Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Galatî 4:21 - Peymana Nû (Încîl)

21 Ji minrʼa bêjin, hûn ku dixwazin bin Qanûnêda bin, we nebihîstîye Qanûn çi dibêje?

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

21 Ji min re bêjin, ey hûn ên ku dixwazin di bin Şerîetê de bin: Ma hûn Şerîetê nabihîzin?

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

21 Жь мьнрʼа бежьн, һун кӧ дьхԝазьн бьн Ԛанунеда бьн, ԝә нәбьһистийә Ԛанун чь дьбежә?

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

21 اون گو دِخازِن بِن اَمره شِریعَته دا بِن، کانه بُ مِن بِژِن، ما اون گوهه خو نادَنَ اَمره شِریعَته؟

Gade chapit la Kopi




Galatî 4:21
16 Referans Kwoze  

Ewêd ku xwe spartine kirêd Qanûnê, ew binê nifirʼêda ne, çimkî nivîsar e: «Nifirʼ li her kesî ye, yê ku nava hʼemû nivîsarêd kʼitêba Qanûnêda namîne û naqedîne».


Awa em zanin Qanûn çi ku dibêje, wanarʼa dibêje, yêd ku bin hʼukumê Qanûnêda ne, wekî hʼemû dev bêne girêdanê û tʼemamîya dinyayê li ber dîwana Xwedê cabdar be.


Lê niha ku we Xwedê nas kirîye, lê belê Xwedê jî hûn nas kirine, hûn çawa dîsa vedigerʼine ser wan sixirêd vê dinêye bêqewate ne tʼu tişt û dîsa dixwazin xulamtîyê wanrʼa bikin?


Û gune wê serwêrtîyê li we neke, çimkî hûn ne bin qanûnêda ne, lê bin kʼeremêda.


Lê belê ev yek bû, wekî ew gotina ku Qanûna wanda hatîye nivîsarê bê sêrî: ‹Cîkî badîhewa jenîyane Min›.


Hingê eʼlaletê lê vegerʼand û gotê: «Me ji Qanûnê bihîstîye ku Mesîhê hʼeta-hʼetayê bimîne. Îdî Tu çawa dibêjî: ‹Gerekê Kurʼê Mêriv berbi jor bê hildanê›? Kʼî ye ew ‹Kurʼê Mêriv›?»


Îsa li wan vegerʼand û got: «Ne Qanûna weda nivîsar e, ku Xwedê got: ‹Hûn Xwedê ne›?


Lê Birahîm gotê: ‹Mûsa û pʼêxemberêd wan hene. Bira guhdarîya wan bikin›.


Îsa caba wan da û got: «Mûsa çi tʼemî da we?»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite