Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 11:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Bawerî eʼseyîya wan tişta ye, ku em têda guman in û îzbatîya wan tişta ye, ku meva ne xuya ne.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 Îcar bawerî, ewlebûna tiştên ku hêvî bi wan tê kirin e, piştrastbûniya tiştên ku nayên dîtin e.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Баԝәри әʼсәйийа ԝан тьшта йә, кӧ әм теда гӧман ьн у избатийа ԝан тьшта йә, кӧ мәва нә хӧйа нә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 نَهَ، ایمان اطمینانَ بُ اَو دِشده گو مَ اُمیدا خو دایَ وان و بِشتراستگِرِنَ راستا دِشده گو اَم نابینِن.

Gade chapit la Kopi




Îbranî 11:1
24 Referans Kwoze  

çimkî em bi bawerîyê dijîn, ne ku bi dîtina çʼeʼva.


Awa em dîna xwe nadine tiştêd xuya dibin, lê yêd nexuya, çimkî tiştêd xuya bona wextekî ne, lê yêd nexuya hʼeta-hʼetayî ne.


Bi bawerîyê Nuh bona tiştêd ku hê nedihatine kʼifşê ferman ji Xwedê stand û bi xofa Xwedê rʼabû bona xilazbûna mala xwe gemî çêkir. Nuh bi wê bawerîyê dîwana dinê kir û bû xweyîwarê wê rʼasthʼesabbûnê, ya ku ji bawerîyê tê.


em dikarin bi dilê rʼast nêzîkî Xwedê bin, bawerîyêva tʼijî, îsafa xweda bi xûnrʼeşandinê ji xirabîyê paqijbûyî û qalibê xwe jî pê ava zelal şûştî.


Bi bawerîyê Mûsa Misir hişt û ji hêrsa pʼadşê netirsîya, çimkî Mûsa ewê ku nedihate kʼifşê didît û ser ya xwe ma.


Em naxwazin ku hûn xwerʼanedîtî bin, lê çʼeʼv bidine wan, yêd ku bi bawerîyê û sebirê sozêd Xwedê war dibûn.


Lê em ne ji wan in, ku paşda vekʼişin û unda bin, lê em ew in, ku bawer dikin, wekî rʼuhʼêd me xilaz bin.


Awa niha ev hersêk dimînin: Bawerî, guman û hʼizkirin. Lê hʼizkirin ser wanrʼa ye.


Ev hʼemû jî ku bawerîyêda mirin, lê sozêd Xwedê nestandin. Ewana tʼenê ew soz dûrva dîtin, şa bûn û xwe mukurʼ hatin, ku ew merîne xerîb û firarî ne li ser dinê.


Çimkî em tʼevî Mesîh bûne xweyîpʼar, heger tʼenê em wê bawerîyê ji serîda hʼeta xilazîyê qewîn bigirin.


Çimkî yektîya Mesîh Îsada, ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî bawerî ye ku bi hʼizkirinê ya xwe dike.


Awa heger yek yektîya Mesîhda ye, ew eʼfirînekî nû ye, tiştêd kevin derbaz bûn çûn û va yêd nû hatin.


Ji Şimhʼûn Petrûsê xulam û şandîyê Îsa Mesîh, wanrʼa, yêd ku bi heqîya Xwedê Xilazkirê me Îsa Mesîh ew bawerîya xweyîqîmet standin, çawa me stand:


Min bi meʼrîfetî hin hîvî ji cihûya, hin jî ji necihûya kir, ku vegerʼine berbi Xwedê û bawerîya xwe Xudanê me Îsa bînin.


Ji Pawlosê xulamê Xwedê û şandîyê Îsa Mesîh, bona pêşdaçûyîna bawerîya bijartîyêd Xwedê û zanebûna ser rʼastîyê, anegorî xwedênasîyê,


lê emê çawa xwe xilaz kin heger em guh nedine wê xilazbûna mezin? Bona vê xilazbûnê Xudan pêşda dannasîn kir û yêd ku dengê Wî bihîstin meva eʼseyî kirin.


Çi ku dibêjim, rʼast e li Xudan xweş nayê, lê çawa yekî bê hʼemdî xwe, ber bayê navê xwe kʼetî.


ku nebe heger mekedonî tʼevî min bên û bibînin hûn ne hazir in, em şermî bin (naxwazim bêjim hûn jî) wê gumanêda, ya ku em weda guman bûn.


Lê Mesîh çawa kurʼ hindava mala Xwedêda amin bû. Û ew mala Wî em in, heger em wê eʼgîtîyê û gumana ku em pê difirʼin qewîn bigirin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite