Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Filîpî 3:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Awa ji me hʼemûya, îdî kʼî «gihîştî» ye, gerekê aha bifikire. Lê heger tiştekî din jî dilê weda hebe, ewê yekê jî Xwedê wê ber we veke.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

15 Loma em hemû yên gihîştî wisa bifikirin û eger hûn li ser tiştekî bi awayekî din bifikirin, Xwedê wê vê jî ji we re kifş bike.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

15 Аԝа жь мә һʼәмуйа, иди кʼи «гьһишти» йә, гәрәке аһа бьфькьрә. Ле һәгәр тьштәки дьн жи дьле ԝәда һәбә, әԝе йәке жи Хԝәде ԝе бәр ԝә вәкә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 بَجا اَم اَونه گو بالغِن، دِبی وِسا فِکِر گَن، و هَگو اون راستا دِشدَگه دا جورَیَگه دی فِکِر دِگَن، خدا دیه اَوه ژی بُ وَ آشگَرا گَت.

Gade chapit la Kopi




Filîpî 3:15
21 Referans Kwoze  

Heger merivek bixwaze eʼmirê Wî biqedîne, wê hingê bizanibe ev hînkirina Min gelo ji Xwedê ye, yan Ez xweserîxwe xeber didim.


Lê ez bi yektîya meye Xudanda weda guman im, ku hûnê tiştekî mayîn nefikirin, lê ewê fikirêd we tʼevî hev dike wê ser bela xwe vebe, kʼî jî hebe.


Lê belê derheqa serwaxtîyêda em yêd rʼuhʼanîye gihîştîrʼa xeber didin, lê ne serwaxtîya vê dinê û ne jî ya serwêrêd vê dinê, ku hʼukumê wan betal dibe.


Silavê Êpafrasê xulamê Mesîh Îsa jî li we hene, ku ew yek ji we ye. Ew her gav bi dil û can bona we dua dike, wekî hûn gihîştî miqerʼm sekinî bin, tʼemamîya eʼmirê Xwedêda bawer bin.


Xûşk-birano, hʼişê xweda zarʼ nîbin! Hindava xirabîyêda mîna zarʼa bin, lê hʼişê xweda gihîştî bin.


Awa kʼamil bin, çawa ku Bavê weyî Eʼzmana kʼamil e.


Lê xwarina giran bona merivêd gihîştî ye, yêd ku sewdayê xweda kʼetî-rʼabûyî ne, qencî û xirabîyê ji hev derdixin.


Em Wî dannasîn dikin, her kesî şîret dikin, her kesî bi hʼemû serwaxtîyê hîn dikin, wekî her kesî yektîya Mesîhda gihîştî li ber Xwedê bidine sekinandinê.


Em ku bawerîyêda qewat in, gerekê bikʼevine bin barê sista, ne ku em li xwe xweş bên.


Hûn ku xirab in, zanin tiştêd qenc bidine zarʼêd xwe, lê Bavê eʼzmana wê çiqas zêde Rʼuhʼê Pîroz bide ewêd ku ji Wî dixwazin».


Lê yê ku gotina Wî diqedîne, hʼizkirina Xwedê rʼast nava wîda tʼemam e. Bi vê yekê em zanin ku em nava Wîda ne:


wekî merivê Xwedê bêkêmasî be, bona hʼemû kirinêd qenc hazir sekinî be.


Li alîyê nivîsarêd pʼêxemberada hatîye nivîsarê: ‹Hʼemûyê ji alîyê Xwedêda bêne hînkirinê›. Her kesê ku ji Bav bibihê û hîn be wê bê cem Min.


wekî Xwedêyê Xudanê me Îsa Mesîh, Bavê xweyîrʼûmet, Rʼuhʼê serwaxtîyê û eʼyantîyê bide we, ku hûn Wî tʼam nas bikin.


Lê bona hʼizkirina hindava xûşk-birada, tiştekî me tʼune werʼa binivîsin, çimkî hûn xwexa ji Xwedê hîn bûne, ku hev hʼiz bikin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite