Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 10:29 - Peymana Nû (Încîl)

29 Lê tʼexmîna we, ewê hê çiqasî hêjayî cezayê giran be, yê ku Kurʼê Xwedê daye bin pʼîyêd xwe û Xûna peymanê hʼeram hʼesab kirîye, bi Kʼîjanê ew paqij bû û Rʼuhʼê kʼeremdayînê bêhurmet kirîye?

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

29 Îcar di gumana we de yê ku Kurê Xwedê di bin lingan de biperçiqîne, xwîna Peymanê ya ku ew pê hatiye pîrozkirin, pîs bibîne û Ruhê keremê nizim bike, ewê cezayekî hê çiqas xerabtir heq bike?

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

29 Ле тʼәхмина ԝә, әԝе һе чьԛаси һежайи щәзайе гьран бә, йе кӧ Кӧрʼе Хԝәде дайә бьн пʼийед хԝә у Хуна пәймане һʼәрам һʼәсаб кьрийә, бь Кʼижане әԝ паԛьж бу у Рʼӧһʼе кʼәрәмдайине беһӧрмәт кьрийә?

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

29 نَهَ گُمانا وَ اَوه گو گوره خدا بِن پِیادا پِپَس گِریَ و به حُرمَتیا خونا وه عَهدا گو بِ واسِطا وی تقدیس بِبو گِریَ و رِحا لطفا خدا گوشگَ گِریَ، چه قیاسا لاییقه جَزایَگه خِرابتِرَ؟

Gade chapit la Kopi




Îbranî 10:29
40 Referans Kwoze  

heger ew ji wê bawerîyê bikʼevin, îdî nabe ku ewana dîsa vegerʼin ser xweda bên, çimkî ewana careke din Kurʼê Xwedê nav xweda xaç dikin û dikine sosret.


Û Rʼuhʼê Xwedêyî Pîroz neêşînin, bi Kʼîjanî hûn bona Rʼoja Azayîyê hatine morkirinê.


Awa kʼî bi nelayîqî nanê Xudan bixwe yan kʼasa Wî vexwe, wê deyndarê beden û xûna Wî be.


Û kʼî ku tiştekî miqabilî Kurʼê Mêriv bêje, wê bê baxşandinê. Lê kʼî ku gotineke xirab miqabilî Rʼuhʼê Pîroz bêje, li wî nayê baxşandinê.


lê emê çawa xwe xilaz kin heger em guh nedine wê xilazbûna mezin? Bona vê xilazbûnê Xudan pêşda dannasîn kir û yêd ku dengê Wî bihîstin meva eʼseyî kirin.


Serhʼişkno! Kʼafir û guhada kerʼno! Hûn tʼimê miqabilî Rʼuhʼê Pîroz disekinin, kal-bavêd we çawa bûne, hûn jî usa ne.


Îdî haş ji xwe hebin, nebe ku hûn Ewî werʼa xeber dide tʼexsîr kin. Heger ewêd ku li ser dinê Mûsa tʼexsîr kirin, kʼîjanî ku tʼemîyêd Xwedê didan xilaz nebûn, îdî emê çawa bikaribin xilaz bin heger em pişta xwe bidine Yê ku ji eʼzmana merʼa xeber dide?


Heger xûna canega, nêrîya û kʼozîya nogina ku dirʼeşandin, yêd ku li gora eʼdet hʼerʼimî bûn, dervava ew paqij dikirin,


Çimkî kʼî bixwe û vexwe û feʼmîna bedena Xudan nizanibe, ew dîwana xwe dixwe û vedixwe.


Çimkî yêd ku carekê hatine rʼonayîkirinê, pʼêşkʼêşa eʼzmên teʼm kirine û Rʼuhʼê Pîroz pʼar standin,


Ewê ku pîroz dike û ewêd ku pîroz dibin, ev hʼemû jî ji Bavekî ne. Lema Ew vê yekêda şermîyê nabîne, ku wan xûşk-birayêd Xwe hʼesab ke


Bona wan Ez Xwe buhurtî-jibare dikim, wekî ew jî bi rʼastîyê buhurtî-jibare bin.


Tiştê buhurtî nedine sa û ne jî durʼêd xwe bavêjine ber beraza. Heger na, berazê wan bin nigêd xweda pʼêpes kin û seyê jî vegerʼin we bidirʼînin.


Awa Xwedêyê eʼdilayîyê, ku Xudanê me Îsa ji mirinê rʼakir, Yê ku bi xûna peymana hʼeta-hʼetayê Serekşivanê pêz e,


de îjar hûn Wîrʼa çawa dibêjin: ‹Tu Xwedê bêhurmet dikî›, Yê ku Bavê pîroz kir û şande dinyayê, çimkî Min got: ‹Ez Kurʼê Xwedê me›.


got: «Ev e xûna wê peymanê, ya ku Xwedê tʼemî da we».


Çimkî Ew gerekê pʼadşatîyê bike, hʼeta ku Xwedê hʼemû dijmina bike binê pʼîyêd Wî.


Û Xwedêyê eʼdilayîyê zûtirekê wê serê mîrêcin binê nigêd weda bipʼelêxe. Kʼerema Xudanê me Îsa Mesîh tʼevî we be.


eva xûna Min e bona peymanê, ku bona baxşandina gunêd geleka tê rʼêtinê.


çimkî nivîsar dibêje: «Xwedê her tişt binê pʼîyada êlimî Wî kir». Lê gava tê gotinê «her tişt» êlimî Wî kir, feʼmdarî ye, pêştirî Wî Xwedêyî, Yê ku her tişt êlimî Wî kir.


Wana dît ku hineke ji şagirtêd Wî bi destêd hʼeram, awa gotî destneşûştî nan dixwin.


Û ji we hinek usa bûn. Lê hûn ji guna hatine şûştinê, hûn hatine buhurtî-jibarekirinê, hûn rʼast hatine hʼesabê bi navê Xudan Îsa Mesîh û bi Rʼuhʼê Xwedêyê me.


wekî wê bi xeberê buhurtî-jibare ke, pê avê bişo,


Awa ku Serekkʼahînekî meyî mezin heye, ku eʼzmanarʼa derbaz bûye, Îsayê Kurʼê Xwedê, de werin em wê bawerîya ku îqrar dikin qewîn bigirin.


Bi vî awayî Îsa Mesîh eʼmirê Xwedê anî sêrî, carekê bona her tʼim bedena Xwe kire qurban, bi vê yekê em paqij kirin.


usa jî ji Îsa Mesîhê şeʼdê amin, Nixurîyê ji nava mirîya û serwêrê pʼadşêd eʼrdê. De bira rʼûmet û qudret Wîrʼa be hʼeta-hʼetayê, Yê ku me hʼiz dike û em pê xûna Xwe ji gunêd me aza kirin û em kirin kʼahînêd pʼadşatîyê, wekî Bavê Wî Xwedêrʼa em xizmetkʼarîyê bikin. Amîn!


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite