Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Galatî 1:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Ez Pawlosê şandî, ne ku ji alîyê merivada yan bi destê meriva kʼifşbûyî me, lê bi destê Îsa Mesîh û Bav Xwedê, Yê ku Ew ji mirinê rʼakir,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 Ji Pawlosê Şandî yê ku ne ji mirovan û ne jî bi destê mirovan, lê belê bi destê Îsa Mesîh û Bav Xwedayê ku ew ji nav miriyan rakir, bûye Şandî

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Әз Паԝлосе шанди, нә кӧ жь алийе мәрьвада йан бь дәсте мәрьва кʼьфшбуйи мә, ле бь дәсте Иса Мәсиһ у Бав Хԝәде, Йе кӧ Әԝ жь мьрьне рʼакьр,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 ژه پولس، اَو رسوله گو رسالتا وی نه ژه انسان و نه ژی بِ واسِطا انسانَ، بَلگو بِ واسِطا عیسیْ مسیحْ و خدایه بابَ گو عیسیْ مسیحْ ژه ناو مِریادا راگِر،

Gade chapit la Kopi




Galatî 1:1
35 Referans Kwoze  

Ji Pawlosê ku bi eʼmirê Xwedê şandîtîya Mesîh Îsarʼa gazîkirî, tʼevî Sostênîsê bira,


usa jî ji Îsa Mesîhê şeʼdê amin, Nixurîyê ji nava mirîya û serwêrê pʼadşêd eʼrdê. De bira rʼûmet û qudret Wîrʼa be hʼeta-hʼetayê, Yê ku me hʼiz dike û em pê xûna Xwe ji gunêd me aza kirin û em kirin kʼahînêd pʼadşatîyê, wekî Bavê Wî Xwedêrʼa em xizmetkʼarîyê bikin. Amîn!


Ji Pawlos, xulamê Mesîh Îsa, şandîtîyêrʼa gazîkirî, bona belakirina wê Mizgînîya Xwedêye kʼifşkirî,


Belê ez ku ji nava cimeʼta Xwedêda ji yê herî biçʼûk kêmtir im, lê ev kʼerem minrʼa hatîye dayînê, ku nava necihûyada dewlemendtîya Mesîhe ne li ber hʼişa dannasîn kim


û wextê xweda gotina Xwe bi dannasînîyê da eʼyankirinê, ya ku li min hate spartinê, bi eʼmirê Xwedêyê Xilazkirê me.


Ji Pawlosê bi eʼmirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa û Tîmotʼêyoyê birayê me, civîna Xwedêye Korintʼêrʼa û wê tʼemamîya cimeʼta Xwedêrʼa, ya ku tʼevayîya qeza Axayayêda ye:


Ji Pawlosê bi eʼmirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa bona wî sozê jîyînê, ya ku bi saya Mesîh Îsa ye,


Heger tu bi devê xwe îqrar bikî, ku Îsa Xudan e û dilê xweda bawer bikî, ku Xwedê Ew ji nava mirîya rʼakirîye, tê xilaz bî.


Hingê min got: ‹Ez çi bikim, Xudan?› Xudan minrʼa got: ‹Rʼabe herʼe Şamê û li wir her tiştê ku bona te kʼifşkirî ye bikî, wê terʼa bê gotinê›.


De niha rʼabe herʼe bajêr, wê terʼa bê gotinê tê çi bikî».


Milyakʼetê civîna Simîrnayêrʼa binivîse bêjê: Ewî Pêşin û Paşin, Yê ku mir û ji nava mirîya rʼabû aha dibêje:


Ez Yê sax im. Ez Yê mirî bûm, lê va ye ez sax im hʼeta-hʼetayê. Û Ez im xweyê kʼilîtêd Mirinê û Dîyarê Mirîya.


Bi Wî we bawerîya xwe Wî Xwedêyî anî, Yê ku Ew ji nava mirîya rʼakir û rʼûmet da Wî, lema bawerî û gumana we ser Xwedê ye.


Awa Xwedêyê eʼdilayîyê, ku Xudanê me Îsa ji mirinê rʼakir, Yê ku bi xûna peymana hʼeta-hʼetayê Serekşivanê pêz e,


ne jî rʼabûme Orşelîmê, cem ewêd ku berî min bibûne şandî, lê ez pêrʼa-pêrʼa çûme Eʼrebistanê û dîsa vegerʼîyame Şamê.


Bona vê yekê jî Mesîh mir û sax bû, wekî hin hʼukumî ser mirîya bike, hin jî ser zêndîya.


Paşê Îsa dîsa wanrʼa got: «Eʼdilayî werʼa. Çawa ku Bavê Ez şandim, usa jî Ez we dişînim».


Lema Îsa wanrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ku Kurʼ nikare xweserîxwe tiştekî bike, ew tʼenê wan tiştêd ku dibîne Bav dike, Ew jî dike. Bav çi dike Kurʼ jî usa dike.


We Çʼeʼvkanîyê jîyînê kuşt, lê Xwedê Ew ji mirinê rʼakir û em xwexa şeʼde ne.


Lê gava Xwedê xwest, (Yê ku ez bijartim, çaxê ez hê zikê dîya xweda bûm û bi kʼerema Xwe ez kʼifş kirim),


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite