Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 11:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Bi bawerîyê Nuh bona tiştêd ku hê nedihatine kʼifşê ferman ji Xwedê stand û bi xofa Xwedê rʼabû bona xilazbûna mala xwe gemî çêkir. Nuh bi wê bawerîyê dîwana dinê kir û bû xweyîwarê wê rʼasthʼesabbûnê, ya ku ji bawerîyê tê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

7 Bi baweriyê, Nûh, gava ew li ser tiştên ku hê nedihatin dîtin ji aliyê Xwedê ve hat hişyarkirin, bi tirsa Xwedê ji bo xilasiya mala xwe gemiyek çêkir. Bi vê baweriyê wî dinya sûcdar derxist û bû wêrisê wê rastdariya ku ji baweriyê tê.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

7 Бь баԝәрийе Нӧһ бона тьштед кӧ һе нәдьһатьнә кʼьфше фәрман жь Хԝәде станд у бь хофа Хԝәде рʼабу бона хьлазбуна мала хԝә гәми чекьр. Нӧһ бь ԝе баԝәрийе диԝана дьне кьр у бу хԝәйиԝаре ԝе рʼастһʼәсаббуне, йа кӧ жь баԝәрийе те.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 بِ واسِطا ایمانه بو گو نوح وقته گو خدا راستا اَو شُله گو حَتا وه وقتی چه جارا نَهاته بونَ دیتِن، هُشدار دانَ وی، بِ تِرس و حُرمَته گَمیَگ چه گِر گو خانوادا خو نجات دَت. بِ وه یگه اَوی دُنیا محکوم گِر و بو وَرَثه اَو صالِح بونا گو بِ واسِطا ایمانه تِت.

Gade chapit la Kopi




Îbranî 11:7
41 Referans Kwoze  

yêd ku wextekê ne guhdar bûn, gava Xwedê bi dûmika dirêj sebir dikir, wî zemanê Nuhda, gava gemî dihate çêkirinê. Wêda hindik, awa gotî hʼeyşt nefs «nava avêda» xilaz bûn.


Ew sozê Birahîm û zurʼeta wîrʼa hate dayînê ku dinyayê war bin, ne ku bi kirêd Qanûnê bû, lê bi wê yekê bû, ku wî bawer kir û rʼast hate hʼesabê.


Çawa rʼojêd Nuhda diqewimîn, usa jî wê rʼojêd Kurʼê Mêrivda biqewimin.


û tʼevî Wî bibime yek. Îdî ev rʼastîya min, ne ku ji qanûnqedandina min tê, lê ji Xwedê ye, ya ku hʼîmê wê ji bawerîya ser Mesîh e.


Lê çi ji me dikʼeve, em bi saya Rʼuhʼê Pîroz û pê bawerîyê hʼeyra wê rʼasthʼesabbûnêda ne, ya ku em têda guman in.


Îsa jîyîna Xweye vê dinyayêda gelekî kʼeser û bi hêsira lava û rʼeca ji Wî dikirin, Yê ku dikaribû Ew ji mirinê xilaz bikira û bona milûktî û êlimîya Wî hate bihîstinê.


Ev e rʼasthʼesabkirina Xwedê: Kʼî bawerîya xwe Îsa Mesîh tîne, Xwedê wan hʼemûya li ber Xwe rʼast hʼesab dike. Firqî tʼune,


Çimkî Mizgînî dide kʼifşê, ku Xwedê çawa meriva rʼast hʼesab dike, dike kirasê xwe, ev yek ji sêrî hʼeta binî bi bawerîyê ye, çawa nivîsar e: «Yê rʼast wê bijî, çimkî bawer dike».


Gava Yûhʼenna dît ku ji fêrisî û sadûqîya jî gelek hatine wekî bêne nixumandinê, ewî gote wan: «Çʼêjikêd meʼra! Kʼê werʼa got, ku hûn ji xezeba tê birʼevin?


Û bi avê jî dinya berê nuq bû, unda bû.


Û hʼeyfa Wî dinya pêşin jî nehat, tʼenê hʼeyşt nefs, Nuhê ku heqî dannasîn dikir, mala wîva xilaz kir gava lêyî anî ser dinya nepʼaka.


Ji Şimhʼûn Petrûsê xulam û şandîyê Îsa Mesîh, wanrʼa, yêd ku bi heqîya Xwedê Xilazkirê me Îsa Mesîh ew bawerîya xweyîqîmet standin, çawa me stand:


Bawerî eʼseyîya wan tişta ye, ku em têda guman in û îzbatîya wan tişta ye, ku meva ne xuya ne.


Lê rʼasthʼesabbûna ku ji bawerîyê ye, aha dibêje: «Dilê xweda nebêje: Kʼê wê rʼabe eʼzmên?» (awa gotî Mesîh jorda bîne),


Û paşê ewî sinetbûn nîşan stand, çawa mora rʼasthʼesabbûnê, bi wê bawerîya xweye berî sinetbûnê. Bi vî awayî Birahîm bû bavê hʼemû bawermendêd nesinetbûyî, wekî ew jî rʼast bêne hʼesabê


Çawa ku wan rʼojêd berî lêyîyê meriva dixwarin, vedixwarin, dizewicîn û mêr dikirin, hʼeta wê rʼoja ku Nuh kʼete gemîyê


Va ye Min pêşda werʼa got.


Em îdî çi bêjin? Necihûyêd ku pey rʼasthʼesabbûnê nediçûn, gihîştine rʼasthʼesabbûnê, wê rʼasthʼesabbûna ji bawerîyê,


Çaxê hûn ‹hʼeramîya wêrankirinê› cîyê pîrozda sekinî bibînin, çawa ku Danîyêl pʼêxember got», (ewê ku dixûne bira feʼm bike),


Lê wan xewnêda eʼmir stand, ku venegerʼine cem Hêrodes, ew îdî rʼêke dinva çûne welatê xwe.


Evana xizmetkʼarîya xwe pîrozgehêda dikin, ya ku mîna sî û sûretê wan tiştêd li eʼzmên e. Çawa Mûsarʼa hate eʼmirkirinê, gava ewî wê Konê Şeʼdetîyê vegirta, wîrʼa hate gotinê: «Dîna xwe bidê, ku her tiştî wî cûrʼeyî bikî, çawa serê çʼîyê min nîşanî te kir».


Îdî haş ji xwe hebin, nebe ku hûn Ewî werʼa xeber dide tʼexsîr kin. Heger ewêd ku li ser dinê Mûsa tʼexsîr kirin, kʼîjanî ku tʼemîyêd Xwedê didan xilaz nebûn, îdî emê çawa bikaribin xilaz bin heger em pişta xwe bidine Yê ku ji eʼzmana merʼa xeber dide?


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite