Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Efesî 4:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Ji Wî tʼemamîya bedenê hevva ne û hʼemû jî bi alîkʼarîya her sêvikekê hevva girêdayî ye. Û gava her pʼareke bedenê şixulê xwe dike, hʼizkirinêda xwexa digihîje û mezin dibe.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

16 Bi wî hemû beden hevdû digire û bi alîkariya her movikê girêdayî ye; bi wî her endam li gor qeweta xwe dixebite û bi vî awayî beden mezin dibe û di hezkirinê de tê avakirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

16 Жь Ԝи тʼәмамийа бәдәне һәвва нә у һʼәму жи бь аликʼарийа һәр севькәке һәвва гьредайи йә. У гава һәр пʼарәкә бәдәне шьхӧле хԝә дькә, һʼьзкьрьнеда хԝәха дьгьһижә у мәзьн дьбә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 ژه وی، تواوی اَندامه بَدَنه بِ آریکاریا هر مفصلَگه گو بُ وان حاضِر بویَ، دِگَهَشِنَ یگ و خو پِگوَ دِگِرِن. وقته گو هر اَندامَگ دوز شُل دِگَت، باعیث دِبیت گو بَدَن مَزِن بیت و وِسا خو ناو مُحبّته دا آوا گَت.

Gade chapit la Kopi




Efesî 4:16
28 Referans Kwoze  

û xwe îdî li Sêrî nagirin, ku Mesîh e. Bi Wî tʼemamîya bedenê bi pʼevgirêk û sêvikava hevva girêdayî tê xweyîkirinê û bi gîhandina Xwedê digihîje, li gora xwestina Wî.


Ez im kʼola tirîyê, hûn jî çʼiqil in. Ewê ku Minva dimîne û Ez jî wîva dimînim, ewê gelekî ber bide. Çimkî bêyî Min hûn nikarin tʼu tiştî bikin.


Ez aha dikim, wekî dilşidîyayî bin, hʼizkirinêda bibin yek û bigihîjine tʼemamîya dewlemendtîya feʼmdarîyê. Hingê ewê surʼa Xwedê nas kin, ku Mesîh e.


Ewî ev yek kir, wekî cimeʼta Xwedê şixulêd xizmetkʼarîyêrʼa hazir be, bona avabûna bedena Mesîh,


Awa niha ev hersêk dimînin: Bawerî, guman û hʼizkirin. Lê hʼizkirin ser wanrʼa ye.


Lê rʼastîyê pê hʼizkirinê bêjin, her alîyada bigihîjine sêrî, ku Mesîh e.


Serê tʼemîyê hʼizkirin e, ku ji dilê sax, bi îsafa rʼihʼet û ji bawerîya bêdurʼûtî ye.


Û bona vê yekê jî em her gav rʼazîbûnê didine Xwedê: Gava we ji me xebera Xwedê bihîst, we ne ku çawa xebera merivayê, lê çawa xebera Xwedê qebûl kir, rʼast jî usa ye, ku nava we bawermendada Ya xwe dike.


Û ez vê duayê dikim, ku hʼizkirina we hê-hê bi zanebûn û serwaxtîya gihîştîva zêde be,


bi bawerîyê Mesîh dilê weda bijî û hûn hʼizkirinêda rʼaw û rʼikʼinê xwe bavêjin,


Awa we guhdarîya rʼastîyê kir û bi vî awayî xwe paqij kir, ku hʼizkirina we hindava xûşk-birada bê hʼilekʼarî be, niha bi dilê sax hevdu qayîm hʼiz bikin.


Ez bûme berdestîyê vê Mizgînîyê, anegorî dayîna ji kʼerema Xwedê, ya ku bi kirina qewata Wî minrʼa hatîye dayînê.


Berî eʼfirandina dinyayê Xwedê yektîya Wîda em bijartin, wekî em pîroz û bêqusûr bin, li ber Wî hʼizkirinêda bijîn.


Lê berêd Rʼuhʼ ev in: Hʼizkirin, şabûn, eʼdilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, aminî,


Awa em wê hʼizkirina Xwedêye hindava xweda nas dikin û bawer dikin. Xwedê hʼizkirin e û yê ku nava hʼizkirinêda dimîne, ew nava Xwedêda dimîne û Xwedê jî nava wîda.


Em deyndar in, ku her gav bona we rʼazîbûnê bidine Xwedê xûşk-birano û ev yek heq e jî, çimkî bawerîya we rʼind digihîje û hʼizkirina we hindava hevda zêde dibe.


Bira Xudan hʼizkirina we hindava hev û hʼemûyêd mayînda bigihîne û zêde ke, çawa ya me jî hindava weda heye.


Em kirêd bawerîya we, xebata weye ji hʼizkirinê û sebira wê gumana weye ser Xudanê me Îsa Mesîh tînine bîra xwe li ber Xwedê, Bavê me.


Çimkî yektîya Mesîh Îsada, ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî bawerî ye ku bi hʼizkirinê ya xwe dike.


Lê niha çi ku ji pirsa qurbanêd pʼûta dikʼeve: Feʼmdarî ye ku zanebûna me her kesî jî heye. Zanebûn pʼişika mêriv diwerimîne, lê hʼizkirin ava dike.


Çawa qalibê meda gelek endem hene û hʼemû endem kirekî nakin,


Nanek heye, lema em hʼemû jî bedenek in, çimkî em hʼemû jî ji wî nanî kerdikin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite