Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Galatî 6:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Ewêd ku dixwazin ji dervava xwe bidine kʼifşê, ew pʼêyî ser we dikin, ku hûn bêne sinetkirinê. Lê evana vê yekê dikin, ku tʼenê bona xaçê Mesîh ew neyêne zêrandinê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

12 Yên ku zorê li we dikin ku hûn sinet bibin, ew kes in ku dixwazin xwe bi tiştên bedenê derxin pêş. Ew bi tenê weha dikin, da ku mirov di ber xaça Mesîh de tengahiyê nedin wan.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

12 Әԝед кӧ дьхԝазьн жь дәрвава хԝә бьдьнә кʼьфше, әԝ пʼейи сәр ԝә дькьн, кӧ һун бенә сьнәткьрьне. Ле әвана ве йәке дькьн, кӧ тʼәне бона хаче Мәсиһ әԝ нәйенә зерандьне.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 اَونه گو دِخازِن ناو جسمه دا خو باش نیشان دَن، وَ مَجبور دِگَن گو اون سُنَت بِن، تِنه بِ وه نیّته گو بَر خاطره خاچا مسیحْ اَذیَته نَبینِن.

Gade chapit la Kopi




Galatî 6:12
22 Referans Kwoze  

Lê ez xûşk-birano, heger hela hê sinetkirinê dannasîn dikim, îdî çima tême zêrandinê? Wekî usa ye gerekê tʼu kesê ji xaçê Mesîh pʼişk nebûya.


Feʼmdarî ye ku ev eʼrf-eʼdet çawa serwaxtî xuya dibin, gava dikine stûyê xwe ku milyakʼeta bihʼebînin, xwe nimiz kin û bedena xwe bidine cefê, lê ev hʼemû miqabilî binyatʼa gunekʼar tʼu tiştî nakin.


Lê na, yêd usa şandîyêd derew in, pʼalêd qelp in, xwe dikine dilqê şandîyêd Mesîhe rʼast.


Hinek ji Cihûstanê berjêrî Entakyayê bibûn û bira hîn dikirin digotin: «Heger hûn li gora eʼdetê Mûsa neyêne sinetkirinê, hûn xilaz nabin».


Lê hʼeta Tîtoyê tʼevî min ku yûnan bû, pʼêyî ser wî jî nekirine, ku bê sinetkirinê. Ev pirs pêşda hat,


Îsa wanrʼa got: «Hûn ew in yêd ku xwe ber meriva rʼast didine kʼifşê, lê Xwedê dilê we zane. Bizanibin ku ew tiştê nav merivada xweyîqedir e, ew li ber Xwedê hʼeram e.


Çimkî gelek jîyîna xweda dijminêd xaçê Mesîh in, bona kʼîjana min gelek cara werʼa gotîye, niha jî bi girî dibêjim.


Tʼenê li kʼara xwe negerʼin, lê bira her kes li kʼara hevalê xwe jî bigerʼe.


Rʼast e hinek ji hʼevsûdîyê û mixenetîyê Mesîh dannasîn dikin, lê hinek jî ji nêta qencîyê.


Ewêd xweyîsinet xwexa Qanûnê xwey nakin, lê dixwazin ku hûn bêne sinetkirinê, wekî ew bi nîşana qalibê weyî merivayî bifirʼin.


Lê gava min dît ku ewana nava rʼastîya Mizgînîyêda namînin, hingê li ber hʼemûya min gote Petrûs: «Heger tu cihû yî, mîna yekî necihû dijîyî û ne mîna cihûya, tu çawa dikî ser necihûya, ku bibine mîna cihûya?»


Rʼast em newêrin, xwe ser mêzînê bikʼişînin û himberî wan kin, yêd ku xwexa pesinê xwe didin. Ewana nadine ber hʼişê xwe, gava nava xweda xwe pê hev çap dikin û xwe didine ber hev.


Lê hinek bawermendêd ji kʼomela fêrisîya rʼabûn gotin: «Gerekê van sinet kin û wanarʼa bêjin, ku Qanûna Mûsa xwey kin».


Yê ku xweserîxwe xeber dide, ew li navê xwe digerʼe, lê Ewê ku li navê Yê ku Ew şandîye digerʼe, Ew yekî rʼast e û li cem Wî qelpî tʼune.


Evana alîkîva malêd jinebîya hʼûfî xwe dikin, alîyê dinva jî bona xwekʼifşkirinê duayê xwe dirêj dikin. Dîwana wanê hê giran be».


Usa jî hûn derva merivava rʼast kʼifş dibin, lê hindurʼva hûn durʼû ne û neheq in.


Ew her tiştî dikin, ku ber meriva bêne kʼifşê. Kʼîsikêd mezin li mil û eʼnîyêd xweva girêdidin û rʼîşîyêd kʼincêd xwe dirêj dikin.


Gava ku hûn rʼojî digirin, mîna durʼûya meʼdekirî nîbin. Ew meʼdê xwe dikin, wekî meriv bizanibin ku ew rʼojî ne. Ez rʼast werʼa dibêjim, ku wana heqê xwe standîye.


Awa çaxê tu xêra dikî, pêşîya xwe borʼîyê nexe, çawa durʼû kʼinîşt û kʼûçada dikin, wekî meriv pesinê wan bidin. Ez rʼast werʼa dibêjim, ku wana heqê xwe îdî standîye.


Gava hûn dua dikin, mîna durʼûya nebin. Ew hʼiz dikin kʼinîşt û meydanada bisekinin dua bikin, ku ber meriva bêne kʼifşê. Ez rʼast werʼa dibêjim, îdî wana heqê xwe standîye.


Xwezî li wan, ku bona rʼastîqedandinê têne zêrandinê, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana ya wan e.


Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn mîna tʼirbêd sipîkirî ne, ku dervava bedew xuya dibin, lê hindurʼva bi hestûyê mirîya û bi hʼemû hʼeramîyêva tʼijî ne.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite