Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Galatî 3:29 - Peymana Nû (Încîl)

29 Û heger hûn pʼara Mesîh in, wekî usa ye zurʼeta Birahîm in û warêd wî sozî ne.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

29 Îcar, eger hûn ên Mesîh in, hingê hûn dûndana Birahîm in û li gor sozê jî wêris in.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

29 У һәгәр һун пʼара Мәсиһ ьн, ԝәки ӧса йә зӧрʼәта Бьраһим ьн у ԝаред ԝи сози нә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

29 هَگو اون یه مسیحِن، بَجا اون نَسلا ابراهیمِن و گورَیَگی وَعده اون وَرَثَنَ.

Gade chapit la Kopi




Galatî 3:29
26 Referans Kwoze  

Eva surʼa vebû, wekî necihû pê Mizgînîyê tʼevî Îsraêlê war bin, bibine bedenek û xweyîpʼarêd sozê Wî bin, bi saya Mesîh Îsa.


Awa zanibin, yêd ku bawer dikin ew in zarʼêd Birahîm.


Û heger zarʼ in, usa jî xweyîwar in, warê Xwedê ne û tʼevî wartîya Mesîh in. Belê heger em tʼevî cefayê Mesîh bûne, emê tʼevî rʼûmeta Wî bin jî.


wekî bi kʼerema Wî em rʼast bêne hʼesabê û bi wê gumanê jîyîna hʼeta-hʼetayê war bin.


Ewê ku serkʼeve, her tiştê pʼara wî bikʼevin, Ezê Xwedêyê wî bim, ewê jî lawê Min be.


Bi vî awayî îdî tu ne xulam î, lê law î û heger law î, usa jî Xwedê tu kirî warê Xwe.


Bibihên xûşk-birayêd mine delal! Ne Xwedê belengazêd vê dinê bijartin, wekî bi bawerîyê dewletî bin û warêd wê Pʼadşatîyê bin, kʼîjan ku Xwedê wanrʼa soz daye, yêd ku Wî hʼiz dikin?


Hûn rʼeng-rʼûya dinihêrʼin. Kʼî xweda guman e, ku ew pʼara Mesîh e? Bira vê jî bifikire, ku çawa ew pʼara Mesîh e, usa jî em in.


Bi vê yekê Xwedê xwest wanarʼa, yêd ku wê soz jê bistandana hê bida kʼifşê, ku ew qirara Xwe naguhêze, îdî sozê Xwe bi sondxwarinê şidand.


Awa ew soz Birahîm û zurʼeta wîrʼa hatine dayînê. Nivîsarêda nayê gotinê: «Zurʼetêd te» çawa bona geleka, lê bona yekî: «Zurʼeta te» û ew zurʼet Mesîh e.


bona kʼîjanî Xwedê gotibûyê: «Zurʼeta teyê Îshaqda bê navkirinê».


Bi bawerîyê Nuh bona tiştêd ku hê nedihatine kʼifşê ferman ji Xwedê stand û bi xofa Xwedê rʼabû bona xilazbûna mala xwe gemî çêkir. Nuh bi wê bawerîyê dîwana dinê kir û bû xweyîwarê wê rʼasthʼesabbûnê, ya ku ji bawerîyê tê.


Îdî milyakʼet çi ne? Ew hʼemû jî rʼuhʼêd berdestî ne, ku bona xizmetkʼarîya wan têne şandinê, yêd ku xilazbûnê wê war bin.


Û ewêd ku pʼara Mesîh Îsa ne, binyatʼa xwe bi tʼevî temêd xirab û havijîyava ser xaç kuştine.


Îdî firqî ne nava cihû û necihûyada heye, ne nava xulam û azayada, ne jî nava mêra û jinada, çimkî hûn hʼemû jî yek in yektîya Mesîh Îsada.


Lê her kes dora xweda: Pêşîyê Mesîh çawa berê deremeta pêşin, paşê yêd pʼara Mesîh, wextê hatina Wîda.


Û nav xweda nefikirin nebêjin: ‹Birahîm bavê me ye›. Ez werʼa dibêjim, ku Xwedê ji van kevira jî dikare zarʼa Birahîmrʼa derxe.


Çimkî heger wartî Qanûnêva girêdayî bûya, wê sozdayînêva girêdayî nîbûya, lê Xwedê bi soz pʼêşkʼêşî Birahîm kir.


Awa ez dibêjim, warê ku xweyê her tiştî ye, lê hʼeta ku xişîm e ji xulêm nayê firqîkirinê.


De bira eʼdilayî û rʼeʼm ser wan hʼemûya be, kʼîjanêd ku anegorî vê yekê dijîn û usa jî ser Îsraêla Xwedê be.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite