Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Galatî 2:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Eme ku eʼsilê xweda cihû ne û ne ji «necihûyêd gunekʼar» in,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

15 Her çiqas em bi eslê xwe Cihû ne û em ne ji gunehkarên miletên din in,

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

15 Әмә кӧ әʼсьле хԝәда щьһу нә у нә жь «нәщьһуйед гӧнәкʼар» ьн,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 اَم بوخو هَ ژه وقته گو داییگه دِبِن یهودینَ و اَم نه ژه اَو قَومه گُنَهکارِن گو یهودی نینِن؛

Gade chapit la Kopi




Galatî 2:15
14 Referans Kwoze  

Çimkî em jî wextekê bêfeʼm bûn, xweserîxwe, xalifî û xulamêd cûrʼe-cûrʼe temêd xirab û kʼêfa dilê xwe bûn, me nava xirabîyê û hʼevsûdîyêda dijît, em mîna meʼrê rʼeş, li ber çʼeʼvê hev rʼeş bûn.


Em hʼemû jî wextekê pey wan tişta diçûn, bi dilhavijîyêd binyatʼa merivayê dijît û dil û fikirêd merʼa çi derbaz dibûn me ew dikirin û binyatʼa xweda jî hêjayî xezeba Xwedê bûn, çawa yêd mayîn.


Awa em îdî çi bêjin? Em cihû tiştekîva ji necihûya çêtir in? Na xêr! Çimkî me îdî jor da kʼifşê, çawa cihû, usa jî necihû, hʼemû jî bin hʼukumê guneda ne.


lê rʼast bêjim ez dikarim gumana xwe bidime ser wan nav-nîşanêd qalib. Heger yek difikire, ku gumana wî ser qalib heye, ya min hê zêde heye.


Bi vî awayî soz bi bawerîyê tê standinê, wekî soz bona hʼemû zurʼetêd Birahîm pʼêşkʼêşeke erêkirî be, ne ku tʼenê bona wane yêd ku qanûnê diqedînin, lê bona wan jî, yêd ku mîna Birahîm bawer dikin. Çimkî Birahîm bavê me hʼemûya ye,


Hingê Ewî minrʼa got: ‹Herʼe, Ezê te bişînime dûr cem necihûya›».


Çaxê fêrisîya ev yek dît, şagirtêd Wîrʼa gotin: «Çima Dersdarê we tʼevî xercgir û gunekʼara dixwe û vedixwe?»


‹Gerekê Kurʼê Mêriv bikʼeve destê merivêd nerʼast, bê xaçkirinê û rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe›».


Awa heger em dikin bi Mesîh rʼast bêne hʼesabê û wê gavê xuya be, ku em xwexa jî mîna wan gunekʼar in, hingê Mesîh bû wekʼîlê guna? Tʼu car!


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite