Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Efesî 4:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Wekî usa ye ji vir şûnda em nebine mîna zarʼoka ku ji pêla virda-wêda dikʼevin û bi derewêd meriva ber bayê her hînkirinekê dikʼevin, yêd ku bi fêlbazîya dixapînin û dixalifînin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

14 Da ku êdî em nebin zarokên ku bi pêlan vir ve û wê ve tên kişkişandin, li ber her bayê hîndariya mirovên xapînok diçin û bi qurnaziya hîlekariyên wan ji rê derdikevin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

14 Ԝәки ӧса йә жь вьр шунда әм нәбьнә мина зарʼока кӧ жь пела вьрда-ԝеда дькʼәвьн у бь дәрәԝед мәрьва бәр байе һәр һинкьрьнәке дькʼәвьн, йед кӧ бь фелбазийа дьхапиньн у дьхальфиньн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 گو وِسا اَم ایدی بینا بِچوگا نَبِن گو بِ شیپَلا بُ هر آلیَگه بِنَ فِرَدان و بایه دَرسه جُرواجُر و حیلا مِرُوا ناو وان نَقشه گو بُ ره دَرخِستِنه دِنَ کِشان، مَ هو بینِن و هو بِبَن.

Gade chapit la Kopi




Efesî 4:14
44 Referans Kwoze  

Ber bayê cûrʼe-cûrʼe hînkirinêd xerîb nekʼevin. Qenc e ku dil bi kʼerema Xwedê bişide, ne ku bi qeyde-qanûnêd xwarin-nexwarinê. Ewêd ku pey tiştêd aha kʼetin, tʼu kesî kʼar nestand.


Xûşk-birano, hʼişê xweda zarʼ nîbin! Hindava xirabîyêda mîna zarʼa bin, lê hʼişê xweda gihîştî bin.


Delalno, bawerîya xwe her rʼuhʼî neynin, lê wan rʼuhʼa bicêrʼibînin, gelo ew ji Xwedê ne? Çimkî gelek pʼêxemberêd derew derkʼetine dinê.


Em ne mîna hineka ne, yêd ku xebera Xwedê kʼara xweva girêdidin, lê belê em çawa merivne ji Xwedêda şandî, li ber Xwedê bi heleqetîya Mesîh pê sitqê dilê rʼast xeber didin.


Lê tʼenê bira bi bawerîyê bixwaze û dudilî nebe, çimkî yê dudilî mîna pêlêd beʼrê ye ku ji bayê bilind dibin û datînin.


Her çʼekê Xwedê li xwe kin, ku hûn bikaribin miqabilî hʼunurêd mîrêcin bisekinin.


Çimkî mesîh û pʼêxemberêd derew wê derên, nîşan û kʼeremetêd mezin bikin, ku bikaribin bijartîyêd Xwedê jî bixalifînin.


Çimkî zemanê bê, ku meriv wê guh nedine hînkirina saxlem, lê wê xwestinêd dilê xwerʼa wan dersdara serhev tʼop kin, yêd ku tiştêd li guhê wan xweş tê wê hîn bikin.


Evana mesrefêd hʼizkirina weda lekʼe ne, tʼevî we bê xof dixwin-vedixwin, tʼenê zikê xwe diçʼêrînin. Yêd ha, eʼwrêd bêave ji ber bê çûyî ne, darêd payîzêye bêber in, rʼawava rʼakirî, du car hʼişk bûyî,


Hingê ew ceʼnewir tʼevî wî pʼêxemberê derew dîl hatine girtinê, yê ku li ber wî ceʼnewirî nîşanêd eʼcêb dikirin. Ewî bi wan kira ew xalifandin, yêd ku nîşana ceʼnewir qebûl kirin û serê xwe li ber hʼeykelê wî danîn. Ceʼnewir û pʼêxemberê derew jî saxe-sax hatine avîtinê nav gola agirê kʼirkʼûtêyî dişixule.


Gelî galatîyêd bêhʼiş! Kʼê serê we tʼijî kir? Ne axir Îsa Mesîh li ber çʼeʼvê we xaçbûyî hate dîyarkirinê?


Gelek pʼêxemberêd derew wê derkʼevin û geleka bixalifînin.


Ez vî tiştî derheqa wanda werʼa dinivîsim, yêd ku dixwazin we bixapînin.


û merivêd xirabe xweyîfêl wê xirabîyêda pêşda herʼin, bixalifînin û bixalifin.


Lê belê em ji tiştêd eʼybe dizîva dûr in û fêlbazîya nakin, xebera Xwedêda qelpîyê nakin. Lê serda em rʼastîyê eʼyan dikin û bi vî awayî xwe dîyarî îsafa her merivî dikin li ber Xwedê.


Gava ewana çûn, Îsa bona Yûhʼenna eʼlaletêrʼa destpêkir got: «Hûn derkʼetine berʼîyê çi bibînin? Qamîşekî ku ji bayê dihʼeje?


Weva eʼyan e gava hûn pʼûtpʼarist bûn, hûn usa pey pʼûtêd kerʼe lal kʼetibûn, her alîyava kʼetibûne bin qolêd wan.


Lê wan bawer neke, çimkî ji wan çil merîya zêdetir xwe veşartine, hîvîya wî ne. Wana sond xwarîye, ku ne bixwin, ne jî vexwin hʼeta wî nekujin. Wana niha kʼarê xwe kirîye, hîvîya qirara te ne».


Hinek ji nava me derkʼetin, lê ew ne ji me bûn. Heger ew ji me bûna, wê tʼevî me bimana. Lê ew ji nava me derkʼetin, ku eʼyan be, ew hʼemû ne ji me bûn.


Yêd ha gotinêd pʼûçʼe ji xwe mestir dibêjin, bi temêd merivayêye xirab wan dixapînin, yêd ku çendek pêşda ji ewêd rʼîya xalifîda diçin, rʼevîbûn.


Em bînin ser gemîyê jî. Ew çiqasî mezin in û ji ber bayê qayîm têne ajotinê, lê bi çerxeke gelekî biçʼûk têne serwêrtîkirinê, dilê gemîvan kʼîyalîda ku bixwaze.


Bira ne jî bawermendê nû be, ku nebe kʼubar be, dîwana wî jî mîna ya mîrêcin bê kirinê.


Tu zanî ewêd ku qeza Asyayêda bûn pişta xwe dane min, Fûgelo û Hêrmoxênîs jî tʼevî wan.


Çimkî serwaxtîya vê dinyayê li ber Xwedê bêhʼişî ye. Çawa nivîsar e: «Ew serwaxta nava hʼilekʼarîya wanda digire»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite