Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Filîpî 1:20 - Peymana Nû (Încîl)

20 Ez guman û çʼeʼvnihêrʼîya vê yekê me, ku tʼu tiştîva ezê şermî nemînim, lê belê hê mêrkʼîmî bim, çawa her gav usa jî niha pesinê Mesîh bi qalibê min bê dayînê, heger bi mirina min be, yan jî bi jîyîna min be.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

20 Hêvî û bendewariya min ev e ku ez di tu tiştî de neyêm şermkirin, lê bi cesareteke temam, eger bi mirina min an jî bi jiyana min be, wek hergav niha jî Mesîh wê bi bedena min bê bilindkirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

20 Әз гӧман у чʼәʼвньһерʼийа ве йәке мә, кӧ тʼӧ тьштива әзе шәрми нәминьм, ле бәле һе меркʼими бьм, чаԝа һәр гав ӧса жи ньһа пәсьне Мәсиһ бь ԛальбе мьн бе дайине, һәгәр бь мьрьна мьн бә, йан жи бь жийина мьн бә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 هَ وِسا گو اُمیدا مِن اَوَیَ و اَز بِ اشتیاقه چاورِیا هِنده مَ گو چه دِشدی دا شَرمندَ نَبِمَ، بَلگو بِ جُراَتا کامِل، نَهَ ژی بینا همو جاره، مسیحْ ناو بَدَنه مِدا شُکوه و جلاله پَیدا گَت، چه بِ ژیانا مِن بیت، چه بِ مِرِنا مِن.

Gade chapit la Kopi




Filîpî 1:20
41 Referans Kwoze  

Lê heger cefê bikʼişîne çawa mesîhî, bira şerm neke, lê şikirîyê bide Xwedê bona vî navî, ku ser wî ye.


Hûn bi qîmetekî biha hatine kʼirʼînê. Bona vê yekê bikin ku pê bedena we şikirî Xwedêrʼa bê dayînê.


De bira Xwedêyê ku eʼdilayîyê dide, Xwexa we lap buhurtî-jibare ke, tʼemamîya rʼuhʼ, nifûs û qalibê we bêqusûr xwey ke, hʼeta hatina Xudanê me Îsa Mesîh.


Belê zarʼokno, nava Wîda bimînin, wekî çaxê Ew eʼyan be, em ji hatina Wî venekʼişin, li ber Wî şermî nemînin.


Belê heger cî bê ku xûna min ser wê bawerîya weda bê rʼêtinê, ya ku xizmetkʼarîya weda çawa qurban Xwedêrʼa tê dayînê, ezê şa bim û tʼevî eşqa we bim.


Hʼemû eʼfirîn jî bê sebir çʼeʼvnihêrʼî xuyabûna lawêd Xwedê ne.


Çimkî heger ez hinekî jî zêde difirʼim, bona wê hʼukumdarîya ku Xudan da me, tiştekî şermîyê têda tʼune, ew bona avabûna bawerîya we ye, ne ku xirabbûnê.


Her gav em mirina Îsa bedenêd xweda dibin, wekî jîyîna Îsa jî bedena meda kʼifş be.


û ser du rʼîya sekinî ye. Jina bêmêr yan qîz şixulêd Xudanva gîro ye. Meremê wê ew e, ku ew rʼuhʼ û qalibê xweda buhurtî-jibare be, lê ya mêrkirî xemêd dinêva gîro ye, ku çawa bike li mêrê xwe xweş bê.


Û guman jî me rʼûrʼeş nake, çimkî hʼizkirina Xwedê ser meda bi wî Rʼuhʼê Pîroz barîye, Yê ku merʼa hatîye dayînê.


Ez niha van cefayêd xweda, kʼîjana ku bona we dikʼişînim, şa me û wan tengasîyêd Mesîhe mayîn bi canîya xwe bona Bedena Wî, ya ku civîn e, tʼemam dikim.


Awa ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, bona wê dilşewatîya Xwedê, qalibê xwe dîyarî Xwedê kin, çawa qurbaneke saxe durufkirî, li Wî qebûl, ya ku hʼebandina weye rʼuhʼanî ye.


Û dilê pʼirʼanîya bawermenda jî bi van qeydêd min yektîya Xudanda şidîyan, ku hê bi mêrkʼîmî xebera Xwedê bê xof û tirs bêjin.


Li ber wî ez pê we firʼnaq bûm û ez rʼûrʼeş dernekʼetim. Lê çawa her tiştê ku me werʼa got rʼast bû, usa jî ew firʼnaqîya meye ber Tîto rʼast derkʼet.


Mesîh bona hʼemûya mir, wekî ewêd sax bona xwe sax nîbin, lê bona Wî, Yê ku bona wan mir û ji mirinê rʼabû.


Ew firʼnaqbûna min şeʼde ye, xûşk-birano, ya ku ez pê we firʼnaq dibim yektîya Mesîh Îsayê Xudanê meda, ez her rʼoj dest ji eʼmirê xwe dikʼişînim.


çawa nivîsar e: «Va Ez kevirekî likʼumandinê Sîyonêda datînim, zinarekî jê holbûnê lê her kesê ku bawerîya xwe Wî bîne, wê şermî nebe».


(Ez mîna eʼdetê merivayê dibêjim, bona binyatʼa weye merivayîye bêtʼaqet.) We çawa wextekê endemêd xwe dane neheqîyê ku bibine xulamêd hʼeramîyê û neheqîyê, usa jî niha endemêd xwe bidine hʼelalîyê ku bibine xulamêd heqîyê.


Û endemêd qalibê xwe nedine gune ku bibine hacetêd neheqîyê, lê belê xwe bidine destê Xwedê, çawa yekî ji mirinê rʼabûyî, bira endemêd we bibine hacetêd heqîyê, bona Xwedê.


Lê Pawlos cab da û got: «Hûn çi dikin? Çima hûn digirîn û dilê min dişkênin? Ez Orşelîmêda bona navê Xudan Îsa ne ku tʼenê bona girêdanê, lê bona kuştinê jî hazir im».


Lê ez eʼmirê xwe layîqî tʼu tiştî nakim, tʼenê dikim bigihîjime meremê xwe û wê qulixa ku min ji Xudan Îsa standîye bînime sêrî, awa gotî Mizgînîya kʼerema Xwedê bi meʼrîfetî dannasîn kim.


Wî ev yek got, da eʼyankirinê ku ewê bi çi cûrʼe mirinê rʼûmetê bide Xwedê. Pey vê yekêrʼa Wî Petrûsrʼa got: «Pey Min were».


Hema çawa wana dua xilaz kir, ew cîyê ku ew civîyayî bûn hʼejîya û hʼemû bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bûn, xebera Xwedê mêrkʼîmî xeber didan.


Awa em xweyê vê gumanê ne, lema xeberdana xweda mêrkʼîmî ne.


Ez gelekî weda guman im, gelekî pê we firʼnaq dibim! Nava hʼemû teʼlî-tengîyêd meda berdilîya we ji serê min zêdetir e û şabûnêda kʼim-kʼimî me.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite