Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Îbranî 1:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Ew nûra rʼûmeta Xwedê ye, xût mîna heyîntîya Wî ye, Ew bi qewata xebera Xwe her tiştî xwey dike. Gava Ewî mecala şûştina gunêd meriva hazir kir, li jor herema mezinayîya Xwedêye rʼastê rʼûnişt.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

3 Ew şewqa rûmeta Xwedê û xuyabûna rastîn a cewhera wî ye. Ew her tiştî bi peyva xwe ya hêzdar hildigire. Piştî ku wî paqijbûna gunehan pêkanî, ew li jorê, li milê Yê Mezin ê rastê rûnişt.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

3 Әԝ нура рʼумәта Хԝәде йә, хут мина һәйинтийа Ԝи йә, Әԝ бь ԛәԝата хәбәра Хԝә һәр тьшти хԝәй дькә. Гава Әԝи мәщала шуштьна гӧнед мәрьва һазьр кьр, ль жор һәрәма мәзьнайийа Хԝәдейә рʼасте рʼуньшт.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 اَو، شَوقا شُکوه و جلالا خدا و دووهار بونا کامِلَ ذاته ویَ و همو دِشدی بِ کلاما خو یا پْر ژه قُدرَت سَرپِیا خُدان دِگَت. اَو پاشه پاک گِرِنا گُنَها، سَر دَسته راستَ اَوه خُدان عَظمَتَ آلیه سَری رونِشت.

Gade chapit la Kopi




Îbranî 1:3
42 Referans Kwoze  

«Ya Xudan Xwedêyê me, Tu hêja yî ku rʼûmet, hurmetê û qewatê bistînî. Çimkî Te her tişt eʼfirandin û bi xwestina Te ew eʼfirîn û hene».


Û Xeber bû xûn û goşt, bi kʼerem û rʼastîyêva tʼijî nav meda konê Xwe danî. Me rʼûmeta Wî dît, ew rʼûmeta Kurʼê Bavêyî tayê tʼenê.


Mîrê vê dinyayêyî neheq şeverʼeşa kora anîye ser feʼmê nebawera, wekî rʼonaya Mizgînîya rʼûmeta Mesîh nede ser wan, Yê ku sûretê Xwedê ye.


De îdî em dîna xwe bidine Îsa, wî Pêşîkʼêşî û Kʼamilkirê bawerîya me, Yê ku bona wê şabûna pêşîya Xwe xaç hilanî, şerm ber tiştekî hʼesab nekir, paşê kʼêleka Xwedêye rʼastê ser tʼext rʼûnişt.


Kanîya jîyînê Ew bû û jîyîn jî rʼonaya meriva bû.


Lê Evî kʼahînî tʼenê carekê bona guna qurban da û peyrʼa hʼeta-hʼetayê kʼêleka Xwedêye rʼastê rʼûnişt


Xwedêyê bêşirîkî-bêheval, Xilazkirê merʼa, bi destê Îsa Mesîhê Xudanê me, şikir û mezinayî, qudret û hʼukumet be, berî her-heyê û niha jî û hʼeta-hʼetayê! Amîn.


Heger aha bûya, Ewî gerekê gelek cara pey eʼfirandina dinyayêrʼa cefa bikʼişanda. Lê niha axirîya dewrada Ewî Xwe da kʼifşê û carekê bona her tʼim pê xwequrbankirinê gune hildan.


Lê heger em rʼonayêda bigerʼin, çawa ku Ew rʼonayêda ye, emê hevva tʼevgirêdayî bin û xûna Îsayê Kurʼê Wî wê me ji hʼemû guna paqij ke.


Awa ku Serekkʼahînekî meyî mezin heye, ku eʼzmanarʼa derbaz bûye, Îsayê Kurʼê Xwedê, de werin em wê bawerîya ku îqrar dikin qewîn bigirin.


Û hûn zanin ku Mesîh bona wê yekê eʼyan bû, wekî guna hilde û nava Wîda gune tʼune.


Em ne ku pey çʼilovîskîyêd hostatîye berxwederxistî kʼetibûn gava me derheqa qewat û hatina Xudanê me Îsa Mesîhda werʼa got, lê me bi çʼeʼvêd xwe mezinayîya dîndara Wî dît.


Yê ku çûye eʼzmên, li milê Xwedêyî rʼastê ye û milyakʼet, hʼukumet û qudretêd rʼuhʼanî bin gurʼa Wîda ne.


Bi Wî we bawerîya xwe Wî Xwedêyî anî, Yê ku Ew ji nava mirîya rʼakir û rʼûmet da Wî, lema bawerî û gumana we ser Xwedê ye.


Fikira wan tiştêd me pêşda gotin ev e: Serekkʼahînekî meyî usa heye ku li eʼzmana ser tʼextê mezinayîya Xwedêye rʼastê rʼûniştîye.


Awa Xudan Îsa pey wê xeberdana tʼevî wanrʼa hilkʼişîya eʼzmên û li milê Xwedêyî rʼastê rʼûnişt.


Ewê ku serkʼeve, Ezê destûrê bidimê ku tʼevî Min ser tʼextê Min rʼûnê, çawa ku Ez serkʼetim û tʼevî Bavê Xwe ser tʼextê Wî rʼûniştim.


Îsarʼa ne lazim e ku Ew her rʼoj mîna serekkʼahînêd mayîn pêşîyê bona gunêd xwe û paşê bona gunêd cimeʼtê qurbana bide. Ewî ev yek carekê bona her tʼim kir, çaxê Xwe kire qurban.


Xwedê Ew hilkʼişand da kʼêleka Xweye rʼastê, Ewî jî Rʼuhʼê Pîrozî sozdayî ji Bavê stand û jorda barand, çawa ku hûn niha dibînin û dibihên.


Rʼoja dinê Yûhʼenna dît ku Îsa berbi wî tê, ewî got: «Va ye! Berxê Xwedê, Yê ku gunêd dinyayê hildide!


Awa ku hûn tʼevî Mesîh ji mirinê rʼabûne, ku usa ye li tiştêd jorin bigerʼin, wê dera kʼu Mesîh li milê Xwedêyî rʼastê rʼûniştî ye.


Kʼî dikare wan neheq ke? Mesîh Îsa ye ku bona wan mir, lê belê ji mirinê rʼabû jî û kʼêleka Xwedêye rʼastê ye, bona me lava-navçêtîyê dike.


û got: «Va ye ez eʼzmana vebûyî dibînim û Kurʼê Mêriv li milê Xwedêyî rʼastê sekinî!»


Belê ez Mizgînîyê şerm hʼesab nakim, çimkî ew qewata Xwedê ye, bona xilazbûna hʼemû bawermenda, pêşîyê bona cihûya, paşê necihûya.


Awa kʼîderê wesîyat peymankirî ye, gerekê li wir eʼseyî wesîyatdar mirî be.


û gotinê: «Dersdar! Mûsa got: ‹Heger yek bêzurʼet bimire, bira birê wî jina wî bistîne û warê birê xwe şîn ke›.


Ewî Xwe bona me da der, ku me ji hʼemû neheqîya xilaz ke û paqij ke, bike cimeʼta Xweye xîretkʼêşêd kirinêd qenc.


Kʼîjan milyakʼetîrʼa Xwedê gotîye: «Kʼêleka Mine rʼastê rʼûnê, hʼeta Ez neyarêd Te bikime binê pʼîyêd Te»?


Ewî ji Bav Xwedê rʼûmet û hurmet stand, gava ji wê Rʼûmeta Qeşeng deng hat û got: «Ew e Kurʼê Minî delal, ji kʼîjanî Ez rʼazî me».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite