Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Galatî 1:19 - Peymana Nû (Încîl)

19 Lê belê ji şandîyêd mayîn min tʼu kes nedît, pêştirî Aqûbê birê Xudan.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

19 Lê min ji Şandiyan kesek nedît; min bi tenê birayê Xudan Aqûb dît.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

19 Ле бәле жь шандийед майин мьн тʼӧ кәс нәдит, пештьри Аԛубе бьре Хӧдан.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 بله مِن خِنجی یعقوب، بِرایه عیسیْ خاده، چی یگ ژه رسوله دی نَدیتِن.

Gade chapit la Kopi




Galatî 1:19
12 Referans Kwoze  

Ne Ev kurʼê necar e? Ne navê dîya Wî Meryem e? Ne Aqûb, Ûsiv, Şimhʼûn û Cihûda birêd Wî ne?


Ne Ev necar e? Ne Ev kurʼê Meryemê û birê Aqûb, Yûsês, Cihûda û Şimhʼûn e? Ne xûşkêd Wî li vir nav meda ne?» Bi vî awayî ew ji Wî çûn.


Hê Ewî eʼlaletêrʼa xeber dida, va dîya Wî û birayêd Wî li derva sekinîn, dixwestin tʼevî Wî xeber dana.


Gelo îzina me tʼune em kʼulfeteke bawerîyêda tʼevî xwe bigerʼînin, çawa şandîyêd din, birayêd Xudan û Petrûs dikin.


Fîlîpo û Bertolomeyo, Tʼûma û Mettayê xercgir, Aqûbê Halfawo û Tedayo


Ji Cihûdayê xulamê Îsa Mesîh, birayê Aqûb, werʼa, yêd ku gazîkirî ne, ji Bav Xwedêda hʼizkirî û xweykirîyêd Îsa Mesîh in:


Ji Aqûbê xulamê Xwedê û Xudan Îsa Mesîh: Silav li we her donzdeh eʼşîrêd dinyayêda belabûyî be.


Ewî destê xwe hʼejand ku kerʼ bin û gilî kir çawa Xudan ew ji kelê derxistîye, usa jî got: «Vê yekê Aqûb û xûşk-birayêd dinrʼa jî bêjin». Xwexa jî rʼabû çû cîkî din.


Metta û Tʼûma, Aqûbê Halfawo û Şimhʼûnê ku welatpʼarist dihate gotinê.


Endrawis, Fîlîpo, Bertolomeyo, Metta, Tʼûma, Aqûbê kurʼê Halfawo, Tedayo, Şimhʼûnê welatpʼarist


Gava hatine bajêr, çûne oda mezine jorin, ew cîyê ku Petrûs û Yûhʼenna, Aqûb, Endrawis, Fîlîpo, Tʼûma, Bertolomeyo, Metta, Aqûbê Halfawo, Şimhʼûnê welatpʼarist û Cihûdayê Aqûb têda diman.


Cab dane Wî ku: «Dîya Te û birayêd Te derva sekinî ne û dixwazin Te bibînin».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite