Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 13:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Bira hûn tʼimê çawa xûşk-bira hevdu hʼiz bikin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 Bila birahezî mayîndar be.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Бьра һун тʼьме чаԝа хушк-бьра һәвдӧ һʼьз бькьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 بِلا مُحبّتا بِراتیه بَردَوام بِمینیت.

Gade chapit la Kopi




Îbranî 13:1
30 Referans Kwoze  

Heger yek bêje: «Ez Xwedê hʼiz dikim», lê birê wî ber çʼeʼva rʼeş e, ew derewa dike. Heger ewê birê xwe ku dibîne hʼiz nake, ew nikare Xwedê hʼiz bike ku nabîne.


Heyneser hʼemû jî ser nêtekê bin, ser hev şewat bin, hev hʼiz bikin, rʼeʼm û şkestî bin.


Awa we guhdarîya rʼastîyê kir û bi vî awayî xwe paqij kir, ku hʼizkirina we hindava xûşk-birada bê hʼilekʼarî be, niha bi dilê sax hevdu qayîm hʼiz bikin.


ser xwedênasîyê hʼuba xûşk-bira û ser hʼuba xûşk-bira hʼizkirinê.


Qedirê hʼemûya bigirin xûşk-bira hʼiz bikin, ji Xwedê bitirsin, qedirê pʼadşê bigirin.


Û bira em bona hevdu xem bikin, wekî hʼizkirinê û qencîkirinêda hêlana bidine hev.


Em deyndar in, ku her gav bona we rʼazîbûnê bidine Xwedê xûşk-birano û ev yek heq e jî, çimkî bawerîya we rʼind digihîje û hʼizkirina we hindava hevda zêde dibe.


Berî her tiştî, hʼizkirina we hindava hevda bi dil û can be, çimkî hʼizkirin gelek guna dinixême.


Lê berêd Rʼuhʼ ev in: Hʼizkirin, şabûn, eʼdilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, aminî,


Hûn azayîyêrʼa hatine gazîkirinê xûşk-birano, lê tʼenê ew azayîya we bira nebe mecala xwestina binyatʼa însên. Dewsa wê bi hʼizkirinê hevdurʼa xulamtîyê bikin.


Lê gazineke Min li te heye, ku tu mîna berê Min hʼiz nakî.


Û ev e tʼemîya Wî, ku em bawerîya xwe navê Kurʼê Wî Îsa Mesîh bînin û em hevdu hʼiz bikin, çawa ku Ewî tʼemî li me kir.


Çimkî yektîya Mesîh Îsada, ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî bawerî ye ku bi hʼizkirinê ya xwe dike.


Ez tʼemîya vê yekê didim, ku hûn hevdu hʼiz bikin.


û xwe li hʼizkirinê bigirin, çawa Mesîh jî em hʼiz kirin û jîyîna Xwe bona me da, Xwedêrʼa bû hʼedî û qurbana bînxweş.


Biceʼdînin, ku yektîya Rʼuhʼ pê hevgirêdana eʼdilayîyê xwey kin.


Dil û rʼuhʼê tʼemamîya cimeʼta bawermenda yek bû. Ji wana tʼu kesî hebûka xwerʼa nedigot ku: «Ya min e», lê her tiştêd wan yek bû.


Gava Rʼoja Pêncîye hʼesab hat, hʼemû jî hevrʼa cîkî bûn.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite