Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 12:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Awa ku haqas eʼlaleta şeʼdaye giran dora me girtîye, de werin em hʼemû giranîyê û wî gunê ku rʼihʼet li me diwele ji xwe dûr xin û bi teyax lecmeydana pêşîya xweda birʼevin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 Îcar li gor ku ewrekî evqas mezin ê şahidan hawirdora me girtiye, em jî her giraniyê û gunehê ku bi hêsanî xwe li me dipêçe ji ser xwe bavêjin, bi bîhna fireh wê hevbezîna ku li ber me ye, bibezin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Аԝа кӧ һаԛас әʼлаләта шәʼдайә гьран дора мә гьртийә, дә ԝәрьн әм һʼәму гьранийе у ԝи гӧне кӧ рʼьһʼәт ль мә дьԝәлә жь хԝә дур хьн у бь тәйах ләщмәйдана пешийа хԝәда бьрʼәвьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 بَجا بَر خاطره هِنده گو اَورَگه مَزِن ژه اَونه گو شَهادَته دِدَن دُرا مَ گِرتیَ، وَرِن اَم ژی هر بار و هر گُنَها گو دَست و پِیه مَ دِآلِت، ژه خو دور گَن و وَرِن اَم بِ طیگ راوَستانه ناو وه مسابقا گو بَ مَ هاتیَ داناندِن، بِبَزِن.

Gade chapit la Kopi




Îbranî 12:1
52 Referans Kwoze  

Lecêda ez qenc rʼevîm, min rʼîya xwe qedand, bawerî xwey kir.


çawa yêd xebera jîyînê hilgirtî. Ezê hingê Rʼoja hatina Mesîh rʼûspî bim, ku badîhewa nebezîme û badîhewa nexebitîme.


Miqatî xwe bin, nebe ku dilê we pʼirʼxurîyê, serxweşîyê û xemêd vê dinyayêva girêdayî be, nişkêva ew Rʼoj ser weda bê.


Hûn rʼind pêşda diçûn! Kʼê hûn dane sekinandinê, ku êlimî rʼastîyê nebin?


De her cûrʼe xirabîyê, hʼilekʼarîyê, durʼûtîyê, hʼevsûdîyê û buxdanbêjîyê ji pʼêşa xwe dawşînin.


bi gumanê şa bin, tengasîyada sebir kin, her gav dua bikin,


Em ku xweyê van soza ne delalno, de em xwe ji hʼemû kʼirêtîya qalib û rʼuhʼê xwe paqij kin û bi xofa Xwedê lap buhurtî-jibare bin.


Tʼu esker şixulê binelîtîyêva mijûl nabe, wekî li seresker xweş bê.


Feʼmdarî ye, ku cêrʼibandina bawerîya we sebirê pêşda tîne.


Lê kʼî ku hʼeta xilazîyê teyax ke, ewê xilaz be.


Bona navê Min hûnê ber çʼeʼvê hʼemûya rʼeş bin. Lê kʼî ku hʼeta xilazîyê teyax ke ewê xilaz be.


Û bi vî awayî Birahîm bi dûmika dirêj gihîşte sozê Xwedê.


Jîyîna hʼeta-hʼetayê wê bide wan, yêd ku tʼimê bi dûmika dirêj nava kirinêd qencda ne, ku hurmetê, rʼûmetê û nemirîyê dixwazin.


Te ku tʼemîya Min xwey kir û sebir kir, Ezê jî te ji wî wextê cêrʼibandinê xwey kim, ya ku wê bê ser tʼemamîya dinyayê, ku binelîyêd li rʼûbarî dinê bicêrʼibîne.


wekî îdî hʼeta mirina xwe, ne ku li gora dilhavijîyêd xweye merivayî bijîn, lê li gora qirara Xwedê.


Û gote wan: «Haş ji xwe hebin û hʼevza xwe ji her cûrʼe timayê bikin, çimkî eʼmirê însên zêdebûna hebûka wîva girêdayî nîne».


ser zanebûnê xwegirtinê, ser xwegirtinê sebirê, ser sebirê xwedênasîyê,


«Min, Îsa, milyakʼetê Xwe şand, wekî şeʼdetîya van tişta nava civînada bide. Ez Tamar û Rʼikʼinyata Dawid im û Ez Steyrka Şewqe Sibehê Zû me».


Min bi destê Sîlas, çawa birakî amin ez wî hʼesab dikim, kin werʼa nivîsî, dil didime we û şeʼdetîyê didim, ku ev e kʼerema Xwedêye rʼast. Vêda hûn qewîn bisekinin.


Ez, Yûhʼennayê birê we me, yektîya Îsada heval-pʼarê wê tengasîyê, pʼadşatîya Wî û sebira we me. Ez bona xebera Xwedê û şeʼdetîya bona Îsa wê giravêda bûm, ku jêrʼa Patmos dibêjin.


Wî çi dît û çi bihîst bona wê yekê şeʼdetîyê dide, lê tʼu kes şeʼdetîya Wî qebûl nake.


Ewêd ku yê dîl kʼetinê ne, wê dîl bikʼevin, ewêd ku yêd ber şûr kʼetinê ne, ewê ber şûr kʼevin. Li vir wê sebir û bawerîya cimeʼta Xwedê kêr bê.


çimkî pênc birayêd min jî hene, bira herʼe tʼemîyê bide wan, wekî ew jî neyêne vî cîyê cefa›.


Gelek samerîyêd ji wî bajarî bawerîya xwe li Wî anîn, bona gotina wê kʼulfetê ku digot: «Hʼemû tiştêd ku min kiribûn, Ewî minrʼa gotin».


Îsa xwexa şeʼdetî dabû, ku rʼûmeta pʼêxember cî-miskʼenê wîda tʼune.


Ez çûm, çimkî Xwedê ber min vekir, ku herʼim. Û min ew Mizgînî li wan da hʼesandinê, ya ku ez nava necihûyada dannasîn dikim, lê ev yek min yêd serekerʼa başqe digot. Min nexwest ku ez badîhewa bibezim yan bezîbim.


Awa derewa ji xwe dûr xin, ji we her yek hevalê xwerʼa rʼast xeber de, çimkî em bi hevrʼa endemêd Bedena Mesîh ne.


Niha jî hûn nava wî şerʼîda ne, kʼîjan ku we ser min dît û niha bona min dibihên.


Ez hîvî ji berpirsîyarêd nava weda dikim, ez xwexa jî çawa berpirsîyar û şeʼdê cefêd Mesîh û heval-pʼarê wê rʼûmetê me, ya ku wê xuya be.


Ewî jî pʼotê xwe avît, banzda ser xwe û hate cem Îsa.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite