Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 11:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 Bi bawerîyê Habîl hʼedîke ji hʼedîya Qayîn çêtir da Xwedê. Bi wê bawerîyê ew hate begemkirinê çawa yekî rʼast, çimkî hʼedîyêd wî li Xwedê xweş hatin. Rʼast e Habîl mir, lê bi bawerîya xwe hê xeber dide.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

4 Bi baweriyê, Habîl goriyeke ji ya Qayîn çêtir pêşkêşî Xwedê kir. Bi wê baweriyê ew mirovekî rast hat erêkirin, çimkî Xwedê diyariyên wî erê kirin. Rast e, Habîl mirî ye, lê bi saya baweriya xwe hê jî dipeyive.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

4 Бь баԝәрийе Һабил һʼәдикә жь һʼәдийа Ԛайин четьр да Хԝәде. Бь ԝе баԝәрийе әԝ һатә бәгәмкьрьне чаԝа йәки рʼаст, чьмки һʼәдийед ԝи ль Хԝәде хԝәш һатьн. Рʼаст ә Һабил мьр, ле бь баԝәрийа хԝә һе хәбәр дьдә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 بِ واسِطا ایمانه بو گو هابیل قُربانیَگ پِشکِشی خدا گِر گو زِدَتِر ژه قُربانیا قائن هاتَ قَبول گِرِن، و بِ واسِطا هَمَن ایمانه راستا هابیل دا شَهادَت هاتَ دایین گو صالِحَ، خدا بِ قَبول گِرِنا دیاریه وی، مَحتا وی گِر. بِ واسِطا ایمانه یَ گو اَو، دوزَ گو مِریَ، بله هِشتا ژی قِسَ دِگَت.

Gade chapit la Kopi




Îbranî 11:4
21 Referans Kwoze  

û nêzîkî Îsayê ku navçêtîyê peymana nû dike û xûna Wîye rʼeşandî bûne, ku ji xûna Habîl qenctir xeber dide.


Wey li wan, ku rʼîya Qayînda çûn, mîna Bilam xalifîn, pey kʼara xwe kʼetine û mîna rʼaberîbûna Qorax wê bela xwe bibînin.


Hʼemû xûna bêsûce ku ser rʼûyê eʼrdê hatîye rʼêtinê wê bê ser we, ji xûna Habîlê bêsûc hʼeta xûna Zekerîyayê kurʼê Berexîya, ewê ku we nav pʼaristgeh û gorîgehêda kuşt.


Belê anegorî Qanûnê pʼirʼanîya her tiştî pê xûnê paqij dibû û bêyî xûnrʼêtin baxşandin nedibû.


Awa ku haqas eʼlaleta şeʼdaye giran dora me girtîye, de werin em hʼemû giranîyê û wî gunê ku rʼihʼet li me diwele ji xwe dûr xin û bi teyax lecmeydana pêşîya xweda birʼevin.


ji xûna Habîl hʼeta xûna Zekerîya, ya ku nav gorîgehê û pʼaristgehêda hate rʼêtinê. Ez rʼast werʼa dibêjim, ji vî nisilî wê bê xwestinê.


Ew dibêjin, ku Xwedê nas dikin, lê bi kirêd xwe Wî înkʼar dikin, hʼeram û xweserîxwe ne û her kirineke qencrʼa bêkêr in.


Her serekkʼahînek ji nav meriva tê bijartinê û kʼifşkirinê, ku bona meriva li ber Xwedê bisekine, wekî hʼedî û qurbana ber guna bide.


Bi bawerîyê pêşîyêd me li Xwedê xweş hatin.


Çimkî ewî rʼast, ku nava wanda dima, kirêd bêolîtîya wan didîtin û dibihîstin, her rʼoj rʼuhʼê wîyî rʼast xweda dişewitî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite