Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Filîpî 4:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Bira berbihêrîya we hʼemû merivava eʼyan be. Xudan nêzîk e.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

5 Bila berbiwêriya we ji hemû mirovan re eşkere be. Xudan nêzîk e.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

5 Бьра бәрбьһерийа ԝә һʼәму мәрьвава әʼйан бә. Хӧдан незик ә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 بِهلِن گو سَر همو کَسه آشگَرا بیت گو اون چه قیاسه مِرُوه بَرآوردِن. هاتنا خاده نِیزوکَ.

Gade chapit la Kopi




Filîpî 4:5
25 Referans Kwoze  

Lema ez werʼa dibêjim, bona eʼmirê xwe xema nekin, ku hûnê çi bixwin û çi vexwin, ne jî bona bedena xwe, ku hûnê çi li xwe kin. Ne eʼmir ji xwarinê qîmettir e û beden jî ji kʼinca?


Hindava tʼu kesekîda xirab xeber nedin, şerʼûd nîbin, lê milûk bin û şîrinayîya xwe hindava hʼemû merivada bidine kʼifşê.


Çawa nivîsar e: «Pey wextekî kinrʼa, Ewê ku wê bê, wê bê û derengî nebe.


Axirîya her tiştî nêzîk bûye. Awa serwaxt û ser xwe bin, ku bikaribin dua bikin.


We rʼastî vê yekêda lap daye der, ku hûn hevrʼa dikʼevine dergeh-dîwana. Gelo hê qenc nîne, ku hûn bêne neheqkirinê? Gelo hê qenc nîne, ku hûn bêne şêlandinê?


Bira em dest ji lihevcivînê nekʼişînin, çawa ku hineka xwerʼa kirîye xeyset, lê em dil bidine hev û hê zêde, çimkî hûn dibînin ku Rʼoja Axretê nêzîk dibe.


Îsa dibêje: «Va ye Ezê zûtirê bêm. Xwezî li wî, yê ku xeberêd pʼêxembertîyêd vê kʼitêbêda xwey dike!»


Awa heger xwarin dibe kevirê li ber pʼîyê birê min, gerekê îdî tʼu car ez goşt nexwim, wekî birê xwe pʼişk nekim.


Îdî bona rʼoja sibê xema nekin, çimkî rʼoja sibê wê bona xwe xema bike. Xemêd rʼojê besî wê ne.


Ewî ku şeʼdetîya van tişta dide, dibêje: «Belê, Ezê zûtirê bêm». Amîn! Were, ya Xudan Îsa.


Rʼuhʼê Mesîhî nava wanda hê pêşda li ber wan vedikir, ku Mesîhê cefê bikʼişîne û peyrʼa bikʼeve rʼûmeta Xwe. Û wan dikir ku bizanibin kʼa bona kʼengê û zemanekî çawada ev yekê biqewimin.


Ewêd ku dikʼevine lecê, xwe hînî gelek tiştî dikin, wekî wê kʼofîya ku diçʼilmise bistînin, lê kirina me bona kʼofîya hʼeta-hʼetayê ye.


hûn fikirê xweda zû şaş nebin û xwe unda nekin, ne pê pʼêxembertîyê, ne pê gotinê, ne jî pê neʼma yançîye me nivîsîbe: «Va ye Rʼoja Xudan îdî hatîye».


Miqatî xwe bin, nebe ku dilê we pʼirʼxurîyê, serxweşîyê û xemêd vê dinyayêva girêdayî be, nişkêva ew Rʼoj ser weda bê.


Heger yek Xudan hʼiz nake, bira nifirʼ li wî be. «Maranatʼa».


Ez, Pawlos xwexa hîvî ji we dikim, bi milûktî û şîrinayîya Mesîh, çawa tê gotinê ku ez rʼû bi rʼû nava weda mîna berxekî me, lê dûrva hindava weda mîna şêrekî me.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite