Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Galatî 3:22 - Peymana Nû (Încîl)

22 Lê nivîsar hʼemûya bin hêsîrtîya guneda dide kʼifşê, wekî çi ku bi Îsa Mesîh bawerkirinê hatibûne sozdayînê, bawermendarʼa bêne dayînê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

22 Lê belê Nivîsara Pîroz her tişt di bin guneh de girtiye, da ku soz bi baweriya ku bi Îsa Mesîh e, ji yên ku bawer dikin re bê dayîn.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

22 Ле ньвисар һʼәмуйа бьн һесиртийа гӧнәда дьдә кʼьфше, ԝәки чь кӧ бь Иса Мәсиһ баԝәркьрьне һатьбунә создайине, баԝәрмәндарʼа бенә дайине.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

22 بله نِویسارا مُقدس دِبِژیت گو همو دِشد بِن گُنَهه دا اسیرَ، گو وِسا اَو وَعدا گو سَر ایمانا بِ عیسیْ مسیحَ، بُ اَونه گو ایمان اینانَ بِتَ دایین.

Gade chapit la Kopi




Galatî 3:22
31 Referans Kwoze  

Çimkî Xwedê hʼemû kirine girtîyêd neguhdarîyê, wekî hʼemûya jî bê rʼeʼmê.


Bona vê yekê Mesîh navçêtîya peymana nû dike, wekî yêd gazîkirî wî warê hʼeta-hʼetayê bistînin, kʼîjan ku Xwedê soz daye, çimkî mirina Wî bona azayîya ji neheqîyêd wan bû, yêd ku dema peymana pêşinda kiribûn.


Berî hatina bawerîyê, em bin destê Qanûnêda çawa girtî dihatine xweyîkirinê, hʼeta xuyabûna wê bawerîyê ku wê bihata.


Û ev e ew sozê ku Wî da me, ew jîyîna hʼeta-hʼetayê ye.


Ewê ku bawerîya xwe Kurʼ tîne, jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê heye. Ewê ku gurʼa Kurʼ nake, ew jîyînê nabîne, lê xezeba Xwedê li ser wî dimîne».


Ez çawa rʼonayîdar hatime dinyayê, wekî her kesê ku bawerîya xwe Min bîne, teʼrîyêda nemîne.


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim: Her kesê ku guh bide gotinêd Min û Wî bawer bike, Yê ku Ez şandime, jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê heye. Dîwana wî nayê kirinê, lê ew ji mirinê derbazî jîyînê bûye.


Lê em hîvîya eʼrdekî nû û eʼzmanêd nû ne, li gora sozê Wî, kʼîjanada heqîyê bimîne.


Bi vî awayî Ewî sozêd here mezine qîmet dane me, wekî em bi wan tʼevî binyatʼa xwedêtîyê bin û ji wê boş-betalîya ku ji dilhavijîyêd dinê pêşda tê birʼevin.


Ji Pawlosê bi eʼmirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa bona wî sozê jîyînê, ya ku bi saya Mesîh Îsa ye,


Û heger hûn pʼara Mesîh in, wekî usa ye zurʼeta Birahîm in û warêd wî sozî ne.


Heger tu bi devê xwe îqrar bikî, ku Îsa Xudan e û dilê xweda bawer bikî, ku Xwedê Ew ji nava mirîya rʼakirîye, tê xilaz bî.


Awa bi merivekî gune kʼete dinê û ji gune jî mirin hat. Bi vî awayî mirin ser hʼemû meriva bela bû, çimkî hʼemûya jî gune kir.


çimkî hʼemûya gune kir û negihîştine rʼûmeta Xwedê.


Wana jî got: «Bawerîya xwe Xudan Îsa bîne, tê neferêd xweva xilaz bî».


Lê belê ev hatine nivîsarê, wekî hûn bawer bikin, ku Îsa ye Mesîh, Kurʼê Xwedê û bi vê bawerîya pê navê Wî jîyîna we hebe.


Çimkî xwestina Bavê Min ev e, wekî her kesê ku Kurʼ bibîne û bawerîya xwe Wî bîne, jîyîna Wîye hʼeta-hʼetayê hebe. Û Rʼoja Axretêda jî Ezê wî ji mirinê rʼakim».


Awa gotî ez vê yekê dibêjim, ew wesîyeta ku pêşda ji Xwedêda hatibû tʼestîqkirinê, Qanûna ku çarsid sî salî şûnda derkʼet, nikare usa bike, wekî wesîyeta sozdayî qewata xwe unda ke.


Ev yek bû, wekî bi Mesîh Îsa duayê Birahîm bê ser necihûya, ku bi bawerîyê em Rʼuhʼê sozdayî bistînin.


Ewê ku bawer bike û bê nixumandinê wê xilaz be, lê ewê ku bawer neke dîwana wî wê bibe.


Ev e rʼasthʼesabkirina Xwedê: Kʼî bawerîya xwe Îsa Mesîh tîne, Xwedê wan hʼemûya li ber Xwe rʼast hʼesab dike. Firqî tʼune,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite