Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Efesî 5:20 - Peymana Nû (Încîl)

20 Her gav bona her tiştî rʼazîbûnê bidine Bav Xwedê, bi navê Xudanê me Îsa Mesîh.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

20 Hergav ji bo her tiştî bi navê Xudanê me Îsa Mesîh ji Bav Xwedê re şikir bikin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

20 Һәр гав бона һәр тьшти рʼазибуне бьдьнә Бав Хԝәде, бь наве Хӧдане мә Иса Мәсиһ.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 و همو جاره و بُ همو دِشدی بِ ناوه خادیه مَ عیسیْ مسیحْ، شُکرا خدایه باب بِگَن.

Gade chapit la Kopi




Efesî 5:20
22 Referans Kwoze  

Û çi jî ku hûn bi xebera yan kira bikin, her tiştî bi saya navê Xudan Îsa bikin, bi destê Wî şikirîyê bidine Bav Xwedê.


her tiştîda rʼazîbûnê bidin, çimkî ev e xwestina Xwedê bi saya Mesîh Îsa bona we.


De werin em bi saya Wî tʼimê qurbana pesindayînê bidine Xwedê, awa gotî berê zar-zimanê xwe, yêd ku navê Wî îqrar dikin.


Bona tʼu tiştî xem nekin, lê xwestina we bira bi dua-dirozga, rʼazîbûnêva tʼevayî, Xwedêva eʼyan be.


Usa jî gotinêd bêmeʼrîfetî, yan bêfeʼmî, yan hʼenekêd qelpê xirab, ku li we nakʼevin, bira ji devê we derneyên, lê dewsê şikirdarî.


Em deyndar in, ku her gav bona we rʼazîbûnê bidine Xwedê xûşk-birano û ev yek heq e jî, çimkî bawerîya we rʼind digihîje û hʼizkirina we hindava hevda zêde dibe.


Lê em gerekê her tʼim bona we ji Xwedê rʼazî bin, xûşk-birayêd ji alîyê Xudanda hʼizkirî. Çimkî Xwedê serê-sêrîda hûn bijartin, wekî bi Rʼuhʼ bêne buhurtî-jibarekirinê, rʼastîyê bawer bikin û xilaz bin.


Hûn jî mîna kevirêd sax, pʼaristgeheke rʼuhʼanî werine çêkirinê, çawa kʼahînêd pîroz qurbanêd rʼuhʼanîye li Xwedê xweş bi Îsa Mesîh bidin.


Ez her gav bona we şikirîyê didime Xwedêyê xwe, bona wê kʼerema Wî, ya ku bi saya Mesîh Îsa werʼa hatîye dayînê.


Ne ku we Ez bijartim, lê Min hûn bijartin û kʼifş kirin, wekî hûn herʼin ber bidin û berê we bimîne. Hingê hûn çi ku pê navê Min ji Bavê bixwazin, Ewê bide we.


Heger yek xeber dide, bira gotinêd Xwedê xeber de, heger yek xizmetkʼarîyê dike, bira bi wê qewatê bike, ku Xwedê dayê, wekî her tiştîda navê Xwedê bê bilindkirinê bi Îsa Mesîh, rʼûmet û qudret ji Wîrʼa hʼeta-hʼetayê. Amîn.


Ez şikirîya xwe Xwedêyê xwe tînim gava her gav we bîr tînim,


Evana jî ji civîna giregira çûn, şa dibûn ku bona navê Îsa hêjayî rʼezîlkirinê bûne.


Em çi rʼazîbûnê dikarin bidine Xwedê bona we û wan hʼemû şabûna, ku em bona we li ber Xwedêyê xwe şa dibin?


Berê pêşin ez bi destê Îsa Mesîh bona we hʼemûya rʼazîbûnê didime Xwedêyê xwe, çimkî bawerîya we tʼemamîya dinyayêda tê gotinê.


Hingê axirî wê bê, gava kʼoka her serwêrtîyê, hʼukumetîyê û qewatê bîne û pʼadşatîyê bide destê Bav Xwedê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite