Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Galatî 6:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Xûşk-birano, heger yek neheqîkêda bê girtinê, hûn ku rʼuhʼanî ne, wî bînine ser rʼîya rʼastîyê, lê bi rʼuhʼê milûktîyê. Lê haş ji xwe jî hebin, ku hûn nekʼevine cêrʼibandinê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 Birano, eger yek di neheqiyekê de bê girtin, hûn ên ku ruhanî ne, yekî weha bi ruhê nermîtiyê bînin ser rê. Tu jî hay ji xwe hebe, da ku tu neyî ceribandin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Хушк-бьрано, һәгәр йәк нәһәԛикеда бе гьртьне, һун кӧ рʼӧһʼани нә, ԝи биньнә сәр рʼийа рʼастийе, ле бь рʼӧһʼе мьлуктийе. Ле һаш жь хԝә жи һәбьн, кӧ һун нәкʼәвьнә щерʼьбандьне.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 گَلی بِرایا، هَگو مِرُوَگه خطایَگ گِر، اون گو مِرُوه روحانی نَ اَوی ناو رِحا نَرمیه دا بیننَ سَر رِیا راست. خو شار بَ وِسا له نَیِت گو تِ ژی بِکَوی وَسوَسه.

Gade chapit la Kopi




Galatî 6:1
41 Referans Kwoze  

Em ku bawerîyêda qewat in, gerekê bikʼevine bin barê sista, ne ku em li xwe xweş bên.


Lê nebe ku bi çʼeʼvê xirab li wî binihêrʼin, lê mîna bira şîret kin.


bi şîrinayî yêd miqabil şîret ke, belkî Xwedê mecalê bide wan, ku ji gunekirinê vegerʼin û rʼastîyê nas kin.


Heger yek bibîne ku birê wî gunek kirîye, lê nabe berbi mirinê, bira bona wî dua bike û Xwedê wê jîyînê bide wî. Ez vê yekê hindava wanda dibêjim, kʼîjanêd ku gunê berbi mirinê nakin. Gune heye ku dibe berbi mirinê. Ez nabêjim, ku bona vê yekê dua bikin.


Lê niha hûn gerekê bibaxşînine wî û li ber dilê wîda bên, wekî kʼerbî berxwekʼetinê xwe unda neke.


û nigêd xwe rʼîya rʼastda bavêjin, ku yê dikule hol nebe, lê serda qenc be.


Lê belê Mesîh çawa Xudanê pîroz dilê xweda bilind bigirin. Her gav hazir bin, caba wan hʼemûya bidin, yêd ku bona wê gumana nava weda dipirsin. Lê wê yekê bi xof û milûktîyê bikin,


Ewê ku bawerîyêda sist e, qebûl kin, lê ne ku bona bîr-bawerîya wî jêrʼa bikʼevine deʼwê.


Awa kʼî difikire ku ew miqerʼm sekinî ye, bira haş ji xwe hebe ku nekʼeve.


Hûn çawa dixwazin? Ez bi kʼulmê ser weda bêm, yan bi hʼizkirinê û berbihêrîyê?


Belê em hʼemû jî gelekî şaşîya dikin. Heger yek xeberdanêda tʼu şaşîyê nake, ew yekî kʼamil e, ku dikare tʼemamîya qalibê xwe zeft ke.


Ez, Pawlos xwexa hîvî ji we dikim, bi milûktî û şîrinayîya Mesîh, çawa tê gotinê ku ez rʼû bi rʼû nava weda mîna berxekî me, lê dûrva hindava weda mîna şêrekî me.


Herʼin meʼna van xebera hîn bin: ‹Ez rʼeʼmê dixwazim, ne ku qurbanê›. Ez nehatime gazî yêd rʼast kim, lê gazî gunekʼara».


Heger yek difikire, ku xwexa pʼêxember e yan rʼuhʼanî ye, bira zanibe çi ku min werʼa nivîsîn, tʼemîya Xudan e.


Ji hevdu na-na nekin, pêştirî wê demê, gava hûn bi hevrʼa bona wextekê tʼifaq qirar dikin wekî xwe bidine duakirinê, lê paşê dîsa li hev vegerʼin, ku mîrêcin we necêrʼibîne ji dest bêtʼawîya we.


Lê yê xweyî-Rʼuhʼê Xwedê her tiştî eʼnene dike, lê belê xwexa ji kesekî nayê eʼnenekirinê.


Axirîya fikira binyatʼa merivayê mirin e, lê axirîya fikira Rʼuhʼ jîyîn û eʼdilayî ye.


Nîrê Min hildine ser xwe û ji Min hîn bin, çimkî Ez şkestî me û dilmilahîm im û hûnê xwerʼa rʼihʼetîyê bibînin.


Nava weda kʼî serwaxt û aqil e? Bira ew bi pʼergalîya xweye qenc, kirêd xwe bi milûktîya serwaxtîyê bide kʼifşê.


Girtîya bîr bînin, hʼesab kin ku çawa hûn jî tʼevî wan girtî ne, usa jî cefakʼêşa bîr bînin, çawa ku hûn jî mîna wan xûn û goşt in.


milûktî, xwegirtin. Hindava van tiştada qanûn tʼune.


Lê min xûşk-birano, nikaribû tʼevî we xeber da çawa tʼevî yêd xweyî-Rʼuhʼê Xwedê, lê çawa tʼevî bendêd vê dinê, çawa tʼevî xişîmêd bawerîya Mesîhda.


û Petrûs ew gotina Îsa anî bîra xwe ku wîrʼa gotibû: «Berî bangdana dîk, tê sê cara Min înkʼar kî». Derkʼete derva û kʼele-kʼel girîya.


Wî çaxî Petrûs derva li hʼewşêda rʼûniştibû. Carîk hate cem wî û gotê: «Tu jî tʼevî Îsayê Celîlê bûyî».


De bira kʼerema Xudanê me Îsa Mesîh tʼevî rʼuhʼê we be xûşk-birano. Amîn.


Heyneser xûşk-birano, em bi navê Xudan Îsa hîvî û rʼeca ji we dikin, ku hûn çawa ji me hîn bûn usa bimeşin, ku li Xwedê xweş bên, çawa diçin jî û wê yekêda hê pêşda herʼin.


Awa ez hîvî ji we dikim, hʼizkirina xwe hindava wîda mak kin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite