Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Efesî 4:18 - Peymana Nû (Încîl)

18 Ewana feʼmêd xweda şûna rʼeşva çûn û ji jîyîna Xwedê dûr kʼetine, ji dest nezanîya nava xwe û serhʼişkîya xwe.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

18 Têgihîştina wan tarî ye; ew ji ber xeşîmî û hişkîtiya dilê xwe, ji jiyana Xwedê re biyanî ne.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

18 Әԝана фәʼмед хԝәда шуна рʼәшва чун у жь жийина Хԝәде дур кʼәтьнә, жь дәст нәзанийа нава хԝә у сәрһʼьшкийа хԝә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 تاریتیه عاقله وان گِرتیَ، اَو بَر خاطره به عاقلیا ناو وجودا خودا گو بَر خاطره دله وان یه بینا بَریَ ژه ژیانا گو خاده دِدَت دور کَتِنَ.

Gade chapit la Kopi




Efesî 4:18
34 Referans Kwoze  

Çimkî eva cimeʼta serhʼişk e, bi guha giran dibihên û çʼeʼvêd xwe girtine, wekî bi çʼeʼva nebînin, bi guha nebihên û bi hʼiş feʼm nekin, venegerʼin, ku Ez wan qenc kim›.


Hingê hûn bê Mesîh û xerîb bûn hindava bajarvantîya Îsraêlda û ji peymana û sozêd wan dûr bûn û vê dinêda jî bê guman û bê Xwedê bûn.


«Xwedê çʼeʼvêd wan kor kirin û ava rʼeş anî ser hʼişê wan, wekî bi çʼeʼva nebînin, bi hʼişa feʼm nekin û venegerʼin ku Ez wan qenc kim».


ne bi xwestina temê xirab, mîna pʼûtpʼarista, yêd ku Xwedê nas nakin.


Bêeʼsilno! Hûn nizanin kʼê vê dinê hʼiz dike, ew neyartîyê li Xwedê dike? Awa kʼî dixwaze bibe yarê dinê, ew xwe dike neyarê Xwedê.


Mîrê vê dinyayêyî neheq şeverʼeşa kora anîye ser feʼmê nebawera, wekî rʼonaya Mizgînîya rʼûmeta Mesîh nede ser wan, Yê ku sûretê Xwedê ye.


Hûn jî ku wextekê ji dest fikir û kirinêd xweye xirab, xerîb û neyarêd Xwedê bûn,


Lê ewê, ku birê wî ber çʼeʼva rʼeş e, ew nava teʼrîyêda ye, nava teʼrîyêda digerʼe û nizane kʼuda diçe, çimkî teʼrîyê çʼeʼvêd wî kor kirine.


Berê, gava we Xwedê nas nedikir, we xulamtî yêd usarʼa dikirin, ku rʼast ne xwedê bûn.


Ez naxwazim xûşk-birano, ku hûn haş ji vê surʼê tʼunebin, ku hûn xwe dewsa zana daneynin. Pʼareke miletê Îsraêlê wê serhʼişk bimîne, hʼeta hʼesabê wan necihûyêd ku wê xilaz bin tʼemam be.


Û çawa wana nexwest Xwedê zanebûna xweda xweykirana, Xwedê jî ew dane fikirêd bêtʼewşe, ku ewana tiştêd necayîz bikin.


Xwedê dîna Xwe nedaye hʼemû zemanêd ku merivayîyê Ew nas nekirîye, lê niha her dera tʼemî li hʼemû meriva dike, ku ji gunekirinê vegerʼin.


Çimkî serwaxtîya Xwedê nehişt ku dinya bi serwaxtîya xwe Wî nas ke, lê li Xwedê xweş hat, bi wê hînkirina «bêhʼişî» yêd ku bawer dikin xilaz ke.


Û tu ser xwe guman î, ku rʼêberê kora yî, rʼonayîya ber yêd teʼrîyêda,


Îsa bi hêrs li dora Xwe nihêrʼî, bona serhʼişkîya wan ber Xwe kʼet û wî merivîrʼa got: «Destê xwe dirêj ke». Ewî jî dirêj kir û destê wî dîsa qenc bû.


Belê ew sewdayê xweda feʼmekorî bûn û hʼeta îro jî gava peymana kevin dixûnin, xût ew xêlî ser feʼmê wan dimîne. Ew hingê tê hildanê, gava ew dibine pʼara Mesîh.


Niha gelî bira, ez zanim ku we jî mîna serwêrêd xwe bi nezanîya xwe kirîye.


Îdî çi? Îsraêl negihîşte wê çi ku digerʼîya, lê yêd bijartî gihîştinê û yêd mayîn kor bûn,


Ji serwêrêd vê dinyayê tʼu kesî ev serwaxtîya feʼm nekir, çimkî heger feʼm bikirana, wê Xudanê rʼûmetê xaç nekirana.


Hûn ji dest neheqî û gunêd xwe mirî bûn,


Ew çawa însan dikare bi dilê şewat kʼomeka wanrʼa be, yêd ku nezan û xalifî ne, çimkî ew xwexa jî nava bêtʼaqetîyada ye.


Lê goza hindurʼ salê carekê tʼenê serekkʼahîn dikʼevê, lê ne bê xûn, ya ku ji ber gunêd xwe û cimeʼtêva dide, kʼîjan ku ji bêfeʼmîya xwe dikirin.


Mîna zarʼêd guhdar bin, nebine mîna wî wextê dilxwestinêd xweye nezanîya xweda.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite