Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Galatî 1:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 Lê heger em yan milyakʼetek jî ji eʼzmên bê, mizgînîke usa bide we, kʼîjan ku ne mîna wê Mizgînîyê ye, ya ku me daye we, bira nifirʼ li wî be!

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

8 Lê belê eger em, an jî milyaketekî ji ezmên, ji wê Mizgîniya ku me ji we re gotiye pê ve, mizgîniyeke din ji we re bêje, bila nifir li wî be.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

8 Ле һәгәр әм йан мьлйакʼәтәк жи жь әʼзмен бе, мьзгиникә ӧса бьдә ԝә, кʼижан кӧ нә мина ԝе Мьзгинийе йә, йа кӧ мә дайә ԝә, бьра ньфьрʼ ль ԝи бә!

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 بله هَگو اَم آن میلیاکَتَگ ژه اَسمانی، انجیلَگه بُ وَ وَعظ گَت گو له ضِدّ وه انجیله بیت گو مَ بُ وَ وَعظ گِریَ، لعنت له بیت!

Gade chapit la Kopi




Galatî 1:8
23 Referans Kwoze  

Çawa me pêşda got, niha jî dîsa dibêjim: Heger yek mizgînîke ne mîna wê Mizgînîya ku we qebûl kir dide we, bira nifirʼ li wî be!


Heger yek Xudan hʼiz nake, bira nifirʼ li wî be. «Maranatʼa».


Çimkî min xwexa dixwest nifirʼ li min bibûya, tʼêla min ji Mesîh biqetîya, bona miletê minî ji xûn-goştê min,


Hingê Ewê yêd milê Xweyî çʼepêrʼa bêje: ‹Nifirʼlêbûyîno! Dûrî Min herʼin nava agirê hʼeta-hʼetayê, ku bona mîrêcin û milyakʼetêd wî hazir bûye.


Çʼeʼvêd wan li zinêkʼarîyê ye, ji gunekirinê tʼêr nabin, bawermendêd neşidîyayî pey xwe dibin, dilê wan tʼenê hînî timakʼarîyê bûye. Nifirʼ ser wan e!


Evana çûne cem serekêd kʼahîn û rʼûspîya gotin: «Me sond xwarîye, hʼeta ku em Pawlos nekujin, tiştekî teʼm nekin.


Ji yê ku bêtʼifaqîyê dike, carekê-duda şîret ke dûr kʼeve.


Mesîh em ji wê nifirʼa Qanûnê kʼirʼîn, ew dewsa me kʼete bin wê nifirʼê, çimkî nivîsar e: «Nifirʼ ser yê darva dardakirî ye».


Bona vê yekê jî ez werʼa dibêjim, tʼu kes tʼune ku bi rʼêberîya Rʼuhʼê Xwedê xeber de û bêje: «Bira nifirʼ li Îsa be». Û kesek jî nikare bêje: «Îsa Xudan e», heger ne bi rʼêberîya Rʼuhʼê Pîroz.


Lê Petrûs dest bi nifirʼa kir, sond xwar û got: «Ez Wî merivî nas nakim, bona kʼîjanî hûn dibêjin».


Ewêd ku xwe spartine kirêd Qanûnê, ew binê nifirʼêda ne, çimkî nivîsar e: «Nifirʼ li her kesî ye, yê ku nava hʼemû nivîsarêd kʼitêba Qanûnêda namîne û naqedîne».


Niha ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, ku hûn hʼevza xwe ji wan bikin, yêd ku ji wê hînbûnê der, ya ku hûn hîn bûne, cudebûnê pêşda tînin û xelqê pʼişk dikin. Ji wan dûr bin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite