Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Galatî 4:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Û çi ku hate serê qalibê min, ew yek bû cêrʼibandinek bona we, lê dîsa we ez bêhurmet nekirim yan pişta xwe neda min, lê weke milyakʼetekî Xwedê ez qebûl kirim û weke Mesîh Îsa.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

14 Rewşa bedena min ji bo we tecrûbeyek bû, lê dîsa we ez kêm nedîtim û ez red nekirim, lê belê we ez wek milyaketekî Xwedê, wek Mesîh Îsa qebûl kirim.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

14 У чь кӧ һатә сәре ԛальбе мьн, әԝ йәк бу щерʼьбандьнәк бона ԝә, ле диса ԝә әз беһӧрмәт нәкьрьм йан пьшта хԝә нәда мьн, ле ԝәкә мьлйакʼәтәки Хԝәде әз ԛәбул кьрьм у ԝәкә Мәсиһ Иса.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 و بِ وه حالی گو وضعا مِن بُ وَ امتحانَگ بو، وَ اَز گوشگَ نَزانیم آن اَز به قَدِر نَگِرِم، بَلگو وَ اَز بینا میلیاکَتَگه خدا قَبول گِرِم، حتا وِسا گو مِرُو دِگُت وَ مسیحْ عیسیْ قَبول گِریَ.

Gade chapit la Kopi




Galatî 4:14
23 Referans Kwoze  

Ewê ku we qebûl dike, Min qebûl dike û ewê ku Min qebûl dike, Yê ku Ez şandime qebûl dike.


Û bona vê yekê jî em her gav rʼazîbûnê didine Xwedê: Gava we ji me xebera Xwedê bihîst, we ne ku çawa xebera merivayê, lê çawa xebera Xwedê qebûl kir, rʼast jî usa ye, ku nava we bawermendada Ya xwe dike.


Mêvanhʼizîyê bîr nekin, çimkî hineka bi wê yekê milyakʼet qebûl kirin, lê pê nehʼesîyan.


Awa em ji alîyê Mesîhda qasidîyê dikin, çawa ku Xwedê bi me hîvî ji we dike: Em alîyê Mesîhda rʼeca ji we dikin, tʼevî Xwedê li hev werin!


Awa kʼî vê tʼemîya hʼelalîyê tʼexsîr dike ew mêriv tʼexsîr nake, lê Xwedê, Yê ku Rʼuhʼê Xweyî Pîroz jî dide we.


Hûn zanin ku cara pêşin bêsihʼetîya qalibê min bû meʼnî, min Mizgînî da we.


Em bêhʼiş in bona Mesîh, lê hûn serwaxt in yektîya Mesîhda! Eme sist in, lê hûne qewat! Hûne xweyîrʼûmet in, lê eme bêrʼûmet!


û Xwedê yêd dinêbêxebere bêrʼûmet û yêd ne tʼu tişt bijartin, ku heyînêd berbiçʼeʼv rʼet ke herʼe,


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ewê ku wî qebûl ke, kʼîjanî ku Ez dişînim, ew Min qebûl dike û ewê ku Min qebûl dike, Yê ku Ez şandime qebûl dike».


Ewê guhdarîya we dike, guhdarîya Min dike û ewê we tʼexsîr dike, Min tʼexsîr dike, lê ewê Min tʼexsîr dike, yê ku Ez şandime tʼexsîr dike».


Pʼadşayê jî wanrʼa bêje: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, heger we qencî ji van xûşk-birêd Mine yê herî biçʼûk yekîrʼa kir, we Minrʼa kir›.


Û kʼî ku zarʼokeke aha bi navê Min qebûl ke, ew Min qebûl dike.


Bi bawerîyê hûn hʼemû yektîya Mesîh Îsada lawêd Xwedê ne.


Îdî firqî ne nava cihû û necihûyada heye, ne nava xulam û azayada, ne jî nava mêra û jinada, çimkî hûn hʼemû jî yek in yektîya Mesîh Îsada.


Ew şabûna we çawa bû? Ez weke şîrê xwe, heger ji dest weva bihata, weyê çʼeʼvê xwe jî derxista bida min.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite