Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 12:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Awa ser Wî bifikirin, Yê ku li ber wan gunekʼarêd miqabilî Xwe teyax kir. Hingê hûnê newestin û ji îlacê nekʼevin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

3 Îcar li ser wî bifikirin ê ku dijraberiya mezin a gunehkaran ragirtiye, da ku hûn newestin û di dilê xwe de sist nebin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

3 Аԝа сәр Ԝи бьфькьрьн, Йе кӧ ль бәр ԝан гӧнәкʼаред мьԛабьли Хԝә тәйах кьр. Һьнге һуне нәԝәстьн у жь илаще нәкʼәвьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 وَ اَو نَظَرا خودا هَبیت گو اَوی دُژمِناتیَگه وِسا گو ژه آلیه گُنَهکارا له ضِدّ وی بو، تحمل گِر گو وِسا اون نَوَستِن و دلسار نَبِن.

Gade chapit la Kopi




Îbranî 12:3
46 Referans Kwoze  

Ji qencîkirinê jî aciz nebin, çimkî emê wextda biçinin heger em nedine der.


Lema em ji vê yekê venakʼişin. Belê em ji dervava dêris dibin diçin, lê dilda rʼoj bi rʼoj nûyejîyîn dibin.


Sebira te heye, bona navê Min te cefa kʼişand û newestîyayî.


Awa xûşk-birayêd mine delal, qewîn bimînin, ji cîyê xwe nehʼejin, her gav şixulê Xudanda pêşda herʼin, bizanibin xebata we boş-betal nîne li ber Xudan.


De îdî em dîna xwe bidine Îsa, wî Pêşîkʼêşî û Kʼamilkirê bawerîya me, Yê ku bona wê şabûna pêşîya Xwe xaç hilanî, şerm ber tiştekî hʼesab nekir, paşê kʼêleka Xwedêye rʼastê ser tʼext rʼûnişt.


Awa xûşk-birayêd pîroz, hûn ku heval-pʼarêd wê gazîya eʼzmên in, li Îsa binihêrʼin, Wî şandîyî û Serekkʼahînê ku em îqrar dikin.


Bona vê yekê em ji vî qulixî venakʼişin, ya ku me bi rʼeʼma Xwedê standîye.


Bona vê yekê îdî cihû pey Îsa kʼetin, çimkî Wî ev yekana rʼoja şemîyêda dikirin.


Gelo we ew dildayîna bîr kirîye, ya ku Xwedê werʼa çawa tʼevî zarʼêd Xwe xeber da? «Lawê Min, şîreta Xudan pişt guhê xweva nevêje û ne jî gava ew li te hiltê, li ber xwe kʼeve.


Rʼojeke şemîyê Îsa bona nanxwarinê çû mala serwêrekî fêrisîya. Wana çʼeʼvê xwe ji ser Wî nedibirʼî.


Lê hûn xûşk-birano, ji qencîkirinê newestin.


Gava Îsa ev yek got, nobedarekî li wir sekinî şemaqek li Wî xist û got: «Tu çawa caba serekkʼahîn didî?»


Hingê cihûya jêrʼa got: «Îdî em zanin ku Tu cina dikʼevî! Birahîm jî mir, pʼêxember jî mirin û niha Tu dibêjî: ‹Heger yek gotina Min xwey ke, tʼu car namire›.


Hingê wan kevir hildan ku bavêjine Wî, lê Îsa Xwe ji wan vedizî û ji pʼaristgehê derkʼete derva çû.


Fêrisîya lê vegerʼand û gotinê: «Tu şeʼdetîyê bona Xwe didî, şeʼdetîya Te ne rʼast e».


Nav eʼlaletêda bona Wî gelek xeberdan diçû. Hineka digot: «Ew merivekî qenc e», hineka jî digot: «Na, Ew cimeʼtê ji rʼê derdixe».


Gava fêrisîya ev hʼemû tişt bihîstin, qerfê xwe li Îsa dikirin, çimkî pʼerehʼiz bûn.


Lê fêrisî û qanûnzana bîna xwe teng dikir û digotin: «Eva gunekʼara qebûl dike û tʼevî wan nan dixwe».


Qanûnzan û fêrisîya destpêkir fikirîn û hevrʼa gotin: «Ev kʼî ye aha Xwedê bêhurmet dike? Pêştirî Xwedê kʼî dikare guna bibaxşîne?»


Şimhʼûn dua wan kir û dîya Wî Meryemêrʼa got: «Bibihên, Eva ewî kʼifşkirî ye, Yê ku wê Îsraêlêda bibe sebebê kʼetin-rʼabûna geleka, usa jî bibe nîşanek, ku gelekê miqabilî Wî rʼabin


Hingê fêrisî çûn şêwirîn, ku Wî çawa bi xebera bigirin.


Kirin ku Wî bigirin, lê ji eʼlaletê tirsîyan, çimkî Ew weke pʼêxemberekî qebûl dikirin.


Gava Ew hate pʼaristgehê û cimeʼt hîn kir, serekêd kʼahîna û rʼûspîyêd cimeʼtê hatine cem Wî û gotinê: «Tu bi çi hʼukumî van kira dikî? Û kʼê ev hʼukum daye Te?»


«Çima şagirtêd Te pey rʼaw-rʼizimêd kal û bava naçin? Destneşûştî nan dixwin».


Lê gava fêrisîya bihîst gotin: «Eva bi hʼukumê serwêrê cina Belzebûl cina derdixe».


Kurʼê Mêriv hat, dixwe û vedixwe, bona Wî dibêjin: ‹Va Ew yekî pey xwarin û vexwarinê kʼetî ye, dostê xercgir û gunekʼara ye›. Lê serwaxtî bi eʼmelêd xwe kʼifş dibe ku ew rʼast e».


Hineke ji fêrisîya li wir hazir bûn, gava ev yek bihîstin, jêrʼa gotin: «Çima em jî kor in?»


Ji wan geleka digot: «Eva cinakʼetî ye û dîn e. Çima hûn guhdarîya Wî dikin?»


Gava dihate rʼezîlkirinê, ji berva kes rʼezîl nedikir, gava cefa dikʼişand, gef li kesekî nedixwar, lê Xwe spartibû hʼakimê ser rʼastîyê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite