Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Filîpî 1:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Rʼast e hinek ji hʼevsûdîyê û mixenetîyê Mesîh dannasîn dikin, lê hinek jî ji nêta qencîyê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

15 Erê, hinek ji çavnebarî û hemberiyê Mizgîniya Mesîh didin bihîstin, lê hinek jî bi niyeteke qenc.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

15 Рʼаст ә һьнәк жь һʼәвсудийе у мьхәнәтийе Мәсиһ даннасин дькьн, ле һьнәк жи жь нета ԛәнщийе.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 بَراستی گو هِندَگ بَر خاطره حسادته و رقابته مسیحْ وَعظ دِگَن، بله اَونه دی بِ نیّتا قَنج وه شُله دِگَن.

Gade chapit la Kopi




Filîpî 1:15
22 Referans Kwoze  

Tiştekî bi hevrʼikʼîyê nekin û li navê xwe negerʼin, lê ji we her yek bi milûktîyê hevalê xwe ser xwerʼa bigire.


Lê na, yêd usa şandîyêd derew in, pʼalêd qelp in, xwe dikine dilqê şandîyêd Mesîhe rʼast.


Em ne ku xwe dannasîn dikin, lê Îsa Mesîh çawa Xudan û xwe jî çawa xulamêd we, bona Îsa.


Çimkî Kurʼê Xwedê, Îsa Mesîh ku pê me werʼa hate dannasînkirinê, (bi min, Sîlas û Tîmotʼêyo), «Belê» û «Na» nebû, lê nava Wîda tʼimê «Belê» ye.


Ew her tiştî dikin, ku ber meriva bêne kʼifşê. Kʼîsikêd mezin li mil û eʼnîyêd xweva girêdidin û rʼîşîyêd kʼincêd xwe dirêj dikin.


Bê xeberdan, gelekî kʼûr e surʼa xwedêpʼaristîya me: Ew bi bedenî xuya bû, bi Rʼuhʼ rʼastîya Wî hate îzbatkirinê, milyakʼetava hate dîtinê, nav mileta hate dannasînkirinê, dinyayêda hate bawerkirinê û rʼûmetêrʼa hate hilatinê.


çimkî çend birayêd derew şûlikîne nava me, wekî ceʼsûsîyê azayîya me bikin, ya ku bi saya Mesîh Îsa me dest anîye. Wana dixwest em bikirana bindest.


Ez ditirsim, gava ez bêm, tuwere we usa nebînim, çawa ez dixwazim û hûn jî min usa nebînin, çawa hûn dixwazin. Ditirsim ku hê nava weda şerʼ-deʼw hebin, hʼevsûdî, hêrskʼetin, hevrʼikʼî, xeyb, buxdan, kʼubar-babaxî û bêtʼerbetî.


Û heger hebûka xwe pêva belayî belengaza kim û bedena xwe jî bidime der bona şewitandinê, lê hʼizkirin dilê minda tʼunebe, tʼu kʼar nagihîje min.


Lê em, Mesîhê xaçbûyî dannasîn dikin, cihûyarʼa pʼişkbûn e, necihûyarʼa jî bêhʼişî,


Lê nava wanda hinek ji merivêd Qubrisê û Kûrênê hebûn, ku gava çûn kʼetine Entakyayê, yûnanarʼa jî xeber didan, Mizgînîya Xudan Îsa didan.


Hûn îdî rʼind zanin ku Xwedê eva xebera zarʼêd Îsraêlrʼa şand, bi Îsa Mesîh Mizgînîya eʼdilayîyê da, Yê ku Xudanê hʼemûya ye.


Destxweda Şawûl destpêkir kʼinîştada bona Îsa dannasîn kir û got ku: «Ew Kurʼê Xwedê ye».


Fîlîpo rʼabû wê nivîsarêda destpêkir derheqa Mizgînîya Îsada wîrʼa şirovekir.


Her rʼoj li pʼaristgehê û malada tʼimê Mizgînî didan û hîn dikirin ku Mesîh, Îsa ye.


Fîlîpo jî berjêrî bajarekî Sameryayê bû, wanrʼa bona Mesîh dannasîn dikir.


Lê hêrs û xezebê ser wanda be, yêd ku kʼara xwe digerʼin, dest ji rʼastîyê kirine û xwe dane xirabîyê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite