Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Efesî 3:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 De bira Ew weke dewlemendtîya rʼûmeta Xwe qewatê bi saya Rʼuhʼê Xwe bide we, ku hûn kʼûrayîya dilê xweda bişidin,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

16 Bila ew li gor dewlemendiya rûmeta xwe, qewetê bide we ku hûn bi Ruhê wî, di mirovê hundir de xurt bibin,

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

16 Дә бьра Әԝ ԝәкә дәԝләмәндтийа рʼумәта Хԝә ԛәԝате бь сайа Рʼӧһʼе Хԝә бьдә ԝә, кӧ һун кʼурайийа дьле хԝәда бьшьдьн,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 گو گورَیَگی دَولمَندیا شُکوه و جلالا خو، بِدَتَ وَ گو اون باطنا خودا بِ واسِطا رِحا وی بِ قُدرَته قاوَت بِن،

Gade chapit la Kopi




Efesî 3:16
28 Referans Kwoze  

Bira hûn anegorî tʼemamîya wê qewata Wîye ku ji zorayîya Wîye xweyîrʼûmet tê qewat bin, ku hûn her tiştîda bi dûmika dirêj sebir bikin. Bi eşq


Ez her tiştî bi saya Wî dikarim, Yê ku qewatê dide min.


Lê Xudan tʼevî min sekinî û qewat da min, wekî pê min Mizgînîdayîn mîyaser be û hʼemû necihû bibihên û ez ji devê şêr xilaz bûm.


Lema em ji vê yekê venakʼişin. Belê em ji dervava dêris dibin diçin, lê dilda rʼoj bi rʼoj nûyejîyîn dibin.


Heyneser, yektîya Xudanda qewat bin, bi zorayîya qewata Wî.


lê Ewî minrʼa got: «Kʼerema Min besî te ye, çimkî qewata Min sistîyada mîyaser dibe». Awa ezê bi dilekî şa hʼalê sistîyêd xweda bifirʼim, wekî qewata Mesîh nava minda be.


Û Xwedêyê min wê hʼemû kêmasîyêd we pê wê xizna Xweye rʼûmete ji Mesîh Îsa tʼijî ke.


Ez bi kʼûrayîya dilê xwe qanûna Xwedê begem dikim,


Hʼişyar bimînin, bawerîyêda hʼîmgirtî bin, eʼgît bin, bişidin,


Wî ev yek kir, wekî dewlemendtîya rʼûmeta Xwe wan derdanarʼa bide kʼifşê, yêd ku bûne xweyê vê rʼeʼmê, kʼîjan ku Wî pêşda hazir kiribûn, wekî ew tʼevî rʼûmeta Wî bibûna.


Xwedê xwest li ber cimeʼta Xwe veke, ku çi dewlemendtîke xweyîrʼûmet vê surʼêda bona hʼemû mileta heye. Û ew surʼ ev e, ku Mesîh nava weda ye, awa gotî hûn gumana wê yekê ne, ku pʼara rʼûmetê bin.


Belê ez ku ji nava cimeʼta Xwedêda ji yê herî biçʼûk kêmtir im, lê ev kʼerem minrʼa hatîye dayînê, ku nava necihûyada dewlemendtîya Mesîhe ne li ber hʼişa dannasîn kim


Bira çʼeʼvêd rʼuhʼê we vebin, wekî hûn feʼm bikin, çi ye ew gumana ku Wî gazî we kirîye û çi ye ew dewlemendtîya rʼûmeta Wî, ya ku cimeʼta Wî wê war be


Û me nebe cêrʼibandinê, lê me ji yê xirab xilaz ke, çimkî pʼadşatî, qewat û rʼûmet yêd Te ne, hʼeta-hʼetayê. Amîn›.


Yektîya Wîda em aza bûne bi xûna Wî, awa gotî afûbûna guna standîye. Eva yeka ji dewlemendtîya kʼerema Wî ye,


kʼûra agir temirandin, ji devê şûr xilaz bûn, ji bêtʼaqetîyê qewat girtin, nava şerʼda bûne mêrxas, berî ordîyêd xerîb dan.


lê ya merivê hindurʼê dilda, rʼuhʼekî milûk û girane bedewetîya nebetal e, ku li ber Xwedê pʼirʼ bi qîmet e.


Wî ev yek kir, wekî li nava wan zemanêd ku wê bên, dewlemendtîya kʼerema Xweye bêhimber, hindava meda bi saya Mesîh Îsa, bi şîrinayî bide kʼifşê.


Lê cihû ew e, yê ku dilê xweda cihû ye û sinetîya rʼast dilê sinetbûyî ye, bi Rʼuhʼ, ne bi Qanûna nivîsar. Yê ha, ne ku meriv pʼeyê wî didin, lê Xwedê.


ji kʼîjanî her qebîleke eʼrd û eʼzmana navê xwe distîne.


Ez aha dikim, wekî dilşidîyayî bin, hʼizkirinêda bibin yek û bigihîjine tʼemamîya dewlemendtîya feʼmdarîyê. Hingê ewê surʼa Xwedê nas kin, ku Mesîh e.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite