyran, hûn in şabûn û kʼofîya serê min delalno, yektîya Xudanda aha qewîn bimînin.


Çimkî gelek jîyîna xweda dijminêd xaçê Mesîh in, bona kʼîjana min gelek cara werʼa gotîye, niha jî bi girî dibêjim.


Awa ber Xwedê şkestî bin. Miqabilî mîrêcin bisekinin û ewê ji we birʼeve.


tʼimê nava hʼemû duayêd xweda, bona we hʼemûya bi dilê şa dua dikim,


Ewî jî gazî wî kir û gotê: ‹Ev çi yek e ku ez bona te dibihêm? Heq-hʼesabê wekʼîlxerctîya xwe bide, çimkî îdî tu nikarî wekʼîlxerctîyê bikî›.


çawa yêd xebera jîyînê hilgirtî. Ezê hingê Rʼoja hatina Mesîh rʼûspî bim, ku badîhewa nebezîme û badîhewa nexebitîme.


Bi xofa Mesîhe nava xweda li ber hevdu xwe bişkênin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite