Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Filîpî 2:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 Belê heger cî bê ku xûna min ser wê bawerîya weda bê rʼêtinê, ya ku xizmetkʼarîya weda çawa qurban Xwedêrʼa tê dayînê, ezê şa bim û tʼevî eşqa we bim.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

17 Lê belê, eger xwîna min li ser gorî û xizmeta baweriya we wek pêşkêşekê bê rijandin jî, ezê şa bim û ezê bi we hemûyan re şa bim.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

17 Бәле һәгәр щи бе кӧ хуна мьн сәр ԝе баԝәрийа ԝәда бе рʼетьне, йа кӧ хьзмәткʼарийа ԝәда чаԝа ԛӧрбан Хԝәдерʼа те дайине, әзе ша бьм у тʼәви әшԛа ԝә бьм.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 حتا هَگو لازِم بیت گو خونا مِن، بینا شَرابا هاتی پِشکِش گِرِن سَر قُربانیا ایمانا وَ گو پِشکِش دِبیت، بِتَ رِژاندِن، اَز ژه وه شُله کَیف خوشِم و گَل وَ همویادا شادیه دِگَم.

Gade chapit la Kopi




Filîpî 2:17
21 Referans Kwoze  

Çimkî ez xwexa qurbanbûnêrʼa îdî ser rʼoj-rʼoja me û wextê çûyîna min pêrʼa gihîştîye.


wekî ez nava necihûyada bibime berdestîyê Mesîh Îsa. Ez nava Mizgînîdayîna Xwedêda mîna kʼahînekî xizmetkʼarîyê dikim, ku hʼedîbûna necihûya qebûl be, bi Rʼuhʼê Pîroz buhurtî-jibare be.


Ezê bi dilekî şa, xwe jî û mal-hʼalê xwe jî bona we bidim. Heger ez hê gelekî we hʼiz bikim, gelo hûnê min hindikî hʼiz bikin?


Ez niha van cefayêd xweda, kʼîjana ku bona we dikʼişînim, şa me û wan tengasîyêd Mesîhe mayîn bi canîya xwe bona Bedena Wî, ya ku civîn e, tʼemam dikim.


Ez guman û çʼeʼvnihêrʼîya vê yekê me, ku tʼu tiştîva ezê şermî nemînim, lê belê hê mêrkʼîmî bim, çawa her gav usa jî niha pesinê Mesîh bi qalibê min bê dayînê, heger bi mirina min be, yan jî bi jîyîna min be.


Ez gelekî weda guman im, gelekî pê we firʼnaq dibim! Nava hʼemû teʼlî-tengîyêd meda berdilîya we ji serê min zêdetir e û şabûnêda kʼim-kʼimî me.


Em bi vê yekê hʼizkirinê hʼesîyan: Îsa jîyîna Xwe bona me da. Em jî gerekê jîyîna xwe bona xûşk-birayêd xwe bidin.


Awa ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, bona wê dilşewatîya Xwedê, qalibê xwe dîyarî Xwedê kin, çawa qurbaneke saxe durufkirî, li Wî qebûl, ya ku hʼebandina weye rʼuhʼanî ye.


Hûn jî mîna kevirêd sax, pʼaristgeheke rʼuhʼanî werine çêkirinê, çawa kʼahînêd pîroz qurbanêd rʼuhʼanîye li Xwedê xweş bi Îsa Mesîh bidin.


Usa jî dilê me ser we dişewitî, hʼeta ku me dixwest ne ku tʼenê Mizgînîya Xwedê bida we, lê eʼmirê xwe jî, çimkî hûn bibûne delalîyêd me.


Min her tişt standîye û nava hebûnêda me. Ew tiştêd ku we bi destê Êpafrodîto minrʼa şandine ew besî min in. Ew dayîna we bîneke xweş e, hʼedîya qebûl û li Xwedê xweş e.


çimkî ew bona şixulê Mesîh hʼeta ber derê mirinê jî çû û destê xwe ji eʼmirê xwe jî kʼişand, wekî dewsa wê xizmetkʼarîya ku weyê minrʼa bikira ewî xwexa bikira.


Lê Pawlos cab da û got: «Hûn çi dikin? Çima hûn digirîn û dilê min dişkênin? Ez Orşelîmêda bona navê Xudan Îsa ne ku tʼenê bona girêdanê, lê bona kuştinê jî hazir im».


Lê ez eʼmirê xwe layîqî tʼu tiştî nakim, tʼenê dikim bigihîjime meremê xwe û wê qulixa ku min ji Xudan Îsa standîye bînime sêrî, awa gotî Mizgînîya kʼerema Xwedê bi meʼrîfetî dannasîn kim.


em çawa yêd zelûlîyêda ne, lê em her tʼim şa ne, çawa yêd belengaz, lê em geleka dewletî dikin, çawa kʼifş dibe yanê tiştekî me tʼune, lê her tiştêd me hene.


Usa jî hûn şa bin, tʼevî eşqa min bin.


Awa mirin nava meda ya xwe dike, lê jîyîn nava weda.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite