Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Galatî 6:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Lê ji min nakʼeve ku ez bi tiştekî din bifirʼim, pêştirî bi xaçê Xudanê me Îsa Mesîh, bi kʼîjanî dinya bona min xaçbûyî ye, ez jî bona dinyayê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

14 Lê ji min dûr be ku ez ji xaça Xudanê me Îsa Mesîh pê ve bi tiştekî din pesnê xwe bidim. Bi wê xaçê dinya ji bo min hatiye xaçkirin û ez jî ji bo dinyayê.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

14 Ле жь мьн накʼәвә кӧ әз бь тьштәки дьн бьфьрʼьм, пештьри бь хаче Хӧдане мә Иса Мәсиһ, бь кʼижани дьнйа бона мьн хачбуйи йә, әз жи бона дьнйайе.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 بله حاشایی مِن گو اَز اِفتخاره دِشدَگه بِگَم خِنجی خاچا خادیه مَ عیسیْ مسیحْ گو بِ واسِطا وی دُنیا بُ مِن خاچِوَ وَبویَ و اَز ژی بُ دُنیایه.

Gade chapit la Kopi




Galatî 6:14
37 Referans Kwoze  

Em vê yekê zanin ku binyatʼa meye kevin tʼevî Wî xaç bû, wekî qalibê gunekʼar serî hilnede, ku ji vir şûnda em nebine xulamêd gune.


ji vir şûnda ne ku ez dijîm, lê Mesîh e ku nava minda dijî. Û niha ku ez vî qalibîda dijîm, bi Kurʼê Xwedê bawerkirinê dijîm, Yê ku ez hʼiz kirim û canîya Xwe bona min da der.


Çimkî gava ez nava weda bûm, min nêta xweda danenî ku tiştekî din hîn kim, pêştirî Îsa Mesîh û Ew jî Yê xaçbûyî.


Çimkî sinetîya rʼast ya me ye, ku bi Rʼuhʼê Xwedê em dihʼebînin û bi Mesîh Îsa difirʼin. Gumana me ne ser nav-nîşanêd qalib e,


Belê ez Mizgînîyê şerm hʼesab nakim, çimkî ew qewata Xwedê ye, bona xilazbûna hʼemû bawermenda, pêşîyê bona cihûya, paşê necihûya.


Û ewêd ku pʼara Mesîh Îsa ne, binyatʼa xwe bi tʼevî temêd xirab û havijîyava ser xaç kuştine.


De bira îdî tʼu kes pê meriva nefirʼe! Belê her tişt jî pʼara we ne.


Awa xûşk-birayêd mine delal, qewîn bimînin, ji cîyê xwe nehʼejin, her gav şixulê Xudanda pêşda herʼin, bizanibin xebata we boş-betal nîne li ber Xudan.


Yê ku canîya Xwe anegorî eʼmirê Bavê me Xwedê ji ber gunêd meva da, wekî me ji vî zemanê nihayî xirab xilaz ke.


Lê em, Mesîhê xaçbûyî dannasîn dikin, cihûyarʼa pʼişkbûn e, necihûyarʼa jî bêhʼişî,


Tʼu car! Em ku hindava gunada mirin, çawa dikarin hê nava wanda bijîn?


Û ez çawa dikim, ezê usa jî bikim, wekî rʼê nekʼeve wan, yêd ku meʼnîya digerʼin, wekî pʼeyê xwe bidin, yançîye ew jî mîna me dixebitin.


Ne ewê bê qirʼa wan rʼezvana bîne û rʼez bide hinekêd din». Gava ev yek bihîstin, gotin: «Xwedê neke».


Awa heger em dikin bi Mesîh rʼast bêne hʼesabê û wê gavê xuya be, ku em xwexa jî mîna wan gunekʼar in, hingê Mesîh bû wekʼîlê guna? Tʼu car!


Çimkî ez bi Qanûnî bona Qanûnê mirim, wekî bona Xwedê bijîm. Ez tʼevî Mesîh xaç bûm,


Awa Qanûn miqabilî sozêd Xwedê ye? Tʼu car! Belê heger qanûnek hebûya, ku bikaribûya jîyîn bida, hingê eʼseyî rʼasthʼesabbûn wê bi qanûnê bibûya.


Çimkî gelek jîyîna xweda dijminêd xaçê Mesîh in, bona kʼîjana min gelek cara werʼa gotîye, niha jî bi girî dibêjim.


Awa heger hûn tʼevî Mesîh mirine û ji sixirêd vê dinyayê aza bûne, îdî hûn çima mîna berê pey eʼrf-eʼdetêd vê dinyayê diçin? Hûn çima guh didine tʼemîyêd aha? Mesele:


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite