Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Galatî 5:22 - Peymana Nû (Încîl)

22 Lê berêd Rʼuhʼ ev in: Hʼizkirin, şabûn, eʼdilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, aminî,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

22 Lê berê Ruh, hezkirin, şahî, aştî, bîhnfirehî, dilovanî, qencî, dilsozî,

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

22 Ле бәред Рʼӧһʼ әв ьн: Һʼьзкьрьн, шабун, әʼдьлайи, сәбьркьрьн, ширьнайи, ԛәнщи, амьни,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

22 بله اِرمیشا رِحا خدا، مُحبّت، شادی، آشتی و سِلامتی، صَبر، مِهربانی، قَنجی، وفاداری،

Gade chapit la Kopi




Galatî 5:22
44 Referans Kwoze  

Ez im kʼola tirîyê, hûn jî çʼiqil in. Ewê ku Minva dimîne û Ez jî wîva dimînim, ewê gelekî ber bide. Çimkî bêyî Min hûn nikarin tʼu tiştî bikin.


Her çʼiqilê Minva ku ber nade ew dibirʼe. Lê ew çʼiqilê ku ber dide ji çirpîya paqij dike, wekî hê gelekî ber bide.


(çimkî berê rʼonayîyê ji her qencîyê, heqîyê û rʼastîyê dibe)


Ne ku we Ez bijartim, lê Min hûn bijartin û kʼifş kirin, wekî hûn herʼin ber bidin û berê we bimîne. Hingê hûn çi ku pê navê Min ji Bavê bixwazin, Ewê bide we.


Usa jî hûn xûşk-birayêd min, bi bedena Mesîh hindava Qanûnêda mirin, ku bibine pʼara yekî din, Yê ku ji mirinê rʼabûye, wekî hûn Xwedêrʼa ber bînin.


Awa we guhdarîya rʼastîyê kir û bi vî awayî xwe paqij kir, ku hʼizkirina we hindava xûşk-birada bê hʼilekʼarî be, niha bi dilê sax hevdu qayîm hʼiz bikin.


Heger dar qenc e, berê wê jî qenc e, heger dar xirab e, berê wê jî xirab e, çimkî dar ji berê xwe tê naskirinê.


Awa niha ev hersêk dimînin: Bawerî, guman û hʼizkirin. Lê hʼizkirin ser wanrʼa ye.


û bi saya Îsa Mesîh bi berêd heqîyêva tʼijîbûyî bin, bona rʼûmet û pesinê Xwedê.


wekî hûn bikaribin xwe usa xwey kin, çawa layîqî Xudan e, her alîyava li Wî xweş bên, her qencîkirinêda xweyîber bin, bi zanebûna Xwedê bigihîjin.


Hûn azayîyêrʼa hatine gazîkirinê xûşk-birano, lê tʼenê ew azayîya we bira nebe mecala xwestina binyatʼa însên. Dewsa wê bi hʼizkirinê hevdurʼa xulamtîyê bikin.


û bi rʼuhʼ û fikirêd xweda nûyejîyîn bin,


Lê niha hûn ji gune ku aza bûn û bûne xulamêd Xwedê, berê hʼelalîyê diçinin û axirîya wan jî jîyîna hʼeta-hʼetayê ye.


We Ew nedîtîye, lê hûn Wî hʼiz dikin, niha jî nabînin, lê bawerîya xwe Wî tînin û şa ne bi wê eşqa mezine xweyîrʼûmet, ku bi zara nayê gotinê.


Nebe ku yek cahiltîya te bêhurmet ke, lê tu bawermendarʼa bibe nexşek, xeberdanêda, rʼabûn-rʼûniştinêda, hʼizkirinêda, bawerîyê û hʼelalîyêda.


Çimkî Mesîh jî ne ku li Xwe xweş hat, lê çawa nivîsar e: «Ew qarêd ku li Te dikin, li Min dikin».


Min bi destê Sîlas, çawa birakî amin ez wî hʼesab dikim, kin werʼa nivîsî, dil didime we û şeʼdetîyê didim, ku ev e kʼerema Xwedêye rʼast. Vêda hûn qewîn bisekinin.


Ez xwexa weda guman im xûşk-birayêd min, ku hûn qencîyada mane û zanebûnêva jî dagirtî ne, dikarin hevdu şîret kin.


Heger saleke din ber bide, qenc e, lê heger nede, paşê bibirʼe›».


Usa jî bira jinêd wan giran, ne buxdanbêj, lê xwegirtî, her tiştîda amin bin.


Dua bikin, wekî em ji merivêd neheq û xirab xilaz bin, çimkî her kes Mizgînîyêda amin nîne.


Yêd ku li gora binyatʼa merivayê dijîn, ew ser tiştêd binyatʼa merivayê difikirin, lê yêd li gora Rʼuhʼ dijîn, ew ser tiştêd Rʼuhʼ difikirin.


Çimkî Pʼadşatîya Xwedê xwarin û vexwarinêda nîne, lê heqî, eʼdilayî û şabûnêda ye, ku dayîna Rʼuhʼê Pîroz in.


Ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, bi saya Xudanê me Îsa Mesîh û wê hʼizkirina ji Rʼuhʼ, wekî hûn bi duayêd xweye li ber Xwedê tʼevî şerʼkʼarîya min bin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite