Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Efesî 6:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Awa cîyê xweda bisekinin, rʼastîyê mîna kʼemberê li pişta xwe bişidînin, heqîyê mîna zirihʼê li sîngê xwe wergirin

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

14 Îcar, pişta xwe bi rastiyê bipêçin û zirxê rastdariyê li xwe bikin

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

14 Аԝа щийе хԝәда бьсәкьньн, рʼастийе мина кʼәмбәре ль пьшта хԝә бьшьдиньн, һәԛийе мина зьрьһʼе ль синге хԝә ԝәргьрьн

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 بَجا طیگ راوَستِن، هَ وه حالیدا گو وَ بِشتبِنا راستیه گِردایَ و بَدَنپارِزا صالِح بونه بَرگِریَ،

Gade chapit la Kopi




Efesî 6:14
13 Referans Kwoze  

Lê em ku yêd rʼojê ne, gerekê serxwe bin: Zirihʼa bawerîyê û hʼizkirinê li xwe wergirin, kʼumzirihʼê gumana xilazbûnê jî bidine serê xwe.


Bira pişta we girêdayî û çʼirêd we vêxistî bin.


Bona wê yekê hûn fikirêd xweda piştgirêdayî û hʼişyar bin, tʼam gumana xwe bidine ser wê kʼeremê, ya ku wê werʼa bê dayînê, wextê xuyabûna Îsa Mesîh.


bi gotina rʼastîyê û qewata Xwedê. Em bi destê çʼep û rʼastê jî rʼasthʼesabûnêva sîlihʼkirî ne,


(çimkî berê rʼonayîyê ji her qencîyê, heqîyê û rʼastîyê dibe)


Wê dîtinokêda hesp û sîyarêd wan minva aha xuya bûn: Rʼengêd êlekzirihʼêd wan rʼengê sorî mîna êgir, şîrkî mîna qalçʼîçʼekê, qîçʼikî mîna kʼirkʼûtêda bûn. Serê hespêd wan mîna serê şêra bûn û ji devê wan agir, dû û kʼirkʼût derdikʼet.


Êlekzirihʼêd wan hebûn, mîna yêd hʼesinî, dengê baskêd wan mîna dengê wan eʼreba bûn, ku çawa gelek hesp wan dikʼişînin û dajone nava şêrʼ.


Şev gelek çûye, sibeh nêzîk bûye, awa kirêd teʼrîstanîyê em ji xwe dûr xin û çʼekêd rʼonayîyê ser xweva kin.


Bona vê yekê çʼekêd Xwedê hildin, ku hûn bikaribin li ber rʼoja oxirmê giran bisekinin û piştî kirina her tiştîrʼa, cîyê xweda qewîn bisekinin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite