Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Filîpî 1:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 û bi saya Îsa Mesîh bi berêd heqîyêva tʼijîbûyî bin, bona rʼûmet û pesinê Xwedê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

11 Wisa ku hûn, ji bo rûmet û pesnê Xwedê bi berê rastdariyê yê ku ji Îsa Mesîh tê, tije bibin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

11 у бь сайа Иса Мәсиһ бь бәред һәԛийева тʼьжибуйи бьн, бона рʼумәт у пәсьне Хԝәде.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 تِژی ژه حاصِلا صالِح بونه بِن گو بِ واسِطا عیسیْ مسیحْ بُ شُکوه و جلال و سِتایِشا خدا دِگَهَشیت.

Gade chapit la Kopi




Filîpî 1:11
34 Referans Kwoze  

Rʼast e her şîretek wê demê dilê merîya şa nake, lê dêşîne, lê belê paşê yêd ku bi wê hînbûyî ne, berê eʼdilayîyê ji jîyîna rʼast diçinin.


Bi vê yekê Bavê Minê bê rʼûmetkirinê, gava hûn pê gelek berdayînê bidine kʼifşê, ku hûn bûne şagirtêd Min.


wekî hûn bikaribin xwe usa xwey kin, çawa layîqî Xudan e, her alîyava li Wî xweş bên, her qencîkirinêda xweyîber bin, bi zanebûna Xwedê bigihîjin.


Ez ne ku tiştekî pʼêşkʼêş dixwazim, lê dixwazim ku kʼar ser hʼesabê weda zêde be.


gihîşte we. Û ew Mizgînî tʼemamîya dinyayêda digihîje û ber dide, çawa nava weda jî ji wê rʼojêda, gava we bihîst û kʼerema Xwedê tʼemamîya rʼastîya wêva nas kir.


Lê niha hûn ji gune ku aza bûn û bûne xulamêd Xwedê, berê hʼelalîyê diçinin û axirîya wan jî jîyîna hʼeta-hʼetayê ye.


Lê hûn qebîleke jibare ne, kʼahînêd pʼadşatîyê, miletê buhurtî, cimeʼta Xwedê, wekî kʼeremetêd Wî bikine dengî, Yê ku hûn ji teʼrîstanîyê gazî rʼonaya xweye hʼujmekʼar kirine.


Bi vî awayî wê pesinê navê Xudanê me Îsa li nava weda bê dayînê û hûnê jî nava Wîda bêne pesindayînê, li gora kʼerema Xwedêyê me û Xudan Îsa Mesîh.


(çimkî berê rʼonayîyê ji her qencîyê, heqîyê û rʼastîyê dibe)


Rʼuhʼê Pîroz çawa bihê hatîye dayînê hʼeta em sozê Xwedê war bin, çaxê Xwedê cimeʼta Xwe lap aza ke, bona pesindayîna rʼûmeta Xwe.


Awa heger hûn bixwin, vexwin, yan çi şixulî ku hûn bikin, her tiştî bona şikirdayîna Xwedê bikin.


Usa jî bira rʼonaya we ber meriva şewq bide, ku ewana kirinêd weye qenc bibînin û pesinê Bavê weyî eʼzmana bidin.


Heger hûn bona navê Mesîh bêne rʼezîlkirinê, hûne xwezilî ne, ku usa ye Rʼuhʼê xweyîrʼûmet, Rʼuhʼê Xwedê ser we danîye.


Nava pʼûtpʼaristada hûn xwe usa pʼergal xwey kin, wekî çi tiştîda jî we rʼezîl bikin çawa xirab, kirêd weye qenc bibînin û şikirîyê bidine Xwedê, wê Rʼoja ku serîkî bide dinê.


Hûn jî mîna kevirêd sax, pʼaristgeheke rʼuhʼanî werine çêkirinê, çawa kʼahînêd pîroz qurbanêd rʼuhʼanîye li Xwedê xweş bi Îsa Mesîh bidin.


Belê em çêkirîyêd Wî ne, yektîya Mesîh Îsada xuliqî, bona kirinêd qenc, ya ku Xwedê pêşda hazir kir, ku em wanda bimînin.


wekî em pesinê rʼûmeta Wî bidin ku me pêşda gumana xwe danîye ser Mesîh.


Ewê ku tʼoxim dide tʼoximrʼeş û nan jî bona xwarinê, wê tʼoxim pʼêşkʼêşî we ke û zêde ke, berêd qencîkirina we jî bigihîne.


Ne ku we Ez bijartim, lê Min hûn bijartin û kʼifş kirin, wekî hûn herʼin ber bidin û berê we bimîne. Hingê hûn çi ku pê navê Min ji Bavê bixwazin, Ewê bide we.


Her çʼiqilê Minva ku ber nade ew dibirʼe. Lê ew çʼiqilê ku ber dide ji çirpîya paqij dike, wekî hê gelekî ber bide.


Awa pey vê kirinêrʼa, gava kʼomeka tʼopkirî bigihînime cî, ezê bêm cem we, ji wir derbazî Spanyayê bim.


Yêd ji me jî bira hîn bin, pey kirinêd qenc bin, wekî kêrî hʼewcetîya merivayê bên û bê ber nebin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite