Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Efesî 5:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 çimkî her tiştê ku aşkere dibe, dibe rʼonayî. Bona vê yekê hatîye gotinê: «Xewixîyo, hʼişyar be! Ji nav mirîya rʼabe û Mesîh wê te rʼonayî ke».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

14 Çimkî her tiştê ku xuya dibe, ronahî ye. Loma tê gotin: «Ey yê ku radize, hişyar bibe! Ji nav miriyan rabe û Mesîh wê ji te re bibiriqe.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

14 чьмки һәр тьште кӧ ашкәрә дьбә, дьбә рʼонайи. Бона ве йәке һатийә готьне: «Хәԝьхийо, һʼьшйар бә! Жь нав мьрийа рʼабә у Мәсиһ ԝе тә рʼонайи кә».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 چون گو هَچی دِشدا دِتَ دیتِن، نورَ. بَر خاطره وِنَیَ گو دِتَ گُتن: «اَی تِ گو خَوه دایی، شار بَ، ژه ناو مِریادا رابَ، گو مسیحْ دیه سَر تَ بِبِرِسقیت.»

Gade chapit la Kopi




Efesî 5:14
23 Referans Kwoze  

Awa em xewêda nemînin mîna yêd mayîn, lê hʼişyar û serxwe bin.


Wî Xwedêyê ku got: «Bira ji teʼrîyê rʼonayî derê», Wî xwexa dilê meda şewq da, wekî em rʼûmeta Xwedê nas kin, bi wê şewqa ku ji rʼûyê Mesîh dertê.


Awa ku hûn tʼevî Mesîh ji mirinê rʼabûne, ku usa ye li tiştêd jorin bigerʼin, wê dera kʼu Mesîh li milê Xwedêyî rʼastê rʼûniştî ye.


Û endemêd qalibê xwe nedine gune ku bibine hacetêd neheqîyê, lê belê xwe bidine destê Xwedê, çawa yekî ji mirinê rʼabûyî, bira endemêd we bibine hacetêd heqîyê, bona Xwedê.


Hʼeta ku Ez dinyayêda me, rʼonaya dinyayê me».


Îsa dîsa tʼevî wan xeber da û got: «Ez im rʼonaya dinyayê. Ewê ku pey Min bê, wê tʼu car teʼrîyêda negerʼe, lê wê rʼonaya wîye jîyînê hebe».


gava em hê ji dest neheqîyêd xwe mirî bûn, Ewî tʼevî Mesîh em sax kirin. Bi kʼeremê hûn xilazbûyî ne!


Rʼast bifikirin, ser hʼişê xweda werin, îdî guna nekin, çimkî hinek ji we hê Xwedê nas nakin, ez vê yekê dibêjim, ku hûn şerm bikin.


Lê niha bi xuyabûna Xilazkirê me Mesîh Îsa eʼyan bû, ku mirin betal kir û jîyîna bê mirin, bi Mizgînîyê rʼonayî kir.


Hingê ewê ser hʼişê xweda bên, ji tʼeleka wî mîrêcin xilaz bin, kʼîjanî ew girtine, ku eʼmirê wî biqedînin.


Çimkî Xudan aha eʼmirî me kir: ‹Min Tu kirî rʼonaya necihûya, wekî hʼeta serê dinyayê bibî mecala xilazbûnê›».


Ji rʼeʼm û hʼuba Xwedêyê me çawa jorda rʼo ku dertê, usa wê serîkî bide me,


Çimkî ev kurʼê min mirî bû, sax bû, undabûyî bû, hate dîtinê›. Û dest bi şayîyê kirin.


Hûn ji dest neheqî û gunêd xwe mirî bûn,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite