Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Galatî 1:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Çima ez niha dikim meriv ji min rʼazî bin, yan Xwedê? Yan gelo ez dikim ku li meriva xweş bêm? Heger min hê bixwesta ez li meriva xweş bihatama, min nikaribû ez bibûma xulamê Mesîh.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

10 Ma niha ez lê digerim ku li mirovan an li Xwedê xweş bêm? An ez dixebitim ku mirovan dilxweş bikim? Eger min hê bixwesta ku ez mirovan dilxweş bikim, ez nedibûm xulamê Mesîh.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

10 Чьма әз ньһа дькьм мәрьв жь мьн рʼази бьн, йан Хԝәде? Йан гәло әз дькьм кӧ ль мәрьва хԝәш бем? Һәгәр мьн һе бьхԝәста әз ль мәрьва хԝәш бьһатама, мьн нькарьбу әз бьбума хӧламе Мәсиһ.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 اَز نَهَ دوو تأیید بون ژه آلیه انسانا دا مَ آن ژه آلیه خدا؟ آن اَز سَعی دِگَم گو انسانا کَیف خوش گَم؟ هَگو مِن هِشتا ژی سَعی گِره با گو انسانا کَیف خوش گَم، اَز نَدِبومَ خِذمَتکاره مسیحْ.

Gade chapit la Kopi




Galatî 1:10
20 Referans Kwoze  

Lê çawa Xwedê em layîqî vê yekê kirin û Mizgînîdayîn sparte me, em usa xeber didin. Em usa nakin ku li meriva xweş bên, lê li Xwedê, Yê ku dilê me eʼnene dike.


Petrûs û şandîyêd mayînva cab dan û gotin: «Em gerekê gurʼa Xwedê bikin, ne ku ya meriva.


ne ku bi xulamtîya li ber çʼeʼva, ku li meriva xweş bên, lê çawa xulamêd Mesîh bi dil qirara Xwedê biqedînin.


Bêeʼsilno! Hûn nizanin kʼê vê dinê hʼiz dike, ew neyartîyê li Xwedê dike? Awa kʼî dixwaze bibe yarê dinê, ew xwe dike neyarê Xwedê.


Wana şagirtêd xwe tʼevî piştgirêd Hêrodes şandine cem Wî û gotinê: «Dersdar! Em zanin ku Tu yekî rʼast î û rʼîya Xwedê rʼast hîn dikî. Minetê ji kesî nagirî, çimkî nav merivada firqîyê danaynî.


Xulamno, her tiştîda gurʼa xweyîyêd xweye vê dinêda bin, ne ku bi hʼilekʼarîyê xwe bikine dilê meriva ku bêne kʼifşê, lê bi dilê sax û xofa Xudan xulamtîyê bikin.


Lê cihû ew e, yê ku dilê xweda cihû ye û sinetîya rʼast dilê sinetbûyî ye, bi Rʼuhʼ, ne bi Qanûna nivîsar. Yê ha, ne ku meriv pʼeyê wî didin, lê Xwedê.


Her kesê ku ji Xwedê bûye, nava gunada namîne, çimkî binyatʼa Xwedê nava wîda dimîne û ew nikare nava gunada bimîne, çimkî ji Xwedê bûye.


Dibe ku hûn tʼemamîya vî wextîda difikirin, ku em dixwazin xwe li ber we rʼûspî kin? Na! Lê li ber Xwedê em yektîya Mesîhda xeber didin û her tiştî delalno, bona kʼara we dibêjin.


Lê hêrs û xezebê ser wanda be, yêd ku kʼara xwe digerʼin, dest ji rʼastîyê kirine û xwe dane xirabîyê.


Ji Pawlos, xulamê Mesîh Îsa, şandîtîyêrʼa gazîkirî, bona belakirina wê Mizgînîya Xwedêye kʼifşkirî,


çawa ez jî her alîyava li hʼemûya xweş têm û kʼara xwe nagerʼim, lê ya geleka, wekî xilaz bin.


Û heger ev tişt bigihîje guhê welî, emê wî rʼazî kin û we bêxem kin».


Hêrodes li miletêd Sûr û Saydayê rʼabibû xezebê. Evana jî hevrʼa rʼabûn hatin, Bilasto wekʼîlê mala Hêrodes anîne rʼayê û hîvî kirin ku li hev bên, çimkî bajarêd wan ji welatê wî pʼadşayî xurek distandin.


Tʼu kes nikare du axarʼa xulamtîyê bike, çimkî yan wê hʼîlê wî ji yekî herʼe û yê dinê hʼiz bike, yan jî wê qedirê yekî bigire û yê dinê bêhurmet ke. Hûn nikarin hin Xwedêrʼa, hin jî hebûkêrʼa xulamtîyê bikin.


Ji Pawlos û Tîmotʼêyoyê xulamêd Mesîh Îsa, tʼemamîya cimeʼta Xwedêrʼa, yêd ku pʼara Mesîh Îsa ne û li alîyêd Fîlîpyayê dimînin, tʼevayîya berpirsîyar û berdestîyêd civînêva:


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite