Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 10:32 - Peymana Nû (Încîl)

32 Wan rʼojêd pêşin bîr bînin, gava hûn hatine rʼonayîkirinê, we şerʼekî çawayî giran bi cefava dikʼişand.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

32 Îcar wan rojên pêşî yên piştî ku hûn hatin ronahîkirin, bînin bîra xwe: Gava hûn ketibûn tengahî û cefayên giran, we çawa ev ragirtibû.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

32 Ԝан рʼожед пешьн бир биньн, гава һун һатьнә рʼонайикьрьне, ԝә шәрʼәки чаԝайи гьран бь щәфава дькʼьшанд.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

32 بله وان رُژه پِشتا بیننَ بیراخو، وقته گو اون بِ نورا خدا روناهی بِبون؛ وان رُژادا اون بِ تحمل گِرِنا زَجرا، ناو شَرَگه عَظیم دا طیگ راوَستان.

Gade chapit la Kopi




Îbranî 10:32
18 Referans Kwoze  

Çimkî yêd ku carekê hatine rʼonayîkirinê, pʼêşkʼêşa eʼzmên teʼm kirine û Rʼuhʼê Pîroz pʼar standin,


We hê hʼeta xûnrʼêtinê miqabilî gune şerʼ nekirîye.


Hûn haş ji xwe hebin, wekî hûn kʼeda xwe unda nekin, lê heqê xwe tʼemam bistînin.


Lê tʼenê em gihîştine çi derecê, anegorî wê yekê bijîn.


De bîne bîra xwe ku te çi standîye û bihîstîye, gurʼa wan tişta bike û tʼobe ke. Lê heger tu hʼişyar nebî, Ezê mîna dizekî ser teda bigirim û tê qet nizanibî ku Ezê kʼîjan sihʼetêda ser teda bigirim.


Ez dixwazim hûn zanibin ku ez çi şerʼî dikim bona we, yêd Lawdikyayê û hʼemûyêd ku rʼû bi rʼû ez nedîtime.


Awa niha bîne bîra xwe, ku tu ji kʼu derê kʼetîyî û ji gunekirinê vegerʼe, kirêd xweye pêşîyê bike. Heger na, Ezê bême cem te û şemdana te ji cîyê wê hildim.


Wî Xwedêyê ku got: «Bira ji teʼrîyê rʼonayî derê», Wî xwexa dilê meda şewq da, wekî em rʼûmeta Xwedê nas kin, bi wê şewqa ku ji rʼûyê Mesîh dertê.


wekî çʼeʼvêd wan vekî, ji teʼrîstanîyê berbi rʼonayê û ji hʼukumê mîrêcin berbi Xwedê vegerʼînî, wekî bi saya wê bawerîya ser min, gunêd wan bêne baxşandinê û tʼevî pʼara cimeʼta Min bin›.


bi gumanê şa bin, tengasîyada sebir kin, her gav dua bikin,


Rʼastîyê kʼeve hʼeta niha gerekê hûn dersdar bûna, lê hûn hê hʼewce ne ku ji gotinêd Xwedê dersêd pêşine sade hîn bin. Hûn hela hê hʼewcê şîr in, ne ku xwarina giran.


Xwedê ser neheqîyê nîne, wekî kirêd we û ew hʼizkirina ku we bona navê Wî da kʼifşê bîr bike, ya ku we cimeʼta Xwedêrʼa xizmetkʼarî kir û dikin jî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite