Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Galatî 5:20 - Peymana Nû (Încîl)

20 pʼûtpʼaristî, pîresêrtî, neyartî, şerʼ-deʼw, hʼevsûdî, hêrskʼetin, hevrʼikʼî, dutîretî, cudetî,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

20 pûtperestî, sêrbazî, dijminahî, pevçûn, çavnebarî, hêrs, hevrikî, dubendî, partîkarî,

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

20 пʼутпʼарьсти, пирәсерти, нәйарти, шәрʼ-дәʼԝ, һʼәвсуди, һерскʼәтьн, һәврʼькʼи, дӧтирәти, щӧдәти,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 بت پرستی، سیحِربازی؛ دُژمِناتی، شَر، حسادت، کَرب، خوپرستی، نفاق، اختلاف،

Gade chapit la Kopi




Galatî 5:20
17 Referans Kwoze  

Lê pʼara tirsoneka, bêamina, kʼirêt-hʼerama, mêrkuja, bênamûsa, sêrbaza, pʼûtpʼarista û hʼemû derewîna wê gola agirê ku kʼirkʼûtêva dişewite bikʼeve. Ev e mirina duda».


Belê, eʼseyî dutîretî wê bikʼeve nava we, wekî yêd nava wedaye jibare kʼifş bin.


Ji yê ku bêtʼifaqîyê dike, carekê-duda şîret ke dûr kʼeve.


Hûn merivne serwaxt in, lema bi dilekî şa li bêhʼişa sebir dikin!


Pʼêxemberêd derew jî nava cimeʼta Îsraêlêda derkʼetine, çawa li nava weda jî wê dersdarêd derew derên. Ewê hînkirinêd zewal vedizine nava we, wî Xweyîyê ku ew kʼirʼîn jî înkʼar kin û zûtirekê belayê bînine serê xwe.


Lê hêrs û xezebê ser wanda be, yêd ku kʼara xwe digerʼin, dest ji rʼastîyê kirine û xwe dane xirabîyê.


Ez ditirsim, gava ez bêm, tuwere we usa nebînim, çawa ez dixwazim û hûn jî min usa nebînin, çawa hûn dixwazin. Ditirsim ku hê nava weda şerʼ-deʼw hebin, hʼevsûdî, hêrskʼetin, hevrʼikʼî, xeyb, buxdan, kʼubar-babaxî û bêtʼerbetî.


Lê heger hûn dev bavêjine hevdu, hevdu bixwin, miqatî xwe bin, ku kʼoka hevdu neynin.


Lê heger dilê weda hʼevsûdîya xirab û çʼeʼvnebarî hene, kʼubar nebin û rʼastîyê derew dernexin.


Her kesê ku birê wî ber çʼeʼva rʼeş e, ew mêrkuj e û hûn zanin ku nava tʼu mêrkujîda jîyîna hʼeta-hʼetayê tʼune.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite