Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Filîpî 1:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Hûn dilê minda ne û heq e jî ku ez bona we hʼemûya aha bifikirim. Çimkî hûn hʼemû jî tʼevî wê kʼeremê bûne, ya ku ji Xwedêda minrʼa hatîye dayînê, çawa ez niha qeydada me, usa jî bona Mizgînîyê sekinî bûm û min ew dida makkirinê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

7 Ji bo min rast e ku ez li ser we hemûyan weha bifikirim, çimkî hûn di dilê min de ne. Hem di girtina min de û hem jî di parastin û rastderxistina min a Mizgîniyê de, hûn hemû bi min re hevparên keremê ne.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

7 Һун дьле мьнда нә у һәԛ ә жи кӧ әз бона ԝә һʼәмуйа аһа бьфькьрьм. Чьмки һун һʼәму жи тʼәви ԝе кʼәрәме бунә, йа кӧ жь Хԝәдеда мьнрʼа һатийә дайине, чаԝа әз ньһа ԛәйдада мә, ӧса жи бона Мьзгинийе сәкьни бум у мьн әԝ дьда маккьрьне.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 مِن اَو حَقَ هَیَ گو اَز راستا وَ همویادا وِسا فِکِر گَم، چون گو اون ناو دله مِدانَ؛ چون گو اون همو گَل مِن ناو لطفا خدادا شِریگِن، چه وقته گو اَز زیندانیمَ و چه وقته گو اَز انجیله دِپارِزِم و راستیا وه تأیید دِگَم.

Gade chapit la Kopi




Filîpî 1:7
34 Referans Kwoze  

Ez vê yekê nabêjim ku we neheq kim, lê çawa min pêşda gotîye, hûn dilê meda ne, heger em bimirin yan bijîn em tʼevî we ne.


çimkî hûn rʼoja pêşinda hʼeta îro tʼevî şixulê Mizgînîdayînê bûne.


Bona vê Mizgînîyê ez diçerçirim, hʼeta mîna zulmkʼarekî jî qeydkirî me, lê xebera Xwedê qeydkirî nîne.


Eva silava min Pawlos e, min bi destê xwe nivîsî. Qeydêd min bîr nekin! Kʼerema Xwedê werʼa be.


Lê we qenc kir, ku tengasîya minda kʼomek da min.


bona Kʼîjanê ez bi van qeydê xwe qasidîyê dikim. Dua bikin, wekî ez bona Wê turuş kim xeber dim, çawa lazim e.


Bona vê yekê ez Pawlos bona Mesîh Îsa girtî me, bona we necihûya…


Tʼenê Rʼuhʼê Pîroz hʼemû bajarîda tʼemîyê dide min û dibêje ku: ‹Qeyd û tengasî pêşîya te ne›.


Em zanin ku em ji mirinê derbazî jîyînê bûne, çimkî em xûşk-birayêd xwe hʼiz dikin. Ewê ku hʼiz nake, ew nava mirinêda dimîne.


Ez vê yekê jî rʼast dibînim, wekî hʼeta vî qalibîda me bînime bîra we.


Lê şa bin, ku hûn tʼevî cefêd Mesîh dibin, wekî wî wextê xuyabûna rʼûmeta Wî hûnê ji şabûnê geş bin.


Awa xûşk-birayêd pîroz, hûn ku heval-pʼarêd wê gazîya eʼzmên in, li Îsa binihêrʼin, Wî şandîyî û Serekkʼahînê ku em îqrar dikin.


Awa şerm neke, ku bona Xudanê me şeʼdetîyê bidî, ne jî bona min şerm bike, ku ez bona navê Wî girtî me. Lê tʼevî cefayê Mizgînîyê be, anegorî qewata Xwedê.


Hûn hʼemû jî zarʼêd rʼonayîyê ne û zarʼêd rʼojê ne. Em ne yêd şevê ne, ne jî yêd teʼrîyê ne.


Bona me jî dua bikin, wekî Xwedê derî bona xeberdanê li ber me veke, ku em surʼa Mesîh eʼlam kin, bona kʼîjanê jî ez van qeydada me.


Awa ezî girtîyê bona navê Xudan, hîvî ji we dikim, ku hûn usa bijîn, çawa layîqî wê gazîyê ye, kʼîjanêrʼa hûn hatine gazîkirinê.


Çimkî yektîya Mesîh Îsada, ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî bawerî ye ku bi hʼizkirinê ya xwe dike.


Ne hûn in şeʼdeneʼmêd me dilê meda nivîsar, alîyê her merivîda naskirî û xwendî?


Hʼizkirin her gav dadixe, her gav bawer dike, her gav xweyîguman e, her gav sebir dike.


Van hʼemû tişta ez îdî bona Mizgînîyê dikim, wekî ez bibime heval-pʼarê dua-dirozgêd ser wê.


Wî çaxî serhʼezar hate nêzîk, ew girt, eʼmir kir ku bi du zincîra wî girêdin. Hingê pirsî: «Ev kʼî ye û çi kirîye?»


Ez hîvî ji berpirsîyarêd nava weda dikim, ez xwexa jî çawa berpirsîyar û şeʼdê cefêd Mesîh û heval-pʼarê wê rʼûmetê me, ya ku wê xuya be.


Ez dixwazim ku hûn bizanibin xûşk-birano, wekî çi ku hate serê min, ewê hê kʼar da pêşdaçûyîna Mizgînîyê.


Awa tʼevayîya kʼoma kʼoçʼikserêva, usa jî hʼemûyêd mayînva eʼyan e ku ez bona navê Mesîh nava van qeydada me.


Û dilê pʼirʼanîya bawermenda jî bi van qeydêd min yektîya Xudanda şidîyan, ku hê bi mêrkʼîmî xebera Xwedê bê xof û tirs bêjin.


Lê hûn xwexa zanin ku ew yekî çawayî cêrʼibandî ye û xwexa tʼevî min Mizgînîdayînêrʼa usa xizmetî kir, çawa kurʼ bavêrʼa.


Belê ez hîvî ji te jî dikim hevalbarê minî amin, tu jî alî wan kʼulfeta bike. Evana tʼevî min xebata Mizgînîdayînêda xûdan rʼêtine, usa jî tʼevî Klêmês û heval-xebatêd mine mayîn, ku navêd kʼîjana kʼitêba jîyînêda nivîsar in.


Û belê hûn jî zanin gelî fîlîpîya, ku ji serê dannasînîya Mizgînîyêda gava ez ji Mekedonyayê derkʼetim, tʼu civînê tʼevkʼarîyêda destê xwe dirêjî min nekir, pêştirî we.


Min dixwest ew cem xwe bihişta, ku dewsa te ber destê min bûya, hʼeta ku ez bona Mizgînîyê qeydada me.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite