Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Galatî 2:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Paşê çardeh sala şûnda tʼevî Barnabas dîsa rʼabûme Orşelîmê, Tîto jî min tʼevî xwe bir.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 Piştî çardeh salan, min Tîtos jî hilda ba xwe û bi Barnabas re careke din ez derketim Orşelîmê.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Паше чардәһ сала шунда тʼәви Барнабас диса рʼабумә Оршәлиме, Тито жи мьн тʼәви хԝә бьр.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 ایجا پاشه چارده سالا، اَز گَل برنابادا جارَگَ دی چُمَ شَهره اورشلیمه و مِن تیتوس ژی گَل خودا بِر.

Gade chapit la Kopi




Galatî 2:1
20 Referans Kwoze  

Lê hʼeta Tîtoyê tʼevî min ku yûnan bû, pʼêyî ser wî jî nekirine, ku bê sinetkirinê. Ev pirs pêşda hat,


Tîtorʼa, lawê xweyî heq-hʼelalî bawerîya meye tʼomerîda: De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bav û Mesîh Îsa Xilazkirê me li te be.


Erîstarxoyê hevalê minî kelêda li we silav dike, usa jî Marqosê pismamê Barnabas. (Bona wî we tʼemî standîye. Gava bê cem we, wî qebûl kin.)


Û cihûyêd bawermende mayîn jî tʼevî wî durʼûtî kirin, hʼeta ku Barnabas jî xalifî, kʼete nava wê durʼûtîya wan.


Paşê sê sala şûnda rʼabûme Orşelîmê, ku Petrûs bibînim û panzdeh rʼoja cem wî mam.


Heger pirs bê ser Tîto, ew heval û xebatkʼarê tʼevî min e bona we. Lê heger bê ser wan her du birayêd me, ewana ji alîyê civînêda şandî ne, bona rʼûmeta Mesîh dixebitin.


Şikir ji Xwedê ku ew xîret da Tîto jî, ku alî we bike.


Yan gerekê ez û Barnabas tʼenê bixebitin serê xwe xwey kin?


Bona vê yekê li tʼemamîya şêwira civîna me xweş hat, ku em meriva bibijêrin tʼevî birayêd meye delal Barnabas û Pawlos bişînine cem we,


Barnabasrʼa Zews gotin, Pawlosrʼa jî Hermês, çimkî xeberdanêda yê pêş ew bû.


Lê cihûya hêlan dane kʼulfetêd xwedêbawere xweyîqedir, tʼevî giregirêd bajêr, miqabilî Pawlos û Barnabas rʼakirin û ji sînorêd xwe derxistin.


Evana ku nava hʼebandina Xudanda bûn û rʼojî digirtin, Rʼuhʼê Pîroz wanrʼa got: «Barnabas û Şawûl Minrʼa bona wî şixulê ku Min gazî wan kirîye cude kin».


Barnabas û Şawûl gava qulixê xwe qedandin, ji Orşelîmê vegerʼîyan, Yûhʼennayê ku jêrʼa Marqos digotin jî tʼevî xwe anîn.


Usa jî kirin, bi destê Barnabas û Şawûl berpirsîyarêd civînêrʼa şandin.


Hingê Barnabas derbazî Tarsûsê bû, ku li Şawûl bigerʼe,


Lê dilê min ne rʼihʼet bû, çimkî min birê xwe Tîto li wir nedît. Hingê min xatirê xwe ji wan xwest, çûme qeza Mekedonyayê.


Gava Aqûb, Petrûs û Yûhʼennayê ku «Stûn» dihatine hʼesabê, bona wê kʼerema ku minrʼa hatibû dayînê pê hʼesîyan, destêd xweye rʼastê çawa nîşana tʼifaqîyê dane min û Barnabas. Ew qayl bûn, ku em herʼine nava necihûya û ew jî herʼine nava cihûya.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite