Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Efesî 4:9 - Peymana Nû (Încîl)

9 Ev «hilkʼişîya» çi tê hʼesabê? Dixwaze bêje, ku Ew pêşda berjêrî wê dinya jêrin bû.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

9 Ev «derket jor» tê mana çi? Dixwaze bêje ku pêşî ew daketibû derên erdê yên jêr.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

9 Әв «һьлкʼьшийа» чь те һʼәсабе? Дьхԝазә бежә, кӧ Әԝ пешда бәржери ԝе дьнйа жерьн бу.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 اَو قِسا گو دِبِژیت: «اَو ژِلَل چو،» معنیا وه چیَ خِنجی هِنده گو اَو بُ جیِت نِشیوتِرَ عَردی ژی ژُردا هات؟

Gade chapit la Kopi




Efesî 4:9
22 Referans Kwoze  

Kesek hilnekʼişîyaye eʼzmên, pêştirî Ewî ku ji eʼzmên peya bû, Kurʼê Mêriv.


Çawa ku Ûnis sê rʼoj û sê şeva zikê hʼûtda ma, Kurʼê Mêriv jî usa wê sê rʼoj û sê şeva nava kʼûrayîya eʼrdêda bimîne.


Çimkî ew nanê Xwedê dide ew e, ku ji eʼzmên tê xwarê û jîyînê dide dinyayê».


Lê em niha Îsa bi rʼûmet û hurmet kʼofî li sêrî dibînin, Yê ku hinek wext bona cefê mirinê ji milyakʼeta hatibû nimizkirinê, wekî bi kʼerema Xwedê bona hʼemûya mirin bidîta.


Îsa gote wê: «Min negire, çimkî Ez hê rʼanebûme cem Bavê. Lê herʼe cem birêd Min û wanrʼa bêje. ‹Ezê rʼabime cem Bavê Xwe û cem Bavê we, cem Xwedêyê Xwe û cem Xwedêyê we›».


Te hinek wext ew ji milyakʼeta nimiztir kir, bi rʼûmet û hurmetê ew tʼac kir,


Îsa caba wana da û got: «Heger Ez Xwexa bona Xwe şeʼdetîyê didim, şeʼdetîya Min rʼast e, çimkî Ez zanim Ez ji kʼu hatime û kʼuda diçim. Lê hûn nizanin ku Ez ji kʼu têm, yan kʼuda diçim.


Lê hingê hûnê çi bêjin, heger bibînin Kurʼê Mêriv rʼadibe wî cîyê ku berê lê bû?


Ev e Ew nanê ku ji eʼzmên hatîye xwarê. Ev ne mîna wî manayî ye, ku kal û bavêd we xwarin, lê mirin. Ewê ku Vî nanî bixwe, wê hʼeta-hʼetayê bijî».


Ez im nanê jîyînê ku ji eʼzmên hatime xwarê. Kʼî ku ji Vî nanî bixwe, wê hʼeta-hʼetayê bijî. Ew nanê ku Ezê bona jîyîna dinyayê bidim, ew bedena Min e».


Cihûya hindava Wîda bîna xwe teng kir, çimkî Wî got: «Nanê ku ji eʼzmên hate xwarê Ez im».


Çimkî Ez ji eʼzmên hatime xwarê, ne ku xwestina Xwe bikim, lê xwestina Wî, Yê ku Ez şandime.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite