Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Efesî 3:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Eva surʼa dewrêd bihurîda li ber bendêd dinê venebûye, çawa niha bi Rʼuhʼê Pîroz li ber şandî û pʼêxemberêd Wîye pîroz vebûye.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

5 Ev sir di nifş û qernên berê de ji mirovan re nehat dazanîn, wek ku niha ji Şandiyên wî yên pîroz û ji pêxemberên wî re bi Ruh hatiye eşkere kirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

5 Әва сӧрʼа дәԝред бьһӧрида ль бәр бәндед дьне вәнәбуйә, чаԝа ньһа бь Рʼӧһʼе Пироз ль бәр шанди у пʼехәмбәред Ԝийә пироз вәбуйә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 اَو سِرّا گو بُ نَسله دی سَر نَسلا بَشَری آشگَرا نَبو، وِسا گو نَهَ بِ واسِطا رِحا خدا سَر رسوله وی یه مُقدس و پِیغَمبَرا آشگَرا بویَ.

Gade chapit la Kopi




Efesî 3:5
24 Referans Kwoze  

Lê hûn delalno, wan gotinêd ku şandîyêd Xudanê me Îsa Mesîh pêşda gotine bîr bînin,


Dixwazim wekî hûn gotinêd pʼêxemberêd pîroz, ku pêşda gotibûn û wê tʼemîya Xudan û Xilazkir, ku bi şandîya hatine gotinê bîr bînin.


Hûn ser wî rʼikʼinê şandîya û pʼêxembera avakirî ne, kevirê eʼnîşka kʼîjanî Mesîh Îsa Xwexa ye.


û li ber hʼemûya vekim, ku çawa tʼivdîra surʼa Xwedê tê xebatê, ya ku hê dewrêd berêda cem Xwedêyê ku her tişt eʼfirandîye, veşartî mabû.


Ewî wanarʼa got: «Hûn xwexa zanin ku ne eʼdetê mêrê cihû ye, ku tʼevî necihûya rʼabe-rʼûnî, yan hevva herʼin-bên. Lê Xwedê ber min vekir, wekî ez tʼu kesî pʼîs yan hʼeram hʼesab nekim.


Çimkî Ez werʼa dibêjim, ku gelek pʼêxember û pʼadşa xwestin ew tiştêd ku hûn dibînin bidîtana, lê nedîtin û ew tiştêd ku hûn dibihên bibihîstana, lê nebihîstin».


Lê Piştovan, awa gotî Rʼuhʼê Pîroz, ku Bav wê bi navê Min bişîne, Ewê we hînî hʼemû tiştî ke û her tiştêd ku Min werʼa gotine, wê bîne bîra we.


Ez rʼast werʼa dibêjim, gelek pʼêxember û merivêd rʼast hʼizreta dîtina van tişta bûn çi ku hûn dibînin, lê nedîtin û bibihîstana çi ku hûn dibihên, lê nebihîstin.


Niha şikir ji Wîrʼa, Yê ku dikare we bawerîyêda bişidîne, weke wê Mizgînîya ku ez bona Îsa Mesîh dannasîn dikim, weke aşkerebûna wê surʼa ku hê dewrêd berêye bihurîda veşartî mabû,


Lê gava ew Rʼuhʼê Rʼastîyê bê, Ewê we berbi tʼemamîya rʼastîyê bibe. Çimkî Ewê ne ku xweserîxwe xeber de, lê çi ku bibihê, Ewê wê yekê bêje û tiştêd ku hê neqewimîne wê werʼa gilî ke.


Bona vê yekê va Ezê pʼêxembera, serwaxta û qanûnzana bişînime cem we û hûnê ji wan hineka bikujin, xaç kin, hineka jî nav kʼinîştêd xweda bidine ber qamçîya û bajar-bajar bizêrînin.


Lema jî serwaxtîya Xwedê got: ‹Ezê pʼêxember û şandîya bişînime cem wan, ji wan hineka wê bikujin, hineka jî bizêrînin›.


Lê belê Xwedê bi Rʼuhʼê Xwe ev yek li ber me vekir. Çimkî Rʼuhʼ her tiştî eʼnene dike, hʼeta nêt-meremêd Xwedêye kʼûr jî.


Wana jêrʼa got: ‹Kesekî em pʼale negirtin›. Ewî wanarʼa got: ‹Hûn jî herʼine nava rʼezê min›.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite