Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 11:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 Û bê bawerî tʼu car nabe ku însan li Xwedê xweş bê, çimkî ewê ku nêzîkî Xwedê dibe, gerekê bawer bike, ku Xwedê heye û wê wan xelat ke, kʼîjan ku li Wî digerʼin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

6 Û bê bawerî çênabe ku mirov li Xwedê xweş bê, çimkî yê ku nêzîkî Xwedê bibe, divê bawer bike ku Xwedê heye û wan ên ku li wî digerin xelat dike.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

6 У бе баԝәри тʼӧ щар набә кӧ инсан ль Хԝәде хԝәш бе, чьмки әԝе кӧ незики Хԝәде дьбә, гәрәке баԝәр бькә, кӧ Хԝәде һәйә у ԝе ԝан хәлат кә, кʼижан кӧ ль Ԝи дьгәрʼьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 و به ایمان اِمکان چِنینَ گو خدا کَیف خوش بیت، چون هَچی کَسه گو نِیزوکی خدا دِبیت، دِبی ایمان هَبیت گو اَو هَیَ و اَو اَونه گو دوو وی دِگَرِن، خَلات دِگَت.

Gade chapit la Kopi




Îbranî 11:6
47 Referans Kwoze  

Lê berê pêşin li Pʼadşatîya Xwedê bigerʼin û bikin ku rʼastîya Wî biqedînin û ew hʼemûyê werʼa bêne dayînê.


Lê ber wêva hûn li Pʼadşatîya Wî bigerʼin û ewê werʼa bêne dayînê.


Bona vê yekê Ew her gav dikare wan xilaz ke, yêd ku bi destê Wî nêzîkî Xwedê dibin, çimkî Ew tʼimê sax e, ku bona wan lava-navçêtîyê bike.


Lê wê çawa gazî Wî kin, heger bawerîya xwe Wî neanîne? Yan wê çawa bawerîya xwe Wî bînin, heger bona Wî nebihîstine? Yan wê çawa bibihên, heger xeber dannasîn nebe?


Haş ji xwe hebin xûşk-birano, nebe ku nava we yekîda dilekî xirab û nebawer hebe, ku pişta xwe bide Xwedêyê sax.


Îsa wîrʼa got: «Ez im, rʼê, rʼastî û jîyîn. Tʼenê pê Min yek dikare bê cem Bavê.


Hema bona vê yekê her alîyava xîret kin, ser bawerîya xweda qencîyê zêde kin, ser qencîyêda zanebûnê,


Awa hinekê bikʼevine wê rʼihʼetîyê, lê ewê ku pêşda mizgînî bihîstibûn ji dest nebawerîyê nekʼetinê.


Çimkî yektîya Mesîh Îsada, ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî bawerî ye ku bi hʼizkirinê ya xwe dike.


Awa delalno, hûn ku hîvîya van yeka ne, bikin ku Ew we bêlekʼe û bêqusûr eʼdilayîyêda tʼevî Xwe bibîne.


Bona vê yekê Min werʼa got, ku hûnê nav gunêd xweda bimirin. Heger hûn bawer nekin ku EZ EW IM, hûnê nav gunêd xweda bimirin».


Bona vê yekê xûşk-birano, hê bikin ku wê gazî û jibarebûna xwe tʼestîq kin. Hûn ku vê yekê bikin, tʼu car nakʼevin.


çimkî Qanûna Mûsa tʼu tişt kʼamil nekir, lê dewsa wê gumaneke hê qenc kʼete navê, bi kʼîjanê em nêzîkî Xwedê dibin.


Çimkî merʼa jî ew Mizgînî hate dayînê, çawa wanrʼa. Lê belê ew Mizgînîya ku wan bihîst kʼar neda wan, çimkî ew yek bawerîyêva girê nedan.


Lê pʼara tirsoneka, bêamina, kʼirêt-hʼerama, mêrkuja, bênamûsa, sêrbaza, pʼûtpʼarista û hʼemû derewîna wê gola agirê ku kʼirkʼûtêva dişewite bikʼeve. Ev e mirina duda».


Ewî qara Mesîh hê hebûneke mezin hʼesab kir, ne ku xiznêd Misirê, çimkî çʼeʼvnihêrʼî bû, ku heqê xwe bistanda.


Ewê ku bawer dikin, ev nîşanê wanrʼa dîyar bin: Bi navê Min wê cina derxin, bi zimanêd nû wê xeber din,


Lê hûn dijminêd xwe hʼiz bikin, qencîyê bikin, deyn bidin û hîvîya vegerʼandinê nemînin. Heqê weyê gelek be û hûnê bibine zarʼêd Yê Herî Jorin. Çimkî Ew bona bêşêkira jî, nerʼasta jî qenc e.


Gava ku hûn rʼojî digirin, mîna durʼûya meʼdekirî nîbin. Ew meʼdê xwe dikin, wekî meriv bizanibin ku ew rʼojî ne. Ez rʼast werʼa dibêjim, ku wana heqê xwe standîye.


Gava hûn dua dikin, mîna durʼûya nebin. Ew hʼiz dikin kʼinîşt û meydanada bisekinin dua bikin, ku ber meriva bêne kʼifşê. Ez rʼast werʼa dibêjim, îdî wana heqê xwe standîye.


Eşq û şa bin, çimkî heqê we li eʼzmana gelek e. Bi vî cûrʼeyî pʼêxemberêd ku berî we hebûn, zêrandin.


Belê Bavo, çimkî aha li Te xweş hat.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite