Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 11:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Ev hʼemû jî ku bawerîyêda mirin, lê sozêd Xwedê nestandin. Ewana tʼenê ew soz dûrva dîtin, şa bûn û xwe mukurʼ hatin, ku ew merîne xerîb û firarî ne li ser dinê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

13 Evên ha hemû di baweriyê de mirin. Ew negihîştin sozên ku hatibûn dayîn, lê belê ew ji dûr ve dîtin û silav li wan kirin; wan eşkere kir ku ew li ser rûyê erdê xerîb û mêvan in.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

13 Әв һʼәму жи кӧ баԝәрийеда мьрьн, ле созед Хԝәде нәстандьн. Әԝана тʼәне әԝ соз дурва дитьн, ша бун у хԝә мӧкӧрʼ һатьн, кӧ әԝ мәринә хәриб у фьрари нә ль сәр дьне.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 اَونَ همو ناو ایمانه دا مِرِن، به هِنده گو گَهَشته بِنَ اَو دِشده هاتی وَعدَ دایین، بَلگو اَوان تِنه دوروَدا، اَو دیته بون و سِلاو دابونَ وان. اَوان اینانَ اَزمان گو سَر رویه عَردی غَریب و به کَس بون.

Gade chapit la Kopi




Îbranî 11:13
36 Referans Kwoze  

Bi bawerîyê Mûsa Misir hişt û ji hêrsa pʼadşê netirsîya, çimkî Mûsa ewê ku nedihate kʼifşê didît û ser ya xwe ma.


Bavê we Birahîm hʼeyra wê rʼoja Minda bû, wî dît û şa bû».


Ev hʼemû bawerîya xweda berbiçʼeʼv bûn, lê sozê Xwedê nestandin,


Awa hûn îdî ne xelq û xerîb in, lê bajarvantîya we tʼevî cimeʼta Xwedê ye û neferêd mala Xwedê ne.


Belê vê gumanêda em xilaz bûn. Lê ew gumana ku tê dîtinê, ew ne guman e, çimkî yek çawa dikare gumana wî tiştî be, kʼîjan li ber çʼeʼva ye?


Delalno! Ez hîvî ji we dikim, çawa merivêd firarî û xerîbe vê dinê, hʼevza xwe ji dilhavijîyêd bedenê bikin, ku miqabilî rʼuhʼê we şerʼ dikin.


Heger hûn Wîrʼa Bavo dibêjin, Yê ku bê firqî dîwana her kesî weke eʼmelêd wî dike, ku usa ye vî wextê xerîb-firarîya xweye vê dinê bi xofa Xwedê derbaz kin.


û wê yekêda bawer bû, ku Yê soz daye wê bîne sêrî jî.


Bi vê yekê emê zanibin ku em ji rʼastîyê ne û bikaribin bi dilekî rʼihʼet ber Xwedê bisekinin.


Ez rʼast werʼa dibêjim, gelek pʼêxember û merivêd rʼast hʼizreta dîtina van tişta bûn çi ku hûn dibînin, lê nedîtin û bibihîstana çi ku hûn dibihên, lê nebihîstin.


Îşaya aha got, çimkî wî rʼûmeta Îsa dît û li ser Wî xeber da.


Awa em dîna xwe nadine tiştêd xuya dibin, lê yêd nexuya, çimkî tiştêd xuya bona wextekî ne, lê yêd nexuya hʼeta-hʼetayî ne.


Awa em her gav vê yekêda eʼseyî guman in. Em zanin hʼeta em vî qalibîda dimînin ji Xudan dûr in,


Ewêd ku tiştêd aha dibêjin, didine kʼifşê ku ew li welatekî bona xwe digerʼin.


Bi bawerîyê Birahîm ku ji Xwedê hate cêrʼibandinê, Îshaq kire qurban. Ewî soz standibûn, lê dîsa kurʼê xweyî tayê tʼenê dikire qurban,


Ji Petrûs, Şandîyê Îsa Mesîh, cimeʼta Xwedêye bijartîrʼa, ya ku li welatêd Pontosê, Galatyayê, Kepedokyayê, Asyayê û Bîtênyayêda xerîb belabûyî ye.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite