Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Filîpî 3:19 - Peymana Nû (Încîl)

19 Axirîya wan undabûn e, xwedêyê wan zikê wan e û kirêd wane şermî jî rʼûmeta wan e. Ewana tʼenê ser tiştêd vê dinê difikirin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

19 Dawiya van helakbûn e, xwedayê wan zikê wan e û rûmeta wan şermezariya wan e. Ew tiştên vê dinyayê difikirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

19 Ахьрийа ԝан ӧндабун ә, хԝәдейе ԝан зьке ԝан ә у кьред ԝанә шәрми жи рʼумәта ԝан ә. Әԝана тʼәне сәр тьштед ве дьне дьфькьрьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 دوماییگا وان مِرُوا بَین چُیینَ. خدایه وان زِگه وانَ و اَو اِفتخاره شَرمزاریه خو دِگَن، فِکره وان سَر دِشده دُنیاییَ.

Gade chapit la Kopi




Filîpî 3:19
52 Referans Kwoze  

Çimkî yêd usa xulamtîyê li Xudanê me, Mesîh nakin, lê zikê xwe diçʼêrînin. Bi zarê xweş û hʼilekʼarîyê, yêd saxikê dilê xwe dixapînin.


Wê ji dest timakʼarîyê bi zarê xweş we bixapînin bona kʼara xwe. Dîwana wanê derengî nebe, bela wan ber şêmîkê ye.


Ser tiştêd jorin bifikirin, ne ku ser tiştêd vê dinyayê.


Pʼêxemberêd derew jî nava cimeʼta Îsraêlêda derkʼetine, çawa li nava weda jî wê dersdarêd derew derên. Ewê hînkirinêd zewal vedizine nava we, wî Xweyîyê ku ew kʼirʼîn jî înkʼar kin û zûtirekê belayê bînine serê xwe.


Hilbet ne tiştekî mezin e, ku xizmetkʼarêd wî jî bikʼevine dilqê xizmetkʼarêd heqîyê. Axirîya wanê weke eʼmelêd wan be.


Û ez çawa dikim, ezê usa jî bikim, wekî rʼê nekʼeve wan, yêd ku meʼnîya digerʼin, wekî pʼeyê xwe bidin, yançîye ew jî mîna me dixebitin.


Xirabîya wanê li wan vegerʼe. Kʼêfa dilê xwerʼa xirabîya ku rʼo-nava-rʼojê dikin xwerʼa şabûn hʼesab dikin. Evana lekʼe û hʼeram in, tʼevî we dixwin-vedixwin û hingê nava rʼîyêd xweye derewda kʼêf dikin.


Ewêd xweyîsinet xwexa Qanûnê xwey nakin, lê dixwazin ku hûn bêne sinetkirinê, wekî ew bi nîşana qalibê weyî merivayî bifirʼin.


Lê pʼara tirsoneka, bêamina, kʼirêt-hʼerama, mêrkuja, bênamûsa, sêrbaza, pʼûtpʼarista û hʼemû derewîna wê gola agirê ku kʼirkʼûtêva dişewite bikʼeve. Ev e mirina duda».


çimkî hûn hela hê mîna bendêd vê dinê ne. Hʼeta ku nava weda hʼevsûdî û hevrʼikʼî hene, gelo ev yekana ne merivayî ne? Û hûn mîna bendêd vê dinê najîn?


Lê se-kûçʼik, sêrbaz, bênamûs, mêrkuj, pʼûtpʼarist û her kesê ku derewa hʼiz dike û derewa dike, ewê derva bimîne.


Evana merivne bîntenge fiş-fişko ne, pey xwestinêd dilê xwe diçin, ji xwe mestir xeber didin û bona kʼara xwe hʼilekʼarîya dikin.


nemam, berzeq, xwerʼazî, rʼihʼetîhʼiz, ne ku Xwedêhʼiz.


û şerʼûdî. Ev hʼemû tişt ji nava merivêd qafseqet û ji rʼastîyê şûna rʼeşva çûyî pêşda tên. Evana xwedênasîyê hʼesab dikin, çawa kanîya kʼarê.


wekî dîwana wan her kesî bibe, yêd ku rʼastî bawer nekirine, lê kʼêfa wan neheqîyêrʼa hat.


Çimkî yêd mayîn her kes li pey kʼara xwe kʼetîye, ne ku ya Îsa Mesîh.


Ne qenc e ku hûn firʼnaq dibin! Gelo hûn nizanin ku hinek hevîrtirʼşk tʼemamîya şkevê hiltîne?


Û hûn ji kʼubarîyê hʼirʼ bûne! Ne gerekê we şîn bikira û yê xweyê vî kirî ji nava xwe derxista?


Hingê ew ceʼnewir tʼevî wî pʼêxemberê derew dîl hatine girtinê, yê ku li ber wî ceʼnewirî nîşanêd eʼcêb dikirin. Ewî bi wan kira ew xalifandin, yêd ku nîşana ceʼnewir qebûl kirin û serê xwe li ber hʼeykelê wî danîn. Ceʼnewir û pʼêxemberê derew jî saxe-sax hatine avîtinê nav gola agirê kʼirkʼûtêyî dişixule.


Lê hûn bi kʼubar-babaxîya xwe difirʼin. Her pʼeydayîneke aha xirabî ye.


Û paşê Ewê Neheqîyê wê kʼifş be, ku Xudan Îsayê bi hulma devê Xwe wî unda ke û bi xuyabûna şewqa Xweva wî kʼuta ke.


Hʼakim gelek wext guh nedida wê, lê paşê xwexa xwerʼa got: ‹Ez ji Xwedê natirsim û ji mêriv jî minetê nakim,


Merivekî dewletî hebû, ku kʼincê rʼewş û nazik li xwe dikir û her rʼoj bi eşq-şa kʼêf dikir.


Û xwexa xwerʼa bêjim: Eʼvdo! Te bona xwe tʼêra gelek sala, gelek hebûk daye ser hev, rʼûnê bixwe, vexwe û şa be›.


Hingê Ewê yêd milê Xweyî çʼepêrʼa bêje: ‹Nifirʼlêbûyîno! Dûrî Min herʼin nava agirê hʼeta-hʼetayê, ku bona mîrêcin û milyakʼetêd wî hazir bûye.


Îsa ser Petrûsda vegerʼîya û gotê: «Ji ber çʼeʼvê Min betavebe, Cino! Tu bona Min pʼişkbûn î, çimkî ew nêt-fikira te ne ji Xwedê ye, lê ji merivayê ye».


Çiqas rʼûmeta xwe bilind kirîye û kʼêfa dilê xwe derbaz kirîye, haqasî cefa-şînê serda bînin. Çimkî dilê xweda aha dibêje: ‹Ez çawa pʼadşa rʼûniştî me, û ne jinebî me, tʼu car ezê şînê nebînim›.


Çimkî çend meriv dizîva kʼetine nava we, ku derheqa dîwana wanda hê pêşda nivîsar bû. Ewêd nepʼak bin navê kʼerema Xwedêyê me xwe dane bênamûsîyê û Xudanê me Îsa Mesîh Xweyîkî bêşirîkî-bêheval înkʼar kirine.


Hingê we ji kirinêd xwe çi ber çinîn, bona kʼîjana niha hûn şerm dikin? Ew axirîyê mêriv dibine berbi mirinê.


Ewê bela xwe ji wêranbûna hʼeta-hʼetayê bibînin, ji hʼizûra Xudan û rʼûmeta qewata Wî bêne avîtinê,


Lê ev merivana serederîyê wan tişta nakin, kʼîjana ku bêhurmet dikin, lê çi jî mîna hʼeywanêd bêzare-bêziman bi binyatʼî feʼm dikin, bi wan jî unda dibin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite