Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Efesî 5:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Tʼevî wan kirêd bêbere teʼrîyê nebin, lê wan ser avê xin,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

11 Nebin hevparên karên tariyê yên bêber, lê hê bêtir wan tiştan eşkere bikin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

11 Тʼәви ԝан кьред бебәрә тәʼрийе нәбьн, ле ԝан сәр аве хьн,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 ناو شُله به حاصِلَ تاریتیه دا نَبِنَ شِریگ، بَلگو بَدَلا وه یگه اَوان آشگَرا گَن.

Gade chapit la Kopi




Efesî 5:11
48 Referans Kwoze  

Şev gelek çûye, sibeh nêzîk bûye, awa kirêd teʼrîstanîyê em ji xwe dûr xin û çʼekêd rʼonayîyê ser xweva kin.


Berpirsîyarêd ku nava gunada dimînin, li ber hʼemûya lê hilê, wekî yêd mayîn jî bitirsin.


Em tʼemî li we dikin xûşk-birano, bi navê Xudanê xwe Îsa Mesîh, ku hûn xwe ji her xûşk-birayê bêpʼergale bêxîret dûr bigirin, yêd ku wan rʼaw-rʼizimêd me dane we naqedînin.


Niha ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, ku hûn hʼevza xwe ji wan bikin, yêd ku ji wê hînbûnê der, ya ku hûn hîn bûne, cudebûnê pêşda tînin û xelqê pʼişk dikin. Ji wan dûr bin.


Li vir min ji eʼzmên dengekî din bihîst ku got: «Ji nava wê derkʼevin, cimeʼta Min, wekî hûn nebine heval-pʼarêd gunêd wê û ji belayêd wê pʼarê nestînin.


Van tişta hîn ke, bi tʼemamîya hʼukumê xwe dil bide wan û li wan hilê. Bira tʼu kes te bêhurmet neke.


Heger yek guhdarîya gotinêd meye vê neʼmêda neke, wî rʼaçʼeʼv kin û hevaltîyê wîrʼa nekin, ku şerm bike.


Hingê we ji kirinêd xwe çi ber çinîn, bona kʼîjana niha hûn şerm dikin? Ew axirîyê mêriv dibine berbi mirinê.


Xeberê dannasîn ke, ser wê nêt-fikirê be, heger wextda be, yan bê wext be, li şaşîya hilê, pêşîya neheqîyê bigire, dil bide meriva, bi tʼemamîya sebirê hîn ke.


Pʼişkê xwedênasîyê wê li wan kʼeve, lê wê qewata wê înkʼar kin. Tu xwe ji yêd aha dûr bigire.


Kʼî ku bona binyatʼa xwe diçîne, ewê ji wê binyatʼê mirinê biçine, lê kʼî ku bona Rʼuhʼ biçîne, wê ji Rʼuhʼ jîyîna hʼeta-hʼetayê biçine.


Çimkî ewêd ku rʼadizên, şevê rʼadizên û ewêd ku serxweş dibin, şevê serxweş dibin.


Lê gava Yûhʼenna li Hêrodesê serwêr jî hilat bona Hêrodîya jina birê wî û hʼemû xirabîyêd ku wî dikirin,


Awa hûn tʼevî yêd usa nebin!


De hûn xeysetê xweyî berê ji xwe dûr xin, wî merivê kevinî ku bi havijîyêd hʼilekʼarva dêrisbûyî ye


Heger birê te neheqîyê li te bike, gava tu û ew tʼenê ne, wî şîret ke. Heger ewî guhdarîya te kir, îdî te birê xwe qazinc kir.


û şerʼûdî. Ev hʼemû tişt ji nava merivêd qafseqet û ji rʼastîyê şûna rʼeşva çûyî pêşda tên. Evana xwedênasîyê hʼesab dikin, çawa kanîya kʼarê.


wekî çʼeʼvêd wan vekî, ji teʼrîstanîyê berbi rʼonayê û ji hʼukumê mîrêcin berbi Xwedê vegerʼînî, wekî bi saya wê bawerîya ser min, gunêd wan bêne baxşandinê û tʼevî pʼara cimeʼta Min bin›.


çimkî bona wan tiştêd ku ewana bi dizîva dikin şerm e jî ku bê xeberdanê.


şikirîya xwe bidine Bavê, ku hûn layîqî vê yekê kirine, wekî hûn Pʼadşatîya rʼonayêda tʼevî cimeʼta Wî bibine xweyîpʼar.


Destê xwe zû daneyne ser yekî bona xizmetkʼarîya Xudan, ne jî tʼevî gunêd yêd mayîn bî. Xwe paqij xwey ke.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite