Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Galatî 1:22 - Peymana Nû (Încîl)

22 Lê civînêd Mesîhe Cihûstanêda ez rʼû bi rʼû nas nedikirim.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

22 Lê ez bi xwe, ji aliyê civînên bi Mesîh ên li Cihûstanê ve rû bi rû nehatibûm naskirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

22 Ле щьвинед Мәсиһә Щьһустанеда әз рʼу бь рʼу нас нәдькьрьм.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

22 وه زَمانی دا، اَو کلیسایه یهودیه گو ناو مسیحْ دانَ، اَز هِشتا نِیزوک دا ناس نَدِگِرِم.

Gade chapit la Kopi




Galatî 1:22
11 Referans Kwoze  

Çimkî hûn jî xûşk-birano, kʼetine hʼalê wan civînêd Xwedêye pʼara Mesîh Îsa, ku li Cihûstanê ne, we jî xût ew cefa destê miletê xweda kʼişandin, çawa wan jî destê wan cihûyada,


Silavê bidine Endronîko û Yûnyasê pismam û hevalêd mine kelêda. Ew nava şandîyada eʼyan in û berî min bawerîya xwe Mesîh anîne.


Ji Pawlos, Sîlas û Tîmotʼêyo, civîna Tʼêsalonîkîyarʼa, ya ku pʼara Bavê me Xwedê û Xudan Îsa Mesîh e:


Ji Pawlos, Sîlas û Tîmotʼêyo, civîna Tʼêsalonîkîyarʼa, ya ku pʼara Bav Xwedê û Xudan Îsa Mesîh e: De bira kʼerem û eʼdilayî li we be.


Ji Pawlos û Tîmotʼêyoyê xulamêd Mesîh Îsa, tʼemamîya cimeʼta Xwedêrʼa, yêd ku pʼara Mesîh Îsa ne û li alîyêd Fîlîpyayê dimînin, tʼevayîya berpirsîyar û berdestîyêd civînêva:


Ewî hûn tʼevî Mesîh Îsa kirin û Mesîh bona me kire serwaxtî. Em bi Wî rʼast têne hʼesabê, pîroz û aza dibin.


Awa civîn li tʼemamîya Cihûstanê, Celîlê û Sameryayê demekê eʼdilayîyêda bû, rʼuhʼanîyêda ava dibû, bi xofa Xudan û bi dildayîna Rʼuhʼê Pîroz pêşda diçû, bawermend zêde dibûn.


Silavê bidine Priskîlayê û Akîla, heval-xebatêd mine şixulê Mesîh Îsada.


Silavê bidine Ûrbano heval-xebatê meyî şixulê Mesîhda û Staxoyê delalê min.


Silavê bidine Apêlîs, ku bona Mesîh yekî kʼetî-rʼabûyî ye. Silavê bidine mala Arîstopolo.


Wekî din ez dibêjim: Xudan çawa pʼara her kesî da û çawa Xwedê gazî her kesî kir, bira weke wê yekê jî bijî. Ev e tʼemîya ku ez didime hʼemû civîna.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite