Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 11:26 - Peymana Nû (Încîl)

26 Ewî qara Mesîh hê hebûneke mezin hʼesab kir, ne ku xiznêd Misirê, çimkî çʼeʼvnihêrʼî bû, ku heqê xwe bistanda.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

26 û şermezariya di ber Mesîh de ji xezîneyên Misrê dewlemendiyeke mezintir hesab kir. Çimkî wî li xelata ku wê bistanda dinêrî.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

26 Әԝи ԛара Мәсиһ һе һәбунәкә мәзьн һʼәсаб кьр, нә кӧ хьзнед Мьсьре, чьмки чʼәʼвньһерʼи бу, кӧ һәԛе хԝә бьстанда.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

26 اَوی شَرمزاری بَر خاطره مسیحْ، خِزینَیَگه عَظیمتِر ژه خِزینه مصره زانی، چون گو چاوه وی وه خَلاته بو.

Gade chapit la Kopi




Îbranî 11:26
29 Referans Kwoze  

Û bê bawerî tʼu car nabe ku însan li Xwedê xweş bê, çimkî ewê ku nêzîkî Xwedê dibe, gerekê bawer bike, ku Xwedê heye û wê wan xelat ke, kʼîjan ku li Wî digerʼin.


Awa wê gumana xwe unda nekin, ya ku hêjayî heqê mezin e.


Ez vê tʼemîyê didime te: Zêrʼê ku bi êgir hatîye safîkirinê ji Min bikʼirʼe, wekî tu dewletî bî û kʼincêd çîle-qerqaş ji Min bikʼirʼe, ku li xwe kî, wekî şerma teʼzîbûna te bê nixamtinê, usa jî dermanê çʼeʼva, ku li çʼeʼvêd xwe dî, wekî bibînî.


Heger hûn bona navê Mesîh bêne rʼezîlkirinê, hûne xwezilî ne, ku usa ye Rʼuhʼê xweyîrʼûmet, Rʼuhʼê Xwedê ser we danîye.


Çimkî heger ew xebera pê milyakʼeta hate gotinê hʼîmgirtî ma û hʼemû neheqîyê û bêêlimîyê heqê xwe rʼast standin,


em çawa yêd zelûlîyêda ne, lê em her tʼim şa ne, çawa yêd belengaz, lê em geleka dewletî dikin, çawa kʼifş dibe yanê tiştekî me tʼune, lê her tiştêd me hene.


Hingê tê xwezilî bî, çimkî ewana nikarin qencîya te li te vegerʼînin, lê belê Rʼoja Rʼabûna rʼastaye ji mirinê wê li te bê vegerʼandinê».


Eşq û şa bin, çimkî heqê we li eʼzmana gelek e. Bi vî cûrʼeyî pʼêxemberêd ku berî we hebûn, zêrandin.


Belê ez ku ji nava cimeʼta Xwedêda ji yê herî biçʼûk kêmtir im, lê ev kʼerem minrʼa hatîye dayînê, ku nava necihûyada dewlemendtîya Mesîhe ne li ber hʼişa dannasîn kim


Lema jî ez bona navê Mesîh sistîya, qara, hêsîrî-belengazîya, zêrandina û teʼlî-tengîya begem dikim, çimkî gava ez sist dibim, hingê qewat dibim.


Rʼuhʼê Mesîhî nava wanda hê pêşda li ber wan vedikir, ku Mesîhê cefê bikʼişîne û peyrʼa bikʼeve rʼûmeta Xwe. Û wan dikir ku bizanibin kʼa bona kʼengê û zemanekî çawada ev yekê biqewimin.


Awa werin, em ji zomê derên herʼine cem Wî û qara Wî hildine ser xwe,


Carna bi qara û zêrandina hûn aşkere dihatine rʼezîlkirinê, carna jî tʼevî hʼalê wan dibûn, yêd ku ew tişt dikʼişandin.


Lê çi ku kʼara min bû, min bona Mesîh zîyan hʼesab kirîye.


Bira çʼeʼvêd rʼuhʼê we vebin, wekî hûn feʼm bikin, çi ye ew gumana ku Wî gazî we kirîye û çi ye ew dewlemendtîya rʼûmeta Wî, ya ku cimeʼta Wî wê war be


Evana jî ji civîna giregira çûn, şa dibûn ku bona navê Îsa hêjayî rʼezîlkirinê bûne.


Ewê ku pʼêxember qebûl dike çawa pʼêxember, wê heqê pʼêxember bistîne û ewê ku merivekî rʼast qebûl dike çawa merivê rʼast, wê heqê yêd rʼast bistîne.


Haş ji xwe hebin, ku hûn qencîyêd xwe ber meriva nekin, wekî ji wan bêne kʼifşê. Yan na, hûn ji Bavê xweyî Eʼzmana heq nastînin.


Ez haş ji tengasî û belengazîya te heme, lê belê tu dewletî yî! Usa jî haş ji buxdanêd wan heme, yêd ku xwerʼa dibêjin: ‹Eme cihû ne›. Ew ne cihû ne, lê ew ji kʼinîşta mîrêcin in.


Awa ji we her kes, kʼî ku destê xwe ji tʼemamîya hebûna xwe nekʼişîne, ew nikare bibe şagirtê Min.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite