Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Filîpî 3:20 - Peymana Nû (Încîl)

20 Lê welatê me li eʼzmana ye, ji kʼu em çʼeʼvnihêrʼîya Xilazkir, Xudan Îsa Mesîh in.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

20 Lê heçî em in, welatê me li ezmanan e û ji wir jî em li hêviya Xilaskar, Xudan Îsa Mesîh disekinin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

20 Ле ԝәлате мә ль әʼзмана йә, жь кʼӧ әм чʼәʼвньһерʼийа Хьлазкьр, Хӧдан Иса Мәсиһ ьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 بله وَلاته مَ اَسمانَ و ژه وِدَره یَ گو اَم چاورِیا اَوه نجاتگَر آنی خاده عیسیْ مسیحِن.

Gade chapit la Kopi




Filîpî 3:20
36 Referans Kwoze  

Awa hûn îdî ne xelq û xerîb in, lê bajarvantîya we tʼevî cimeʼta Xwedê ye û neferêd mala Xwedê ne.


Awa em dîna xwe nadine tiştêd xuya dibin, lê yêd nexuya, çimkî tiştêd xuya bona wextekî ne, lê yêd nexuya hʼeta-hʼetayî ne.


Lê hûn nêzîkî çʼîyayê Sîyonê bûne, wî bajarê Xwedêyê sax, Orşelîma eʼzmana û nêzîkî wê kʼombûna rʼengîne milyakʼetêd bêhʼesab bûne, wê civîna nixurîyaye ku navêd wan li eʼzmana nivîsar e. Hûn nêzîkî Xwedê bûne, ku hʼakimê hʼemûya ye û nêzîkî rʼuhʼêd rʼasta bûne, yêd ku gihîştine kʼamiltîyê


Ev yek ji vê gumanê tê, ya ku eʼzmanada werʼa tê xweyîkirinê, bona kʼîjanê we bihîstîye, gava pêşda xebera Mizgînîyêye rʼast


Yektîya Wîda em ji mirinê rʼakirin û tʼevî Wî em li dîyarê eʼzmana dane rʼûniştandinê, bi saya Mesîh Îsa.


Û gumana meye eʼseyî heye û hê dixwazin ji vî qalibî derên li cem Xudan bihêwirin.


Û niha minrʼa dimîne kʼofîya heqîyêye serkʼetinê, ya ku Xudan, Hʼakimê rʼast wê bide min wê rʼojê û ne tʼenê min, lê wan hʼemûya jî, yêd ku bi hʼizkirinê hʼeyra xuyabûna Wîda ne.


û ji eʼzmana hîvîya hatina Kurʼê Wî bin, kʼîjan ku Wî ji nava mirîya rʼakir, Îsayê ku me ji xezeba tê xilaz dike.


usa jî Mesîh carekê bona gunehildana geleka qurban hate dayînê. Û Ewê cara duda ne ku bona gunehildanê kʼifş be, lê bona xilazbûna wan, yêd ku hîvîya Wî ne.


Lê ya aza, ew Orşelîma jorin tê hʼesabê, ku ew dîya me hʼemûya ye.


hîvîya wê gumana xwezilî, xuyabûna rʼûmeta Xwedêyê mezin, Xilazkirê me Îsa Mesîh bin.


ku hûn kêmasîya tʼu pʼêşkʼêşê nakʼişînin, gava hîvîya xuyabûna Xudanê me Îsa Mesîh in.


û gotin: «Gelî celîlîya! Hûn çima usa sekinî ne û li eʼzmên dinihêrʼin? Ew Îsayê ku ji nav we hate hilatinê, wê usa jî bê, çawa we dît Ew çû eʼzmên».


Îsa gotê: «Heger tu dixwazî kʼamil bî, herʼe hebûka xwe bifiroşe bide feqîra, hingê xizna te wê li eʼzmana hebe. Û pey min were».


Xudanê xwexa bi eʼlametîke fermanî, bi dengê serekmilyakʼet û lêxistina borʼîya Xwedê ji eʼzmên bê xwarê û ew mirîyêd ku bawerîya xwe Mesîh anîbûn, wê pêşîyê ji mirinê rʼabin,


Hingê tê xwezilî bî, çimkî ewana nikarin qencîya te li te vegerʼînin, lê belê Rʼoja Rʼabûna rʼastaye ji mirinê wê li te bê vegerʼandinê».


Va ye eʼwrava Ew tê. Her çʼeʼvê Wî bibîne, hʼeta ewêd ku nekʼsa Wî qul kirin jî. Hʼemû miletêd dinyayê wê li ser Wî şîn û kʼeder bin. Belê. Amîn!


wekî kʼîjan here qenc e, hûn wê bibijêrin. Hingê hûnê Rʼoja hatina Mesîhda şîrhʼelal û bêlekʼe bin


Usa jî wê bê serê her kesî, yê ku bona xwe xiznê tʼop dike û pê Xwedê dewletî nabe».


Çawa yê ji xwelîyê bû, usa jî yêd ji xwelîyê ne, çawa yê ji eʼzmên e, usa jî yêd ji eʼzmên in.


Lê tʼenê çawa layîqî Mizgînîya Mesîh e, hûn xwe usa xwey kin, ku heger ser weda bêm û we bibînim yan dûrva bibihêm bizanibim ku we bi rʼuhʼ û dilekî pişt daye pişta hev, bona şerʼkʼarîya bawerîya Mizgînîyê sekinî ne.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite