Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 12:24 - Peymana Nû (Încîl)

24 û nêzîkî Îsayê ku navçêtîyê peymana nû dike û xûna Wîye rʼeşandî bûne, ku ji xûna Habîl qenctir xeber dide.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

24 Hûn nêzîkî navberkarê Peymana Nû Îsa bûn ku xwîna wî ya reşandî ji ya Habîl çêtir dibêje.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

24 у незики Исайе кӧ навчетийе пәймана ну дькә у хуна Ԝийә рʼәшанди бунә, кӧ жь хуна Һабил ԛәнщтьр хәбәр дьдә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

24 اون هاتنَ لاره عیسی گو واسِطَگَره عَهدَگه تازَیَ و اون هاتنَ لاره وه خونا هاتی رَشاندِن گو ژه خونا هابیل باشتِر قِسَ دِگَت.

Gade chapit la Kopi




Îbranî 12:24
24 Referans Kwoze  

Bona vê yekê Mesîh navçêtîya peymana nû dike, wekî yêd gazîkirî wî warê hʼeta-hʼetayê bistînin, kʼîjan ku Xwedê soz daye, çimkî mirina Wî bona azayîya ji neheqîyêd wan bû, yêd ku dema peymana pêşinda kiribûn.


Bi bawerîyê Mûsa cara pêşin Cejina Derbazbûnê tʼestîq kir û xûn şêmîka da rʼeşandinê, wekî Milyakʼetê Mirinê li nixurîyêd wan nekʼeta.


Bi bawerîyê Habîl hʼedîke ji hʼedîya Qayîn çêtir da Xwedê. Bi wê bawerîyê ew hate begemkirinê çawa yekî rʼast, çimkî hʼedîyêd wî li Xwedê xweş hatin. Rʼast e Habîl mir, lê bi bawerîya xwe hê xeber dide.


Lê rʼast xizmetkʼarîke hê bilind Îsarʼa hate dayînê, çawa ku Ew navçêtîyê peymaneke hê qenc dike, çimkî ev peymana li ser sozêd hê qenc hʼîmgirtî ye.


Çimkî Xwedêk heye û nava Xwedê û merivada jî navçêtîk, Mesîh Îsayê Meriv,


eva xûna Min e bona peymanê, ku bona baxşandina gunêd geleka tê rʼêtinê.


Hʼemû xûna bêsûce ku ser rʼûyê eʼrdê hatîye rʼêtinê wê bê ser we, ji xûna Habîlê bêsûc hʼeta xûna Zekerîyayê kurʼê Berexîya, ewê ku we nav pʼaristgeh û gorîgehêda kuşt.


Usa jî kʼas pey şîvêrʼa hilda û got: «Eva kʼasa peymana nû ye, pê xûna Min girêdayî, ku bona we tê rʼêtinê.


Hûn li gora wê qirara Bav Xwedêye pêşda hatine bijartinê û bi Rʼuhʼê Pîroz buhurtî-jibare dibin, wekî guhdarîya Îsa Mesîh bikin û bi xûna Wîye rʼêtî bêne paqijkirinê: De bira kʼerem û eʼdilayî hê li we zêde be.


em dikarin bi dilê rʼast nêzîkî Xwedê bin, bawerîyêva tʼijî, îsafa xweda bi xûnrʼeşandinê ji xirabîyê paqijbûyî û qalibê xwe jî pê ava zelal şûştî.


Usa jî ew xûn rʼeşande ser kon û hʼemû derdanêd bona hʼebandinê.


Awa Xwedêyê eʼdilayîyê, ku Xudanê me Îsa ji mirinê rʼakir, Yê ku bi xûna peymana hʼeta-hʼetayê Serekşivanê pêz e,


Dest vê sondê jî Îsa wekʼîltîyê peymaneke hê qenc dike.


ji xûna Habîl hʼeta xûna Zekerîya, ya ku nav gorîgehê û pʼaristgehêda hate rʼêtinê. Ez rʼast werʼa dibêjim, ji vî nisilî wê bê xwestinê.


Û wanrʼa got: «Eva xûna Min e bona peymanê, ku bona geleka tê rʼêtinê.


Lê Xwedê cimeʼtê neheq dike û dibêje: «Va rʼojê bên, Xudan dibêje, Ezê tʼevî mala Îsraêl û tʼevî mala Cihûda peymaneke nû girêdim,


Bona wesîyetkirinê navçêtî ne lazim e gava wesîyet bi destê yekî tê kirinê û li vir ew yek tʼenê Xwedê ye.


Gava Xwedê bona peymaneke «nû» got, ya pêşin kevin kir û çi ku kevin û pîr dibe, ber undabûnê ye.


Gava Mûsa hʼemû tʼemîyêd Qanûnê gotine cimeʼtê, hingê xûna canega û nêrîya hilda tʼevî avê kir, rʼîsê sorê gevez çʼiqilê zoxêva kir, pê wê rʼeşande ser kʼitêba Qanûnê û cimeʼtê,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite